Karayilan: Dora pêngavê ya hêzên şoreşê ye

Karayilan: Sala 2017'an rastiya xeta me îspat bû. Pêşî li êrîşên dijmin hate girtin. Dora pêngavê ya hêzên şoreşê ye. Em ê hê bêhtir encamê bigirin.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku mêtingeriya Tirk a bi serkêşiya AKP'ê bi hemû hêza xwe sala 2017'an şerê topyekûn kir, lê ti encam negirt. Karayilan destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê wê sala 2018'an bi ser bikeve.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan şerê sala 2017'an û bendewariyên ji sala 2018'an ji ANF'ê re nirxand.

Dewleta Tirk mîsyoneke zêde li sala 2017’an bar kir. Şerekî giran çêbû. Bi giştî li eniya we rewş çawa bû?

Beriya ku dest pê bikim dixwazim vê bibêjim; ev heftî em salvgera komkujiya Meraşê û hem jî ya Roboskê ye. Em vê komkujiya bi xwînxwarî ya li dijî gelê me şermezar dikim, mirovên me yên ku di van komkujiyan de şehîd bûne bi bîr tînim û diyar dikim ku em ê li pey rêça wan bin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a ku li dijî geşbûna têkoşîna azadiya Kurdistanê ya li herêmê ketiye panîkê, bi hêzên kûr re tifaq daniye û plana têkşikandinê daye berxwe û li ser eciqandina tevgerê biryar daye. Lê li dijî vê di serî de berxwedanên xwerêveberiyê yên li bajarên Kurdistanê, li deştê û bejahiyê berxwedaniyeke mezin pêk hatiye. Ji bo vê jî tevgera çewisandinê ya ku sêwirandin bêencam maye.

Piştî ku bi hewldana darbeyê ya komeke ku li derveyî tifaqa hêzên kûr mayî, nekarîn ku pêşî lê bigirin û bi rengekî kontrolkirî ev pêvajo bi rê ve birin, hewldana 15’ê Tîrmeha 2016’an ji xwe re kirin fersendek. Ên ku tevlî darbeyê bûne çewisandin. Rewşa Awarte ragihandin û li ser vê zemînê li dijî Kurdistanê tevgereke berfirehtir a çewisandinê dane ber xwe. Pêvajoyeke li dijî tevgera Fethûllah zêdetir bi esasî pêvajoyeke li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dane ber xwe. Ji vê hêlê ve, li ser zemîna hin haziriyan, ji 1’ê Îlona 2016’an û vir ve bi pêşengiya Erdogan li dijî gelê Kurdistanê pêngaveke berfireh a şer dane destpêkirin. Pêşî li ser konsepteke ku destkeftiyên gelê Kurd kirî hedefa xwe, şehtkirina hemû saziyên legal, girtina hevserok û hin parlamenterên HDP’ê, dîsa bi yasayeke ku jê re qeyûm gotin, bi desteserkirina şaredariyên Kurd, li kuçe, gund, bejahiyê bi polîtîkaya faşîst a hişk dane ber xwe ku encamê bigirin.

Li gel van, bi bidestxistina hin teknîkên nû, bi rengê pêngaveke teknîk, bi biçekkirina balafirên keşfê, zêdekirina hijmaran van şer ji şerê bejahiyê kirine şerê hewayî. Ji ber ku neçareseriya artêşa Tirk li dijî gerîla derketibû holê. Ev bi salan e diyar bû lê rejîma AKP’ê hemû binbariyên madî da ber xwe û şer veguherand şerê hewayî. Niha şerê li dijî gerîla 90 ji 100’î şerê hewayî ye. Şerê bejahiyê pir û pir kêm bûye. Li ser van digotin PKK heta Nîsanê wê biqede.

Wezîrê ku di vî karî de dihate bikaranîn ji ber vê sedemê tim behsa Nîsanê dikir. Ez dibêm qey van ji vê bawer dikir. Wan hesab dikirin ku bi operasyon û êrîşên hewayî yên zivistanî yên li djî gerîla wê derbeke giran li gerîla bixin. Hesab dikirin ku bi girtin, operasyonan qirkirina siyasi ya li ser qada civakî gel bipirnisînin. Ji bo vê jî wî wezîrî behsa Nîsanê dikir. Lê geşedan weke ku wan digot nebû û beriya her tiştî berxwedaniyeke mezin çêbû. Hem li qada civakî berxwedaniyeke mezin çêbû û hem jî bi girtina nûnerên siyasî kesek teslîm nebû, netirsiya, nerevî û helwesteke berxwedêr hate nîşandan.

