Karayilan: Divê benda AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin

Karayilan: Dewletê biryar daye ku HDP'ê li binê bendê bihêle, lê her tişt bi dilê dewletê nameşe. Ev yek bi karê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ve girêdayî ye. Serketina HDP'ê wê rê li ber pêvajoyeke nû ya demokratîk veke.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, sedem û encamên pêngava 1'ê Hezîranê û hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Karayilan bi bîr xist ku tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi pêşniyar û fermana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 2'ê Tebaxa 1999'an şer sekinand û got, "Heta Hezîrana 2004'an yanî 5 salan ji bo avakirina bingeheke çareseriya siyasî, ji bo dewleta Tirk dest bi diyaloga çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bike, me fîşekek jî neteqand. Lê belê dewleta Tirk gav neavêt. Tenê di dema Ecevît de qedexeya li ser Kurdî hate rakirin."

BI SIYASETEKE VEŞARTÎ Û DURÛ XWESTIN TEVGERA ME TASFIYE BIKIN

Karayilan destnîşan kir ku bendewariya dewleta Tirk tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û wiha dewam kir: "Armanca dîlgirtina Rêberê me bi rêya komploya navneteweyî ev bû. Bi hilbijartina 2002'an re AKP bû desthilatdar. Wan jî siyaseta înkar û tinekirinê bi heman rê û rêbazî dewam kirin. Bi rengekî hê veşartî û durû ev siyaset dewam kirin."

Li ser vê siyaseta qirêj a desthilatdariya AKP'ê, Karayilan got "Sermeselê gotin, 'Kurd birayên me ne'. Lê belê tiştek nekirin. Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin serî li her rê û rêbazê dan. Mînak; sala 2003'an li Qûbînê komek ji hevalên me ya bi pêşengiya Mahîr Dersim şehîd xistin. Wekî din, sala 2003'an li Çewligê 14 hevalên me yên bi pêşengiya Şevger şehîd xistin. Firsend li ku derê dîtin, yekser êrîşî hêzên me kirin û hewl dan îmha bikin. Siyaseta înkar, tinekirin û asîmîlasyonê dewam kirin. Herî dawî hin kesên li nava tevgea me bi kar anîn û xwestin bi destê wan tasfiye bikin. Bi vî rengî xwestin encamekê bi dest bixin."

Karayilan destnîşan kir, piştî ku ev plana dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve kifş bû, di civîna 2. a Kongra Gel de biryara Pêngava 1'ê Hezîranê hate dayin û ev biryar ji hingî ve bi cih tê anîn.

ŞERÊ EM DIKIN ŞERÊ XWEPARASTINÊ YE

Mûrat Karayilan da xuyakirin ku ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk, ew neçar man xwe biparêzin û got, "Şerê ku em dikin şerê xweparastinê ye. Dewleta Tirk ji bo tasfiyekirina me, gelê me tevdigeriya. Bêguman em xwe bi rengê îdeolojîk, çandî û siyasî ve diparêzin. Lê belê li cihê ku ev bê bandor hatine xistin, em neçar in xwe bi rengekî çekdarî biparêzin. Eger çek nebûya, dibe ku weke gel û tevger em niha qediyabûna. Lewma mafê me yê herî xwezayî ye ku li dijî van êrîşên berfireh xwe bi rengekî çalak biparêzin. Li ser vê bingehê, ez hemû şehîdên pêngavê bi hezkirin, hurmetî û minetdarî bi bîr tînim. Em ê her tim xwedî li bîranîna wan derkevin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser Rewşa Awarte ya li Bakurê Kurdistanê li ser kar e û hilbijartinên di nava vê rewşê de bên kirin nirxand:

REWŞA AWARTE JI BO DESTWERDANA LI ROJAVA Û BAŞÛR DEWAM DIKE

"Beriya her tiştî em partiyeke hilbijartinê nînin. Em dixwazin bi hêz û têkoşîna gel encamê bigirin. Em heta niha di vê çarçoveyê de têkoşiyan, gelê me em parast û xurt kir. Vê têkoşînê bi xwe re rê li ber pêşketinên cuda vekir. Çavkaniya têkoşîna me, tevgera civakî ye. Bi hilbijartinê em nikarin xwe bigihînin encamê. Bi têkoşîna civakî em dikarin xwe bigihînin encamê. Gelek zemîn hene ku ji aliyê têkoşîna civakî ve hatine afirandin. Yek ji van zemînan jî qada siyaseta legal e. Bila gelê me û hemû dostên me zanibin ku em bi hilbijartinê nikarin xwe bigihînin encamê, lê belê ev yek jî qad û çepereke têkoşînê ye. Li vê qada têkoşînê divê her kes bixebite û encamekê bi dest bixe. Hilbijartin di nava Rewşa Awarte de tê kirin. Divê li gorî vê rastiyê nêzîkatî bê nîşandan. Qanûna Rewşa Awarte tenê li dijî gelê Kurd e. Ji bo zextê li gelê li Bakurê Kurdistanê bike û encamekê bi dest bixe. Ji bo dest li Rojava û Başûrê Kurdistanê werdin Rewşa Awarte didomînin."

