Karayilan: Gelê me wê li ser bingeha berxwedanê teqez bi ser bikeve

Karayilan destnîşan kir, desthilatdariya Tirk bi rêya hevsengiyan hewl dide li ser piyan bimîne, bi hewldana ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê dixwaze li herêmê serdest be û got, "Eger şer neke, yan jî çareserî pêk were wê ji desthilatdariyê bikevin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Ferat.

Di şexsê Adil, Gulbahar, Mûhîttîn û Rustem Zeydan de Karayilan şehîdên meha Kanûnê, şehîdên komkujiya Roboskî, komkujiya Mereşê, komkujiya girtîgehan a 19'ê Kanûnê û komkujiya Til Rifatê û trajediya Merîwanê bi bîr anî.

Karayilan anî ziman, komkujî û êşkence ya li Kurdan rewa tên dîtin veguherîne siyaseta mayinde ya mêtingeran.

Karayilan cejna Noelê li Xiristiyanên li Kurdistanê û tevahiya dinyayê pîroz kir û destpêkê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

TECRÎD BEŞEK JI SIYASETA QIRKIRINÊ YE

Karayilan destnîşan kir ku tecrîd encama siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirke û got, di nava vê sîstema tecrîd û êşkenceyê de ji xwe nepêkane ku qala exlaq, hiqûq û mafên mirovan bê kirin.

Karayilan anî ziman ku qanûnên mêtingeriyê jî di dema desthilatdariya AKP'ê de li Kurdistanê hatine rawstandin, tiştekî bi navê qanûn, sîstem û exlaqê nemaye, her gotina Erdogan mîna qanûnê tê pêkanîn.

Karayilan grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bi bîr xist û anî ziman ku 6 mehan grevên birçîbûnê hatin kirin û 9 mirovên gelekî hêja di vê pêvajoyê de xwe feda kirin.

Karayilan anî ziman ku Wezîrê Edaletê yê Tirk bi navê dewletê derket pêşberî raya giştî û got, 'Qedexeya li ser Ocalan hate rakirin' û diyar kir, "Careke din hate dîtin ku ew soza xwe pêk nînin, durû û namerd in. Bi wan re rûmeta mirovahiyê nîne." Karayilan destnîşan kir ku ji bo hilanîna tola greva birçîbûnê zilma li Îmraliyê niha li girtîgehan hemûyan hatiye belavkirin.

Karayilan ragihand, zilma ku di şexsê Ocalan de li gelê Kurdistanê tê ferzkirin, êdî xweragirtina li wê nepêkane û destnîşan kir, ku li dijî vê yekê têkoşîneke cidî divê. Karayilan got, "Dema ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bû hingî wê pêkanînên vê rejîma faşîst jî bi dawî bibin. Ya di dewrê de ye siyaseta qirkirinê ye. Ya girîng ewe ku li dijî vê siyaseta qirkirinê berxwedan bê kirin, têkoşîn bê geşkirin."

TÊKILIYÊN TIRKIYE Û RÛSYAYÊ Û BANDORA WAN

Karayilan bi dewamî polîtîkaya mêtingerî û talankeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêmê, bi taybetî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Karayilan der barê polîtîkaya dewleta Tirk a xwe dispêre dijminatiya li Kurdan û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê nirxandineke bi vî rengî kir:

"Destpêkê Emerîkayê gelek proje amade kir. Herî dawî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bi ser neket, têk çû. Ji xwe êdî qala wê jî nakin. Niha Rûsya bi heman rêbazê dixwaze projeyekê biafirîne û li ser vê bingehê dikeve nava hin hewldanan. Rûsya di vê çarçoveyê de bi herêmê re xwedî têkiliyeke xurte. Ev armanca Rûsyayê ne tenê ji bo Sûriyeyê ye, ji bo tevahiya herêmê ye.