Li gel vê, li qada gerîla berxwedaniyeke mezin çêbû. Rast e, destpêkê dema ku şer bi temamî veguherî şerê hewayî hinekî zehmetî çêbûn. Di wê pêvajoyê de ku şêwaza tevgera xwe bîne ser rewşa nû hinek windahî çêbûn. Mînak, payizî, li Dersimê li pey hev du şer çêbûn ku 14 gerîla şehîd bûn. Lê bi giştî berxwedaniyeke çêbû. Piraniya operasyonên zivistanî pûç bûn. Tenê li Tetwanê du cihên bicihbûnê ketin şer lê operasyon bi giştî tasfîye bûn. Her wiha li eyaleta Mêrdînê di asta fermandariyê de bi şehîdbûna heval Soro û Dorşîn derb xwar. Bi vî rengî bihara 2017’an dest pê kir.

Dewleta Tirk ku di operasyona zivistanê de ne serkeftî bû neçar ma ku plana xwe ya îmha û tinekirinê 2017’an rojane bike. Bi plana ku li ser vê zemînê pêk anî, di nav salê de tasfiyekirin, li Başûr bi derxistina şerê bi PDK’ê re, li Rojava ji bo ku operasyona Reqayê bi xwe û çeteyên bi ser xwe ve pêk bîne kete hewldana pêkanîna pêngaveke dîplomatîk û wiha hem xwest pêşî li geşedana şoreşa Rojava bigire û hem jî di qada navnetewî de tevlî lîsteya terorê bike û wiha ne meşrû nîşan bide. Dewleta Tirk 2017’an ev armanc da ber xwe. Di vê babetê de gelekî kêferat jî kir. Bi taybetî, hemû hêza xwe ya dîplomatîk danî holê, Tirkiye kire bazarê û hewl da ku QSD’ê tevlî operasyona Reqayê nebe. Weke ku tê zanîn ev hewldan pûç bûn û dewleta Tirk careke dî li bara şoreşa Roajva, di polîtîkaya Sûriyê de têk çû.

Ji hêla dî ve ji bo ku vê pêvajoyê pêk bîne, ji bo ku tevlêbûna YPG’ê ya li operasyona Reqayê asteng bike hewl dan ku li Şengalê pêvajoya şer bidin destpêkirin. Sedema êrîşên çeteyên bi navê ‘Pêşmergeyên Roj’ ên bi ser PDK’ê ve, yên Adarê bi ser Xanesorê de ev bû. Bi vê maneyê, hem xwest ku ji hêla polîtîk ve hêzan bi hev bide şerkirin, hem li Başûr bi êrîşên hewayî yên berfireh ên bi ser Qadên Parastinê yên Medyayê, ku Şengal jî tevlî vê kirin, encama ku dixwestin bi ti rengî bi dest ve neanîn. Li vir jî dewleta Tirk a mêtinger ne serkeftî ye.

Li Bakur jî pêvajo têra xwe dijwar bû. Beriya her tiştî li dijî rastiya ku şer êdî bi piranî bi hewayî pêk tê, hêzên me ketin pêvajoya nûjenbûnê, ketin pêvajoya ku şêwaza tevgerînê, pevcivînê, rengê çalakiyên xwe biguherin. Tam jî di wê demê de ku êrîşa Şengalê pêk dihat, nirxandinên Konseya Rêveber a HPG’ê ya ku 3’yê Adarê dest pê kirî, tevdîrên ku hatin standin pir girîng in. Hem li dijî hewldana avakirina şerê navxweyî ya mêtingeriya Tirk tevdîrên ku hatine standin ve û hem jî ji hêla tevdîrên ku pêşniyazî hemû rêveberiya tevgerê ve, hem jî bi perspektîfa xwendina pêvajoya şerê nû û li ser vê zemînê jî li ser şêwaza tevgera gerîla perspektîfeke ku guherînên radîkal da ber xwe, ev pir girîng bû. Heke ne wiha bûya dibe ku encamên cuda derbiketana holê.

Gerîla heke di şêwaza berê de bixwesta ku bersivê bide pêvajoya nû windahî wê giran bûna, lê ji bo ku gerîla bi dest xwe re kete pêvajoya nûjeniyê, bi rêjeyeke girîng pêşî li vê hate girtin. Hin deveran ev zû fêhm nekirin, di dema xwe de nekarîn ku guherînan pêk bînin. Li wan deveran hin windahî çêbûn. Lê deverên ku ev zû fêhm kirin, xwe li gorî vê rewşê guherandin, li gorî şêwaza tevgerê ya dema nû xwe nûjen kirin, pêşî li windahiyan girtin. Ji bo gerîla ev pêvajoya nû, xwe lêanîna li rewşa nû, pêşxistina şêwaza tevgera nû, bicihbûn, di rengê çalakiyê de pêşxistina nûbûnê bû. Pêvajoyeke wiha bû ku li hêlekê şer, berxwedan, çalakî bû li hêla dî jî rêveberina guherînê bû. Ji vê hêlê ve bû saleke tund ku hem ji hêla rêxistinî û hem ji hêla leşkerî ve bexwedanî û guherînên mezin çêbûn.

