Karayilan: Em dikarin ji xwe re cihekî vekin

Karayilan: Em Kurd xwedî gelek derfetan e, derfetên me yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî hene. Em jî dikarin cihekî ji neteweya xwe re vekin. Eger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin hingî nifşên piştî me wê tuf li gora me bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Ferat. Karayilan di beşa duyemîn a bernameyê de bi giranî yekîtiya neteweyî nirxand.

'WEXTÊ GELÊ KURD NÎNE KU WINDA BIKE'

Karayilan anî ziman, tevî ku heta niha rewşeke berbiçav nebe jî her kes bi rengekî erênî nêzî yekîtiya neteweyî dibin, nîqaş dikin û got, "Ruhê yekîtiya neteweyî ku li dora berxwedana Rojava geş bû bingeheke xurt afirand."

Karayilan destnîşan kir, ji bo gelê Kurd wext nîne ku winda bike û diyar kir, yekîtiya neteweyî çiqasî zû pêk were ewqasî wê baş be.

'EGER KURDISTAN DAGIRKIRÎ BE SEDEMA VÊ YEKÊ NEBÛNA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE'

Karayilan, nebûna yekîtiya neteweyî weke sedema mêtingerî û dagirkirina Kurdistanê pênase kir û got, "Gelê Kurd tevî ku gelê herî qedîm ê Rojhilata Navîn e; tevî ku xwedî dîrokeke kûr û dewlemend e, tevî ku civakîbûn û çanda xwe heye; tevî ku navenda şoreşa neolîtîkê ye, hîn jî dagirkirî ye, talankirî ye. Tirk beriya niha bi hezar salî hatin herêmê, lê belê tevî vê yekê jî xwe li herêmê kirin serdest."

Karayilan bi bîr xist ku Kurd li gel dewlemendiya xwe ya çandî û civakî ketin bin desthilatdariyê û got, "Di vê rewşê de ne. Ji ber ku yekîtiya xwe ya neteweyî nekariye pêk bîne."

Karayilan got, "Em di sedsala 21'ê de ne. Li qada siyasî, zanistî, îdeolojîk û civakî em xwedî hişmendiyeke xurt in. Berê ne dibistaneke Kurdan, ne zanîngeha wan, ne jî xwendin û nivîsandina wan hebû. Lê belê niha tişta ku kes pê nizane em zanin û xwedî fikrên herî nû û pêşverû ne. Gavên ku şoreşa me avêtin, pêşketinên ku afirandin, asta analîzê ya civakî û dîrokî, hunera xwe ya hilberîna çareseriyê li kêm deverên dinyayê heye û dibe ku nebe jî. Em îro bi rastî jî xwedî hişmendiyeke ronahî û pêşverû ne."

'EGER EM DÎROKA XWE DUBARE BIKIN WÊ NIFŞÊN NÛ TIF LI GORA ME BIKIN'

Karayilan ragihand ku di asteke wiha de nabe ku ew dîrokê dubare bikin û got, "Eger em dîroka xwe ya heyî dubare bikin, hingî nifşên nû wê tif li gora me bikin. Her kesên ku xwe niha pêşengên siyaseta Kurdan dibînin, divê vê rastiyê baş zanibin û qet ji bîr nekin. Ev ne meseleya partiyekê ye yan jî mijara berjewendiyên partiyekê ne. Ev yek meseleyeke mezin a neteweyî ye."

Karayilan got, "Em hêvî dikin ku her kes wê mîna me hewl bidin. Dibe ku kêmasiyên me hebin, dikarin bên û ji me re bêjin. Lê belê em dixwazin ku siyasetmedarên Kurd, em hemû li pêşberî dîrokê serê me bi hev re bilind be. Bila serê me û eniya me bilind be. Meseleya me ya esasî ev e."

'TEVÎ ÊRIŞÊ GIRAN, DERFETÊN MEZIN JÎ AFIRÎNE'

Karayilan bal kişand ser êrişên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û destnîşan kir ku ev êriş gelekî giran in.

