Karasû: Gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike, bila PDK xwe nexe navberê

Karasû diyar kir ku dewleta Tirk bi berxwedana gerîla xitimiye û destnîşan kir, ku PDK bi van kiryarên xwe hewl dide artêşa Tirk a xitimiye rizgar bike. Karasû got, "Gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike, bila PDK xwe nexe navberê."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a Medya Haberê de li ser êrişên artêşa Tirk û liv û tevgera PDK'ê ya li qadên gerîla axivî.

Karasû di destpêka axaftina xwe de Sema Yuce û Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Karasû diyar kir, di vê demê de ku zexteke giran, polîtîkaya qirkirinê li ser gelê Kurd tê meşandin û bi her rê û rêbazê hewl tê dayin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bê tepisandin, tecrîda li ser Ocalan tê girankirin û got, "Tecrîda li ser Rêber Apo parçeyek ji zexta li ser gel e. Ji bo zextê hîn bêhtir li gel bikin, tecrîdê li ser Rêber Apo dişidînin. Divê tecrîda li ser Rêber Apo bi vî rengî bê fêhmkirin."

'TÊKBIRINA TECRÎDÊ MISOGERIYA AZADIYÊ YE'

Mûstafa Karasû destnîşan kir, heta ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd neyê xurtkirin, heta ku li dijî êrişên qirker ên dewleta Tirk têkoşîneke bi bandor neyê meşandin, li dijî tecrîdê jî têkoşîneke rast nikare were meşandin û wiha dewam kir, "Lewma xwedîderketina li Rêber Apo, têkoşîna li dijî tecrîdê beriya her tiştî têkoşîna li dijî êrişên qirkerî û mêtingeriyê ye. Têkoşîna pûçkirina van êrişan e, pûçkirina tecrîdê di heman demê de misogerkirina azadiyê ye."

Karasû ragihand ku li dijî tecrîdê, têkoşîna gelê Kurd dewam dike û got, "Li hundir û li derve, li her derê xwedîderketina li Rêber Apo dewam dike. Divê ev yek bê dewamkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de, êrişa PDK'ê ya li ser qada gerîla nirxand û bal kişand ser konsepta êrişê: "Beriya 2 salan PDK'ê hêzên xwe şandibû Zînî Wertê. Me wê demê jî ragihandibû ku hatina hêzên leşkerî yên PDK'ê ji bo Zînî Wertê liv û tevgera PDK'ê ya di çarçoveya konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd de ye. Têkiliyên DYE-Tirkiye-PDK, weke parçeyek ji konsepta tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ketibû rojevê. Piştre êrişên li ser Heftanînê dest pê kirin. Dewleta Tirk dest bi hewldana dagirkeriyê kir."

'JI BO TASFIYEKIRINA TEVGERA AZADIYÊ, PDK TÊ BIKARANÎN'

Karasû bi bîr xist ku ev hewldan bi êrişa li ser Garê dewam kir û got, "Herî dawî êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê di çarçoveya vê konseptê de ne. Divê ev yek bê dîtin. Di şexsê gerîla de dixwazin Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Di vê mijarê de jî PDK tê bikaranîn.

Em dikarin vê bêjin; Li Şamê sala 1999'an dewleta Tirk tevî DYE û Îsraîlê, her wiha bi beşdariya PDK'ê komployeke navneteweyî li dar xist. Bi wê komployê xwestin ku Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Lê belê 20 sal in, 22 sal in li gel êrişên giran jî nekarîn Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Berevajî; tevgera me xurtir bû. PKK mezintir bû. Bandora xwe ya siyasî ya li ser Rojhilata Navîn zêdetir bû. Lewma hêzên ku komplo kirin, bêguman mîna berê xurt nînin, yan jî tifaqa komployê ya berê ewqasî berfireh nîne. Di nava wan de hin pirsgirêk hebin jî armanca wan a sala 1999'an, polîtîkaya di şexsê Rêber Apo de tasfiyekirina PKK'ê, polîtîkaya tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê, komployê niha hewl didin li Herêmên Parastinê yên Medyayê bimeşînin. Ev yek konsepteke.

'ROLA PDK'Ê SINDAN E, ROLA TIRKIYEYÊ JÎ ÇAKÛÇ'

Ev yek êrişeke ku Tirkiyeyê û PDK'ê bi hev re plan kirine. Her kes bi rola xwe radibe. Rolek dane PDK'ê. Rolek dane Tirkiyeyê. Li pişt wan jî hêzên navneteweyî hene. Li ser vê bingehê êriş dikin. Di çarçoveya vê planê de PDK hewl dide herêma Metînayê dorpêç bike, bikeve navbera qadên gerîla, ji hev qut bike. Cewhera vê planê wiha ye; PDK wê bibe sindan, dewleta Tirk jî êriş bike û bibe çakûç. Wê bi vî rengî Tevgera Azadiyê bê tasfiyekirin.

Niha bi roleke bi vî rengî tevdigerin. li Garê qadên gerîla dorpêç kirin. Par dorpêçeke bi vî rengî kirin. Li Garê rageşiyeke bi vî rengî rû da. Li wir şer qewimî. Bi sînor jî be, piştre aram bû. Niha bi êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê ev êriş berfireh kirin. Ev êriş êdî ne êrişeke li ser çeperekê ye. Dixwazin PKK'ê tasfiye bikin û astengiya li pêşiya Qirkirina Kurdan rake. Dixwazin vê konseptê, qonaxa dawî ya vê komployê bibin serî. Bi tasfiyekirina PKK'ê dixwazin komploya ku sala 1999'an li Şamê hate destpêkirin bibin serî. Divê ev konsept bi vî rengî bê dîtin."