Weke encam mirov dikare wiha bibêje; ji hêla têkoşîna azadiya Kurdistanê ve sala 2017’an bû saleke wiha ku geşedan didomîn, li dijî êrîşan berxwedaniyên mezin pêk hatin. Ji bo mêtingeriya Tirk jî bû saleke wiha ku negihaşte armanca xwe û bi ser neket.

Em têkoşîna azadiya Kurdistanê bi giştî şîrove dikin. Mînak, li bara Rojava ku polîtîkaya dijminatiyê ya li dijî gelê Kurd mêtingeriya Tirk bi temamî têk çûye. Hem nekariye ku geşedanên li vir rawestîne û bi ser de geşedanên li vir kûrtir bûne. Ne tenê bi kantonên Kurdan, bi perspektîfa Bakurê Sûriyê şoreşa Roajva veguheriya şoreşa Sûriyê. Bi perspektîfa Neteweya Demokatîk ku vebijêrkeke nû datîne ber xwe geşedan hatine asta herî bilind.

Weke ku me diyar kirî, dewleta Tirk li Başûr jî armancên xwe pêk neanîn. Lê ji ber şaşitiyên siyaseta Başûr, li gel hemû hişhariyan israra di referandûmê de, hin mewzî ji dest çûne. Li Başûr jî, ji bo ku rastî derkevin holê îro zemîna geşedanên girîng heye. Li Başûr, van 3-4 rojên dawî, bi taybetî li herêma Soran tevgereke gel heye, ev tevgera gel jî encama vê lêgerînê ye. Mirov dikare vê lêgerînê weke hewldana derketina ji vê krîzê bibîne lê siyaseta serdest nikare vê rast bixwîne û fêhm bike. Wiha jî be, lêgerîna gelê me yê Başûr a li azadî, parvekirina dadmend û demokrasiyê heye. Û teqez wê çareseriyê deyne holê.

Weke encam, ji hêla dewleta Tirk ve serneketin li ber çavan e. Li vir ti destkeftiyên dewleta Tirk nîn in. Li devera ku lêgerîna azadiyê heye mêtingerî wê bi ser bikeve.

Mêtingeriya AKP’ê ku li dijî şoreşa Bakur ev çend pêngav, teknîk, erîş dayî ber xwe bê encam maye. Tevgera Apoyî, milîtanên fedayî û fermandarên pêşeng ên leheng; di serî de hevrê Delal, Berçem, Gulnaz, Azê, Soro, Salih, Serhildan û Savaş, berxwedaniya wan a bi lehengî, geşkirina wan a berxwedanê armanca dijmin di gewriya wan de hiştiye. Têkoşîna azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê êrîş pûç kirine, mewzî hatine parastin, di vê navê de nûjeniya hewce kirine, zemîna pêvajoya têkoşîneke geştir ava kirine û ji bo vê jî asta hewce bi ser ve anîne.

Dema ku mirov ji vê hêlê ve li 2017’an dinere, ev sal bûye saleke tije berxwedan û dijwar û ji hêla têkoşîna azadiya Kurdistanê ve, destkeftî zêde bûne û dijmin jî destvala maye.

2017’an li meydana şer çi nûjenî bûn?

Em dikarin bibêjin ku bi tevahî nûjen bû. Weke ku beriya niha jî me gotî, dewleta Tirk li dijî gerîla li bejahiyê têk çû. Ji bo vê jî giranî dane şerê hewayî. Helbet gerîla jî kete pêvajoya ku xwe li gorî vê bi cih bike, şêwaza xwe ya tevgerê, rêxistiniya xwe, bicihbûna xwe, rengê çalakiya xwe li gorî vê bike. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ku 2017 li meydana şer gelek tişt guherîne. Êdî gerîlayên Kurdistanê mîna berê wê şer nekin, profesyoneltir bin û zêdetir xweyî taktîkan bin. Ji hêla hijmariyê ve biçûk, lê ji hêla çawaniyê ve mezin, bi yekîneyên wiha wê derbên giran lê bixe û wiha gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji A’yê heta bi Z’yê guherînê bi xwe re dike û di nav wê hewldanê de ye ku şêwaza serkeftinê pêk bîne. Gerîlayê azadiya Kurdistanê ku hewce kir bi tîmekê û hewce kir bi tûgayekê bikaribe tevbigere, her ku di şêwaza şerê serdema nû de kûr bû wê zêdetir bibe gerîlayê serfiraziyê.