Karayilan got, "Tevî vê yekê derfetên gelekî ji bo me afirîne. Kurd bandoreke mezin li raya giştî dikin. Veguherîne hêzeke nû û gelekî girîng. Kes nikare pêşî li vê hêza raya giştî ya dinyayê bigire.

Eger em Kurd li ser bingeha stratejiyeke hevpar li hev kom bibin û bibin yek, hingî dijminên me çiqasî hewl bidin jî wê nikaribin encamê werbigirin. Destwerdanê Tirkiyeyê wê bi ser nekevin.

Dijminê hov ê li dijî me li ser bingeha zîhniyeta Îttîhat Terakkî dibe yek û êrişî me dike. Lê belê di rewşeke gelekî lawaz de ye."

'EM DIKARIN JI NETEWEYA XWE RE CIHEKÎ VEKIN'

Karayilan bal kişand ser derfetên xurt ên gelê Kurd û got, "Hêza raya giştî li pişt me ye. Derfetên me yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî hene. Em jî ji bo neteweya xwe dikarin cihekî ji xwe re vekin."

Karayilan ragihand ku divê siyasetmedar û civaka Kurda baş fêhm bike ku di vir de berjewendiya malbatekê, rêxistinekê yan jî partiyekê nîne, ya heyî hebûna neteweyekê ye û got, "Ji ber ku lîstika li hemberî me tê lîstin gelekî mezin e. Nabe ku em bi rengekî taktîkî nêzîk bibin, yên bi vî rengî nêzîk bibin wê winda bikin. Mesele stratejîk e. Aqlê dewleta Tirk bûyerên piştî 10 salan biqewimin li gorî xwe dibîne û êriş dike. Divê em jî êdî pêşiya xwe bibînin û bikevin nava liv û tevgerê. Divê em tenê ji bo dema heyî nefikirin. Divê em jî karibin stratejîk bifikirin, bi rengekî stratejîk tevbigerin û bibin aktorekî stratejîk. Pêwîstiya herêmê bi vê heye. naxwe herêma Rojhilata Navîn mîna sifreya guran e. Ne karekî hêsane ku mirov ji vê sifreyê parçeyekî nan werbigirin. Ji bo ku tu karibe parçeyekî nan jê werbigire divê tu jî mîna gur be.

Ev yek wê çawa pêk were? Li qada şer kes nikare mîna me leheng û şervan be. Lê belê ev têrê nake. Weke me got, li her qadê divê em mîna gur bin. Pêwîstiya me Kurdan bi vê heye. Rewşenbîr, hunermend dikarin li ser vê rawestin. Hişmendiyeke bi vî rengî dikare bê afirandin.

Pêşniyarê li hunermend û rewşenbîran hemûyan dikim; bi beşdariya rewşenbîrên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikarin yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Çima vê nakin? Tenê rewşenbîrên li Ewropayê li hev kom bûn, ev bi wate ye lê belê têrê nake. Rewşenbîrên ji her devera Kurdistanê dikarîbûn tevlî bibûna."

Karayilan destnîşan kir ku bêyî li benda siyasetmedaran bimînin her sazî, her beş dikarin li hev kom bibin, kongre û konferansa xwe pêk bînin û got, "Mînak; jin dikarin konferansên xwe ji nû ve pêk bîne, ku bawerim li ser vê bingehê hewldanên wan hene. Pêvajoyeke bi vî rengî dikare bê destpêkirin. Ji ber ku ev yekîtiya ji beşên cuda yên civakê dikare yekîtiya me ya neteweyî ya giştî xurtir bike û bingeheke xurt ji vê yekê re biafirîne.

Herî dawî dixwazim vê yekê bêjim; eger li ser bingeha stratejiyeke hevpar em bibin yek wê serketin a me be. Bi taybetî divê her kes hewldana rewşenbîr û hunermendan bibînin û eger ew hewldaneke cidî nîşan bidin hingî dikarin pêşengiyê bikin. Em ê jî minetdarê wan bin û spasiya wan bikin. Bi rastî jî li pêşiya me pêvajoyeke bi vî rengî ya stratejîk heye. Divê em vê yekê teqez bi ser bixînin. Eger em vê bi ser bixînin hingî em ê di mijara giştî de jî bi ser bikevin."