BINGEHA HERDUYAN LI DIJÎ HEV IN

Herêm dikele û Tirkiye ditirse ku di rewşeke wiha de Kurd gavekê biavêjin, ji Kurdan ditirse. Hem dixwaze pêşî li Kurdan bigire hem jî nehêle bibe xwedî statu û xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne, li herêmê bibe dewleteke emperyal û hegemon. Dewleta Tirk êdî naxwaze li nava sînorên xwe yên fermî bimîne. Armanca rejîma nû ya dewleta Tirk bi vî rengî ye. Lewma li ser Sûriyeyê, Lîbyayê, Misir û Iraqê hin hesabên xwe hene. Dema ku mirov ji vî alî ve binirxînin hingî dibînin ku Tirkiye û Rûsya di gelek mijaran de li dijî hev in, lê belê heta niha Pûtîn û Erdogan di navbera xwe de diyalog kirin û bi rêbaza 'bide û bistîne' li hev kirin. Di berdêla herêmên Xûta û Şamê de radestkirina Efrînê, di berdêla derxistina çeteyan ji Helebê de radestkirina Idlibê mînakên vê yekê ne. Bi bazariyên bi vî rengî îdare bikin. Ne diyare ku ev bazarî wê heta ku deverê biçin, ji ber ku zemînên Rûsya û Tirkiyeyê li dijî hev in.

Mesela Tirkiye û AKP dixwazin xwe bi rêya çeteyên Biratiya Misilman û cîhadîstan li herêmê serdest be. Hêza ku Tirkiye li Sûriyeyê xwe dispêre wan Îhvani Muslîme, ya ku Rûsya xwe dispêre jî sîstema dewletê ya Sûriyeyê ye. Ev li dijî hev in.

Li Lîbyayê jî heman tişt derbas dibe. Rûsya li Lîbyayê piştgiriyê dide General Heftar, Tirkiye jî piştgiriyê dide hikumet û çeteyên di xeta Îhvani Muslîm ên li dijî wî. Bingehên ku xwe dispêrin li dijî hev in. Ji ber vê yekê Rûsya û Tirkiye ji aliyekî ve li dora maseyê li hev rûdinên, li aliyê din jî li qada şer li dijî hev radibin.

Pûtîn û Erdogan di 8'ê Çileyê de wê hev bibînin. Li Idlibê şer giran bû. Heyeta Tirk ji niha ve diçe Rûsyayê. Ji xwe karê bingehîn ev heyet in ku bazariyê dikin. Serokên dewletan jî piştî wê diçin li hev rûdinên û peymanên hatine amadekirin misoger dikin. Tê dîtin ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bazariyek berfireh heye. Ev yek li ser Idlibê ye. Ji xwe bi qasî tê dîtin di hin mijara de li ser Idlibê li hev kirine. Şerê ku niha li Idlibê diqewime jî li ser vê bingehê ye.

SIYASETA DAGIRKERIYÊ BI SER NEKET

Ev bazarî mîna li Sûriyeyê li ser Lîbyayê bi taybetî li ser Kurdistanê jî tên meşandin. Bi giranî li ser Kurdistanê tên meşandin, ji ber ku pirsgirêka esasî ya Tirkiyeyê Kurdistane. Eşkere ye ku Tirkiye mîna li ser Efrînê bazarî kir, bazariyan dike. Heyeta Tirk di vê çarçoveyê de çû Rûsyayê. Bi rakirina dîwarên li pêşberî Amûdê û Dirbesiyê dixwaze vê yekê weke kartekê bi kar bîne. Tirkiye wê niha yekser êriş neke, lê belê dixwaze weke kartekê bi kar bîne, bike mijareke bazarê. Ji vê yekê divê neyê fêhmkirin ku Tirkiye wê êriş neke. Stratejiya esasî ya Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya Rojavayê Kurdistanê ye. Di 9'ê Cotmehê de bi vê armancê dest bi êrişê kirin, lê xitimîn û bi ser neketin. Ev siyaseta dewleta Tirk bi ser neket. Heta deverekê çû, lê xitimî.