Li dijî taktîka şer a li ser teknîkê ya dewleta Tirk, hûn performansa gerîla çawa dibînin?

Dewleta Tirk di şer de teknolojiya pêşketî ya serdemê têra xwe bi kar tîne û wiha dixwaze li dijî gerîla bi ser bikeve. Di dîrokê de tim nîqaşa wê hatiye kirin bê ka di serkeftina şer de ya diyarker mirov e an teknîk e, çek e. Niha jî ev nîqaş têne kirin. Lê her demê encam ev e; diyarker mirov e.

Rêber Apo jî dibêje, ‘’Teknîka herî pêşketî mirov bi xwe ye’. Ango mirovekî ku bûye xwedî vîn, zîrektiya xwe têra xwe pêş xistî, dikare her tiştî bi ser bixe. Di encamê de ya ku teknîk jî afirandî însan e û wê teknîkê jî mirov bi kar tîne. Ango hêmana diyarker a di şer de mirov e, zîrektiya mirov e, ne teknîk e. Rast e, di serdema niha de şer bi îstîxbaratê, bi teknîk û mirovên bi qelîte bi ser dikeve. Lê bêyî mirovê bi qelîte heke nikaribî îstîxbaratê rast bi kar bînî, binirxînî, nikarî heq ji teknîkê jî derkevî. Ango nikarî teknîka dijmin pûç bikî, teknîka di dest de jî bi rengekî afirîner nikarî bi kar bînî. Di encamê de faktora însên li vir diyarker e.

Niha rejîma AKP’ê bi teknîkê dixwaze encamê bistîne, em jî li dijî vê teknîkê, bi rastiya mirov dixwazin vî şerî bi ser bixin. Em dixwzin mirovên bi exlaq, zane, bîrewer, têr û tije, bi disîplîn, rêxistinî, bi vîn û zîrek, li her qadê bi pêşxistina van hêlan teknîka dijmin pûç bikin, teknîka heyî bi rengekî afirîner têxin xizmeta teknîkê û wiha dixwazin şer bi ser bixin. Em vê dibêjin; di sedsala 21’ê de, şerê ku gerîlayên Kurdistanê wê bi ser bixin, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû herêma Rojhilata Navîn, ji bo hemû derdorên çewisandî yên dinyayê pir girîng e û stratejiyek e. Ji bo vê jî gerîlayên Kurdistanê bi tecrûbeya bi salan, pêşxistina zîrektiya mirov daye, bi rengê ku teknîkê rêxe xizmeta taktîkê, bi taktîkên pêşketî, geşkirina berxwedanê û pûçkirina hemû êrîşan û serkeftin daye ber xwe.

Ji bo vê bêguman pêdivî bi performanseke zêde heye. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî, her ku di di rastiya îdeolojîk û felsefî ya Rêber Apo de kûr dibin û tê de guherîna kesayatiyê pêk tînin di leşkeriyê de jî, di serweriya teknîkê de jî, di pisporiyê de jî bi pêş dikevin. Ji bo vê jî em dixwazin gerîlayên wiha geş bikin ku pêşî giringî didin geşbûna manewî, kûrbûna îdeolojîk dijî, di vê mijarê de dibine xwedi şêwazeke rast a jiyanê, çanda leşkerî, xwedî disîplîna leşkerî û di teknîkê de pisporbûyî. Em ji vê re gerîlayê profesyonel dibêjin. Bi gerîlayê profesyonel û afirîner ku bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo re xwe tije kirî mirov dikare gerilayê serfiraziyê ava bike ku dikare her cure êrîşên dijmin pûç bike û li encamê asê bûye. Niha gerîlayê azadiya Kurdistanê di vê hêlê de di nav pêvajoya kûrbûneke cidî de ye.

2017’an çalakiyên herî serkeftî yên gerîla kîjan in?

Pêşî divê ev were gotin; dewleta AKP’ê bi van kirinên li Kurdistanê propagandaya xwe dike ku ew serkeftî ne. Niha li Kurdistanê siyaseta zilmê heye. Kirinên wiha yên ne kêmî rejîma cuntaya faşîst a 12’ê Îlonê hene, ji vê wêdetir in jî. Di serî de pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê heye ku ev pê re li girtîgehên dî belav dibe. Pergala êşkenceya psîkolojîk û tecrîda giran ku rejîma AKP’ê bi kêfî li ser Rêber Apo dike, li dinyayê mînak vê nîn e. Ev bi temamî kêfî ye û rasterast bi fermana Erdogan pêk tê. Xwedêgiravî bi vê dixwaze ku Rêbertiyê ji gel û hêzên şoreşê qut bike û bi vê encamê bistîne, lê ev hewldaneke bêkêr e. Ne pêkan e ku bi vê encamê bistînin. Berovajî, bi vê re zêdetir kîn çêdibe û dibe zemîn ku giyanê fedayî zêdetir geş bibe. Bi van azîneyan nikarin encamê bistînin. Bi vê êşkenceya dijî mirovî û bi kirinên ku di ti yasayan de cihê xwe nîn in, li gel vê bi êrîşên hewayî mirov nikare bibêje encamek standiye. Mînak, beriya bi çend rojan diyar kirin ku ji 1’ê Îlona 2016’an ve 4.536 gerîla şehîd xistine. Gotin ji van 115 jê berpirs in. Niha li djî vê derewa burjuvaya mêtinger divê em rastiyê bibêjin.