REWŞA AWATE TENÊ LI DIJÎ KURDAN E

Karayilan anî ziman ku Rewşa Awarte tenê li dijî Kurdan e û got, "Ji bilî Kurdan kî heye? Gelo Fethûllah heye? Hemû kadroyên Fethûllah hatin girtin. Çima qanûna Rewşa Awarte didomînin? Ji bo gelê Kurd teslîm bigirin. 3 sal in li Îmraliyê sîstema êşkenceyê dimeşînin. Xwestin Rêber Apo teslîm bigirin, lê ji wan nehat. Êrîşên tinekirinê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, li qada siyasetê jî girtina hevserokên partiyan, parlamenteran, desteserkirina şaredariyan û êrîşên topyekûn ên li dijî gelê Kurd ji bo wê yekê hatin kirin ku gelê Kurd ji rêya xwe vegere. Xwestin teslîm bigirin, lê ji wan nehat. Bi teknolojiya herî pêşketî ji her alî ve êrîş birin ser gerîlayên Kurdistanê, lê li her eylaetên me gerîla ji her demê bêhtir xurt in."

AKP'Ê Û DEWLETA TIRK BIRYAR DANE KU HDP'Ê DI BINÊ BENDÊ DE BIHÊLIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir, Erdogan û dewleta Tirk paşeroja xwe bi tasfiyekirina gelê Kurd ve girêdane û wiha pê de çû: "Dibêjin, 'Eger Kurd bi ser bikevin, em ê têk biçin'. AKP'ê û dewleta Tirk biryar dane ku HDP'ê di binê bendê de bihêlin. Dixwazim vê destnîşan bikim; ev yek biryarek e. Tevî ku ji derve, ji Neteweyên Yekbûyî û gelek hêzên din rexne hatin kirin û hate destnîşankirin ku hilbijartin nabe ku di nava Rewşa Awarte de bê kirin, wan biryara hilbijartinê dan. Destpêkê dixwazin Kurdan li Tirkiyeyê biqedînin, piştre jî li Iraq, Îran û Sûriyeyê Kurdan biqedînin. Dibe ku hin Kurd niha baş fêhm nakin, ya jî xwe li nefêhmkirinê datînin. AKP û MHP'ê stratejiya xwe li ser vê bingehî ava kirine. Wê bixwazin ku HDP'ê li binê bendê bihêlin."

HER TIŞT LI GORÎ DILÊ WAN NAMEŞE

Karayilan destnîşan kir ku her tişt li gorî dilê wan nameşe û got, "Niha di nava xwe de tifaq kirin. Bi MHP'ê re Tifaqa Cûmhûr kirin. Yên ku ji MHP'ê qut bûn û partiyeke din ava kirin, tevî hin partiyên din Tifaqa Millyet ava kirin. Her du tifaq jî rastgir in. HDP bi tena serê xwe eniya demokrasiyê temsîl dike. Paşeroja komên ku li derveyî sîstemê hatine hiştin, di nava HDP'ê de ye. Di halê hazir de HDP ji bo demokrasiyê weke alternatîfekê têdikoşe. Mejiyê tifaqên din tekparêz an jî şoven e. Li ser maf û azadiyan polîtîkayeke xwe nîne. Li dijî hemû êrîş û fenên van hêzan, HDP dikare ji texmînan jî bêhtir deng bigire. Divê hemû xebatkarên HDP'ê, gelê Kurd, tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, Ermenî, Suryanî, Elewî, hêzên li derveyî sîstemê zanibin ku ev kar wê ne hêsan be. Divê zanibin ku biryara fermî ya dewleta Tirk ew e ku HDP'ê li binê bendê bihêle. Bi vê têgihiştin û zanebûnê divê her kes bixebite. Divê karekî welê bê kirin ku sed-du sed hezar dengan bidizin jî ev yek divê bandorê neke."

DIVÊ KESEK LI BERJEWENDIYÊN XWE YÊN ŞEXSÎ NEFIKIRE Û LI BER POLÎTÎKAYA QIRÊJ A DEWLETA TIRK RABE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku rejîma AKP'ê û hêzên dewletê ji bo serneketina HDP'ê hemû derfetên xwe bi kar tînin û got, "Guhertina cihê sindoqan, danîna sindoqan li qereqolan, yekkirina sindoqan li gorî dilê xwe... Pêwîste gelê me bi vê zanibe û xwe sist neke. Her kesên ku dixwazin ev sîstema tekparêz û dîktator bê guhertin, girîng e di vê çarçoveyê de tevbigerin. Ya rast li Tirkiyeyê atmosfereke guhertinê rû daye. Hemû hêzên demokratîk li dijî tifaqên dewletê di bin sîwanekê de li hev civiyane. Bi taybetî gelê Kurd û her kesên ji HDP'ê hez dikin an jî hez jê nakin divê zanibin ku AKP bi êrîş û şerê li dijî Gelê Kurd li ser piyan e. Ji bo pêşî li vê siyasetê were girtin, divê destek ji HDP'ê re bê dayin. Pêwîste kes li berjewendiyên xwe yên şexsî nefikire û li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk yekîtiyê esas bigire. Divê ne pirsgirêk be bê kî bûye namzet kî nebûye. Serketina di hilbiljartinê de wê deriyê bihuştê veneke, lê belê wê li Tirkiyeyê pêşî li destpêkirina pêvajoyeke nû ya demokratîk veke. Girîng e her kes bi vê zanibe."