MÎNA ABDULHAMÎT HEWL DIDE JI HEVSENGIYAN SÛDÊ WERBIGIRE

Niha dixwaze vê rewşê mîna kartekê di destê xwe de bihêle û bêje, 'ez dikarim êrişî vê deverê bikim, tu jî li Idlibê heta vê deverê êriş bike, bihêle ku derbasî Lîbyayê bibim'. Dewleta Tirk ji xwe li Lîbyayê ye, lê belê eger bi têkiliyeke bi Rûsyayê re neçe hingî wê bi rengekî cidî li dijî hev derkevin. Ji ber vê yekê pêwîstiya Tirkiyeyê bi lihevkirinê heye. Ne diyare ku çiqasî karibin li hev bikin an nekin. Bingeh ne xurte û li dijî hev in. Rûsya dixwaze Tirkiyeyê ber bi xeta xwe ve bikişîne. Bi demê re wê bê dîtin ku Tirkiye çiqasî biçe ser xeta Rûs an jî neçe ser wê xetê. Dewleta Tirk niha li ser vê yekê dilîze. Armanca dewleta Tirk li ser vê bingehê ye. Çawa ku Abdulhamît di dema xwe de hevsengiyên navbera Fransa, Îngiliz, Elman û Rûsan bi kar anî û bi vî rengî xwe li ser piyan hişt, Erdogan jî niha hewl dide heman tiştî bike. Bêyî ku xwe bi deverekê ve girê bide dixwaze ji her kesî sûdê werbigire û bi vî rengî armanca xwe pêk bîne. Armanca dewleta Tirk tasfiyekirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û serweriya li herêmê ye. Erdogan di demekê de ku gelekî lawaz bûye dixwaze vê bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Çarenûsa rejîma AKP-MHP'ê êdî bi vê ve girêdayî ye. Heta ku vî şerî dewam bike wê karibe li ser piyan bimîne. Eger şer neke, yan jî derfeteke cuda ya çareseriyê biafire wê hingî ji desthilatdariyê bikevin.

Ev rêya nû ya Erdogan gelekî bi rîske û mîna qumarê ye. Ne diyare ku wê çiqasî bi ser bikeve yan jî bi ser nekeve. Li ser vê bingehê di nava hewldanên berfireh de ye. Yekî welê ye ku bi desthilatdariyê ve gelekî girêdayî ye û ji bo desthilatdariyê dikare her tiştî bike. Ji bo vê jî heta jê tê hewl dide, dixwaze encamê werbigire. Eşkere ye ku di vê çarçoveyê de wê bi Rûsyayê re dema bê di gelek mijaran de bazariyê bike."

LI HER ENIYÊ BERXWEDAN DEWAM DIKE

Karayilan bal kişand ser berxwedana li dijî dagirkeriyê û got, "Ne berxwedana Efrînê, ya berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî rawestiya. Vaye 76 roj in dewam dike û wê hîn jî dewam bike. Mirov nikare bêje ku Tirk bi ser ketin, ji ber ku berxwedan hîn jî dewam dike. Ev şer wê hîn gelekî dewam bike. Em mafdar in û têkoşîneke rast diparêzin. Em ê teqez bi ser bikevin."

DIVÊ KURD JI XWE BAWER BIN

Karayilan destnîşan kir, ku divê Kurd êdî kêmasiyên xwe bibînin û got, "Lê belê divê em ji xwe jî bawe bin. Eger em bi vî rengî bikin em ê bi ser bikevin. Berxwedana gelê me yê Efrînê, berxwedana gelê me yê Serêkaniyê, xwîna wan şehîdan wê belasebep nebe. Tiştek ne belasebepe, her tişt wateyeke xwe heye. Gelê me wê li ser bingeha vê berxwedanê teqez bi ser bikeve.

JI BO SALA 2020'Î BINGEHEKE XURTE

Ji bo sala 2020'î bingeha têkoşînê ya gelê me hîn xurtir bûye, ji her demê xurtir bûye. Ji bo hêzên leşkerî, ji bo xwe em dikarin bêjin; hewldan û kûrbûna me ya sala 2019'an wê ji bo serketina sala 2020'î bibe bingeheke xurt.

Eger Hêzên Parastinê yên Kurdistanê hemû -pêşmerge û şervan jî di nav de- vê formata HPG'ê, guhertina ku pêk aniye û xeta gerîla ya nû di nava xwe de pêk bînin, bi feraseta jinûve ava bûnê tevbigerin wê hingî bi ser bikevin. Li ser vê bingehê eger xwe nû bikin û li hemberî teknîka serdemê bi rêbazeke afirîner tevbigerin, şer bikin, taktîk û teknîkê bi vî rengî binirxînin wê teqez gelê me bi ser bikeve. Em ji vê yekê bawer dikin. Ji ber vê yekê ji bo sala bê em bi hêvî ne."

Wê dewam bike...