Heqîqet çiye; rast ragihandina raya giştî peywireke şoreşgerî ye. Li gorî vê ez dikarim bîlançoya 11 mehan bidim. Bîlançoya fermî ya HPG’ê heye. Ya meha Kanûnê ji ber ku hê neqediyaye ew temam nebûye. Lê ji meha Çile heta dawiya meha Mijdarê wiha ye;

Yên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine kirin;

Hejmara operasyonên bejahiyê; 112

Hejmara êrîşên hewayî; 191

Hejmara êrîşên bi helîkoptêr û kobrayan; 97

Hejmara êrîşên bi obûs, hawan û tangan; 298

Li dijî vê çalakiyên ku gerîla kirin; 657

Ji van çalakiyan encamên 162 heban nehatine tespîtkirin,

Di wan çalakiyan de ku encamên wan tespît bûne, windahiyên dijmin wiha ne;

Windahiya polîs û leşkeran; 1484, ji van 24 bi rûtbe ne,

Hejmara birîndaran; 386

Wesayitên zirxî yên ku hatine rûxandin; 60

Wesayitên normal ên ku hatine rûxandin; 20

Helîkoptêrên ku hatine xistin; 3 (1 kobra, 2 helîkoptêrên bi tîpa skorsky)

Di van 11 mehan de hejmara gerîlayên ku şehîd bûne; 578

Li zemînên cuda, li bajar û qadan di nav 11 mehan hejmara gerîlayên ku dîl ketine; 30.

Encamên rastî ev in. Ji van çalakiyan dîmenên 47’an di Gerîla TV de hatine parvekirin. Dîmenên gelekan jî ji ber sedema şertan hê negihaştine navendê, ji bo vê jî nehatine weşandin. Ji van çalakiyan hin jê bi dîtbarî hatine tomarkirin. Helbet ên di tariya şevê de, qeydkirina çalakiyên wan zehmet e, ên çalakiyên bi roj têne girtin.

Li vir ez tiştekî balkêş bibêjim. Şerê ku di nav salekê de pêk hatine 29 in.Çima? Ji ber ku leşker şer nake. Ji hewayî operasyonan dike lê ji şer direve. Di vê pêvajoyê de 29 çalakî bûne.

Biya min ev encameke balkêş e ku rewşê vedibêje. Ango şer êdî ne li bejahiyê ye, lê şer bûye şerekî hewayî ku bi hêza hewayî pêk tînin.

Li gelek eyaletan hin çalakiyên serkeftî hene û bi fermî hatine pîrozkirin. Niha zehmet e ku mirov hemûyan bibêje. Lê di serî de ya ku tê bîra mirov, çalakiya Amed-Baxlarê ye ku 11’ê Nîsanê li Amed Baxlarê, bi tûnela binerdê re pêk hatibû û ji 100’î zêdetir polîs miribûn. Her wiha çalakiya Botan-Bestlerê ku bi roj li dijî hêzên Tepê Beroj pêk hatibû, li eyaleta Serhedê, li dijî du operasyonên artêşa Tirk a li ser Tendurekê, berxwedaniyeke mezin û çalakiyên dijî vê, her wiha di operasyona dijî Çiyayê Agiriyê de, bêyî ku ti windahî bibin, berxwedaniya mezin ku hatî nîşandan, bi vî rengî li dijî hêzên ewlehiyê yên hêzên Tirk gelek çalakî hatin kirin û operasyon hatin şikandin.

2017’an li Amedê gelek operasyon çêbûn. Di operasyonên biharê de windahiyên me jî çêbûn. Me gelek hevalên hêja şehîd dan. Ji heval Aşût ta bi Gulnaz, Berçem û her wiha Salihan gelek hevalan berxwedaniyeke mezin nîşan dan lê di gelek operasyonan de derbên giran li êrîşên dijmin hatin xistin û çalakiyên ku hatine pîrozkirin hene.

Her wiha operasyona bi mebesta dagirkirina Zapê 17 rojan dom kir. Di vê navê de bi windahiyên kêm, dewleta Tirk windahiyên mezin dan bi gelek çalakiyan. Ev berxwedan jî hate pîrozkirin.

Her wiha li qada Zagrosê gelek çalakiyên serkeftî û hatin pîrozkirin hene.

Her wiha çalakiya Maçkayê ya hêzên Karadenîzê, gelek pêngavê çalakiyên serkeftî çêbûn.

Yek ji operasyona herî serkeftî ya salê jî ew bû ku, dema ku di haziriya suîkastê ya li dijî rêveberiya tevgera me de bûn, bi operasyoneke pir bi hostayî hatî hazirkirin, girtina du rêveberên MÎT’ê yên bi asta midûriyê bûn ku ji hêla hêzên me yên îstîxbarî ve hatibû kirin. Performansa vê operasyonê her wiha nîşan dide ku îstîxbarata şoreşê jî gihaştiye astekê. Bi vê operasyonê re planeke bi xayinî ya dewleta Tirk hatiye pûçkirin, 2 rêveberên MÎT’ê hatine girtin. Lê di vir de ya girîng ew e ku ev operasyoneke şoreşger e ku gelek sûda wê heye. Di vê mijarê de dibe ku siberojê ji daxuyaniyê re were ragihandin, niha dikarim vê bibêjim; ev çalakiyeke pir girîng e ku ji hêla tevgera me ve gelek encamên erênî bi xwe re aniye û sûdeke girîng derxistiye holê.

Bi kurtasî, di nav salê de çalakiyên wiha çêbûn, zehmet e ku mirov li vir hemûyan vebêje, çalakiyên herî li pêş mirov dikare wiha bibêje. Di encamê de ya ku ji tabloyê dertê û tê xuyakirin ev e; li Kurdistanê şerek heye û di vî şerî de hêza artêşa Tirk û hemû hêzên ewlehiyê, hemû derfetên teknîkî hatine seferberkirin lê dîsa jî encamek nestandine. Li dijî vê gerîla û gelê ku li dijî vê ber xwe dide, vediguhere û her ku diçe xwe ji pêngavên mestir re hazir dike heye. Li vir xwe diyarkirina zîrektiya însên taybetmendiya herî sereke ye. Li Kurdistanê şerê vînê heye, di vî şerê vînê de, berxwedaniyeke watedar heye ku zîrektiya mirov bi peş dixe û bi wê îdîayê ye ku vê bigihîne serfiraziyê. 2017’an asta serkeftinê ya vê berxwedanê zêde ye.

Ji encamên îsal derktetin sala pêş me wê çawa dest pê bike?

Em dikarin bibêjin ku sala 2017’an ji hêla gerîla ve bû pêvajoya xwe hazirkirina li gorî şerê nû, guherandina şêwaza tevgera xwe, rengê çalakiyên xwe ya li gorî vê. Tê zanîn yekîneyên me yên ku destpêkê xwe nekarîn tam li gorî vê rewşê biguherînin şehadetên ku diviya qet nebûna çêbûn. Gelek milîtanên pir hêja û hevalên me yên bi asta fermandariyê şehîd bûn. Ji bo me ne pêvajoyeke hêsan bû, dijwar bû lê ji hêlekê ve guherîn, veguherîn û li hêla dî çalakî, şer ji ber ku ketin ser hev helbet bi astên cuda hin zehmetî çêbûn lê êdî şêwaz rûnişt.

Ango gerîla şêwaza serdema nû, bi astekê sepandina performansê bi dest ve anî. Ji bo vê jî, ji nîvê salê û wir ve gihaşte şêwazeke tevgerê ya bi ser hev de hatî û windahî kêm bûn. Windahiyên aliyê dijber jî zêdetir bûn. Di vê payizê de operasyona mezin ya li Bestlerê ku heval Delal û Azê şehîd bûbûn pêk hat, dîsa li Dersimê, hêzên Erzeromê tîmek jê windahî dan, hin şehîd çêbûn. Ev windahî jî bi giştî wiha çêbûn ku îstîxbarata Tirk bi bicihkirina çîpan a li nav hin malzemeyên bikaranînê û wiha bi tespîtkirina cih pêk hatin. Helbet, her gerîlayê ku xwe û têkiliya xwe baş rêxistî û hişyar wê her cure azîneyên îstîxbarata Tirk derxîne holê û bêencam bihêle. Lê mixabin li hin deveran hevalên me bi safî nêz dibin û derfetê ji wan re çêdikin. Divê êdi li dijî van rebazên ku kevn bûne hem divê welatparêz û gerîla bi tevdîr bin. Ev mijar piştre bi berfirehî wê werin vegotin.

Dewleta Tirk bi navê îstîxbaratê bi gelek însanan re dilebike; ji bo ku bixe, bike ajan gelek rê û rêbazan bi kar tîne. Şantajan dike, gefan dixwe, mirovan dişopîne, qelsiyên wan dibîne, dîmenên wan tomar dike û li dijî wan bi kar tîne. Ji bo ku dualî bixabitin bi gelek rêbazan bi ser wan de diçe. Hinan dikişîne nîqaşan, dibêje meseleya Kurd wê çawa bibe, Rêbertî hewldaneke baş kir lê hinan piştre xira kir, hûn çi dibêjin, wiha bi ûslûbeke nerm dikîşîne nav nîqaşan, piştre jî her cure taktîkên ku ajankirinê ferz dike bi kar tîne.

Di serê van de jî MÎT tê. Her wiha jandarma, polîs jî bi rêbazên wiha qirêjî hewl didin ku mirovan bixin. Bi pêşxistina fihûşê, eroînê dixwazin zemîna ajaniyê pêş bixin. Li gel van, bi rengên cuda, çîpên ku cih diyar dikin, azîneyên ku teknîkên wiha wiha bi kar tînin sazkar dikin. Yekîneyên ku li dijî van zêde ne hişyar in û ne baldar in cih tespît dikin û wiha ji hewayê li wan dixin. Ji bo vê jî gerîla divê baldartir, kûrtir, bi pîvan nêz bibe. Bi nêzîkatiyên qebe, zehmet e ku mirov lîstikên bi konetî, xebatên îstîxbarî yên dijmin bê encam bihêle. Ji bo vê jî, yekîneya gerîla ku bi hişyariyeke zêde, disîplîna hundirîn, bi rihê veşartina kûr dixebite, dikare pergala kontrolkirinê ya dijmin têk bibe, ku dijmin ji bo vê armancê xistina mirovan û teknîkê bi kar tîne. Heke mirov bala xwe bidiyê dîsa tevgera mirovên bi qelîte, zane, bîrewer û rêxistinî dertê pêşberî me, heke em bigihijin vê, her cure êrîşê em dikarin pûç bikin.

Ev teqez e; hêza li pêşberî me pir qels bûye. Di plana siyasî de em naxwazin nirxandinên berfireh bikin. Lê em pê dizanin gelek welat hene ku îro wezîrên dewleta Tirk a mêtinger jî nikarin biçinê. Ev çend tenê mane, teşhîr bûne.

Dîktatoriya Erdogan ji hêla hemû raya giştî ya dinyayê ve tê zanîn. Ew her çendî helwesta li dijî xwe weke helwest li dijî tevahiya Tirkiyê nîşan bide jî rastî ev e ku raya giştî ya navnetewî ku dirûtiya dîkatoriya Edogan, diziya wî, kujeriya wî dizane, xwedî helwest û tevgerekê ye. Di dîrokê de cara pêşî ye ku Komara Tirkiyê wiha tenê maye. Her wiha her roj gendeliyên wan dertên holê. Her çendî bi hêzeke mezin a çapemeniyê hewl didin ku ser hemû rastiyan bigirin jî şopan van bi temamî nikarin ji holê rakin. Heqîqeta Kurdistanê heqîqeteke mezin e , ên ku vê înkar dikin, ji nedîtî ve tên û ti heqî nas nakin neçar in ku têk biçin.

Dewleta Tirk li dijî şoreşa Rojava ev 6 sal in tişta jê hat texsîr nekir. Destek da çeteyan, da DAÎŞ’ê, destek da Nûsra, pere dan û her cure derfet çêkir. Karîbû bi paş bixe? Na. Ji ber ku rastiyeke mezin e, xwe dispêrê şoreşa Rojava û rastiyeke civakî. Nikarin gelê Kurd tine bikin, ne li nav sînorên Tirkiyê û ne jî li derveyî wê. Ji bo ku di vê de israr dikin hem li dinyayê û hem li herêmê ketiye rewşeke dijwar û qels in.

Li dijî berxwedana gelê me û berxwedaniya mezin gerîla bê encam mane. Zilma wan li ser wan, di stûyê wan de maye. Ti encam nestandine. Ji bo vê jî neçarî têkçûnê ne. Wê bi ser nekevin û têk biçin.

Ne tenê gerîla, bi giştî têkoşîna azadiya Kurdistanê, di sala 40’î ya PKK’ê de, ango sala 2018’an de daye ber xwe ku pêngaveke mezin bavêje. Vê ne tenê di hêla leşkerî de, ji hêla civakî ve, dîplomatîk ve û ji her hêlê ve, li dijî rejîma mêtinger a berdest, a faşîst û nîjatperest, şoreşa Kurdistanê, bi hevalbendên xwe bi hevkariyekê, bi hêzên Çepgir-Sosyalîst ên Tirkiyê re, bi avakirina zêdetir hevkarî û hevgirtinê, li dijî vê pêla faşîst a AKP û MHP’ê berxwedaniyeke encam daye ber xwe.

Gerîlayê azadiya Kurdistanê jî weke ku beriya niha me diyar kirî, sala bihurî ji bo xwe weke sala adaptasyonê, veguherînê û xwe amadekirina li gorî şêwaza şerê nû derbas kir. Vê sala were, li ser vê, xwedî wan derfetan e ku performanseke xurt a şer nîşan bide. Bêguman, bi yekîneyên zêdetir pispor, biçûk lê karîger, bi rê û rêbazên cuda, bi taktîkên dewlemend ên pevcivînê û belav bûnê, li gorî giyanê pêvajoyê, hem li bejahiyê, hem li deştê bi berxwedaniyê, bi vî rengî jî, gerîlayê ku dînamîka girîng a tevgera civakî ye, di pêvajoya pêş de pêkan e pêngaveke xurt û asta şer derxîne holê. Zemîna vê heye, di rewşa berdest de li ti eyaletê bi rengekî cidî valahiyek nîn e. Sîstema gerîla zindî û xurt e. Heke li hin deveran windahî çêbûbin jî zû dikare xwe nû bike. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin ku sala pêş me, sala 2018’an wê saleke berfirehtir be û saleke mezintir be, ji niha de em dikarin vê bibêjin.

Gelo bi ya we, sala 2018'an wê li gorî sala 2017'an hê dijwar derbas bibe?

Dijwarî bi mijarê ve girêdayî ye. Ji niha ve tê dîtin ku sala 2018'an wê ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê û hêzên şoreşger bibe saleke xwedî avantajên girîng. Beriya her tiştî, xuya ye ku şerê li Rojhilata Navîn wê di sala pêş de bi şêweyê cuda bidome. Di vî şerî de yên bi ser bikevin wê aliyê nîjadperest, neteweperest, dîktatorî nebe. Wê hêzên xwedî zîhniyeta demokratîk ên xwe dispêrin gelan û civakê, aliyê xwedî pêşniyarên çareseriya rast e.

Bûyerên dawî yên li Kurdistanê û herêmê qewimîn, rastiya paradîgmaya Rêber Apo careke din piştrast kirin. Kurd jî, Ereb jî dikarin bi rengekî rast sûdê ji vê paradîgmayê bigirin û polîtîkayên rast biafirînin. Li dijî modernîteya kapîtalîst, paradîgmaya Rêber Apo ya li dora modernîteya demokratîk, ne tenê ji bo PKK'ê lê ji bo her kesî rê nîşan dide. Di şoreşa Rojava de tê dîtin bê gelên Ereb, Asûrî, Suryanî li ser bingeha perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo çawa hevpar bûne. Ev yek rêya şoreşê ya Rojhilata Navîn nîşan dide.

Ji mînaka dawî ya Başûr careke din derket holê ku mejiyê netewe dewletê çareseriyê bi xwe re nîne, feraseta netewe dewletê rê li ber rageşî, şer û parçebûnê vedike. Lewma eşkere bûye ku xeta Rêber Apo ya ku biratiya gelan esas digire, wekheviya ji dil pêk tîne û azadiya jinê esas digire, wê bi ser bikeve. Ji er vê yekê eşkere ye ku xeta RAêber Apo li herêmê berz dibe.

Dewleta Tirk çiqasî tecrîdê bike, çiqasî zextê bike, wê nikaribe ser vê rastiyê bigire. Xeta Rêber Apo îro hem li Kurdistanê hem jî li herêmê gihîştiye asta herî bilind a xeta herî girîng û xurt. Ji ber vê yekê, sala 2018'an ji hin aliyan ve li gorî sala 2017'an hê bi avantaj e. Avantajê dide me. Ji ber ku xeta me rastiya xwe îspat kiriye. Wekî din êrîşên dijmin ên bi rengê cuda, hatine pûçkirin. Dora pêngavê êdî ya hêzên şoreşê ye. Lewma em dikarin bêjin ku pêşiya sala 2018'an di vî warî de hê vekirî ye. Lê belê mebest eger şer û rageşiyên gengaz be, dibe ku sala 2018'an bibe saleke dijwar. Dibe ku şerekî dijwartir biqewime. Lê belê zemîneke ku rê li ber pêşketina şoreşgerî vedike jî heye. Ji ber vê yekê saleke welê li pêşiya me ye ku hêzên şoreşger dikarin encamê jê bigirin. Em bi vî rengî difikirin.