'DEWLETA TIRK BI BERXWEDANA GERÎLA XITIMIYE; PDK HEWL DIDE DEWLETA TIRK RIZGAR BIKE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku gerîla bi rengekî fedayî li dijî van êrişan li ber xwe dide û got, "Li Garê li ber xwe da, li Heftanînê li ber xwe da. Dewleta Tirk kir nekir bi van êrişan nekarî bigihêje armanca xwe. Meh û nîveke di êrişan de dewleta Tirk xitimî ye. Belê, dewleta Tirk tevî ku bi hemû derfetên xwe êrişî qadên gerîla dike, xitimiye. Berxwedana gerîla berxwedaneke fedayî ye. Dewleta Tirk ketiye nava çiravê. Meh û nîveke dewleta Tirk ji bilî bicihbûna li hin nuqteyên li ser sînor, nikare bi pêş ve biçe. Di ser re, gerîla her roj derbê lê dixe. Leşkerên artêşa Tirk ji aliyê gerîla ve hatine dorpêçkirin. Her roj ji gerîla derbê dixwin. Di rewşeke wiha de ne. Asta berxwedana meh û nîvekê wiha ye. Dorpêçkirina qadên gerîla ji aliyê PDK'ê ve tê wê wateyê ku PDK bi hawara dewleta Tirk ve tê. Di atmosfereke welê de ku dewleta Tirk wê bê têk birin, êrişên dewleta Tirk wê bên pûçkirin û her roj derbê dixwe, PDK hewl dide dewleta Tirk rizgar bike. Bi rastî jî rewşeke cidî ye. Rewşeke ku bê qebûlkirin nîne."

'PDK DI BIN PARASTINA BALAFIRÊN TIRK DE BI PÊŞ VE DIÇE'

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku meh û nîveke şer gelekî giran bûye û wiha dewam kir, "Dewleta Tirk tengav bûye. Niha PDK bi hatina qadên gerîla dixwaze vê tengaviya dewleta Tirk ji holê rake û bike ku gerîla bi wan ve mijûl bibe. Bi rengekî eşkere hewl dide, ku gerîla bi hêzên leşkerî yên PDK'ê ve mijûl bibin û dewleta Tirk jî encamê bi dest bixe. Em vê dibînin. PDK çawa bi pêş ve diçe? Balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) yên dewleta Tirk hene. Ew qadê tespît dikin, koordînatan tespît dikin û balafirên şer jî lê didin. Hêzên PDK'ê jî bi vî rengî hewl dide bi pêş ve bên. Ev yek eşkere ye. Ji ber ku pêşmergeyên normal nikarin li dijî PKK'ê şer bikin, hêzên taybet tînin. Di bin parastina balafirên şer ên Tirk de, di bin parastina SÎHA'yan de bi pêş ve diçin. Gelo tiştekî wiha dibe? Ev tê çi wateyê? Ev yek tê wê wateyê ku PDK li kêleka Tirkiyeyê yekser tevlî vî şerî bûye. Wekî din ev yek nikare bê vegotin. Ev nayê qebûlkirin. Lewma bi rastî jî rewş cidî ye. Ji bo Tevgera me ya Azadiyê cidî ye.

Hêzên leşkerî yên PDK'ê dorê li gerîla digirin, hewl didin dorpêç bikin, li wê qadê jî hin PDK'î jiyana xwe ji dest didin. Ji hêzên leşkerî yên PDK'ê ji van hêzên taybet hinek jiyana xwe ji dest didin. Destpêkê hate gotin ku balafirên şer ên Tirk lê dan. Ji ber ku li wê derê PDK û gerîla di nava hev de ne. Ev pêkane. Dibe ku tiştekî bi vî rengî qewimî be. em hîn naveroka wê ya rastî baş nizanin. Lê belê, ji xwe hewl dane qadên gerîla dorpêç bikin, hewl dane bikevin kampên gerîla ku ev yek jî yekser tê wateya şer. Wê gerîla çi bike? Gelo wê van kampan teslîm bike? Ya ku PDK dike wiha ye: Dewleta Tirk dixwaze gerîla ji vir derxîne, tasfiye bike. PDK jî dibêje, bila gerîla ji wir derkeve, ez ê bikevim wir. Gelo ev dibe? Tişta ku dewleta Tirk dike, PDK jî bi vî rengî dike. Li hemberî vê yekê gerîla wê çi bike? Wê dev ji vir berde û teslîm bibe? Bêguman gerîla wê li qadên ku lê ne, li van qadan li dijî dewleta Tirk li ber xwe bide."

'PDK TESLÎMIYETÊ LI SER GERÎLA FERZ DIKE; EV NÊZÎKATÎ XIZMETÊ JI QIRKERIYA DEWLETA TIRK RE DIKE'
 
Mûstafa Karasû ragihand, herêmên ku dewleta Tirk niha êrişê dibe ser wan herêmên herî serwer ên Başûrê Kurdistanê ne û wiha dewam kir, "Ev yek dikare sibe bibe sedema dagirkirin, desteserkirina Başûrê Kurdistanê. Ev êriş ji bo wê ne. Di demekê de ku dewleta Tirk bi rengekî berfireh êriş dike, nêzîkatiya ku dewleta Tirk û PKK'ê weke hev dibîne û gotina 'Bila herdu jî berde û biçe' bi rengekî eşkere tê wê wateyê ku teslîmbûnê li ser gerîla ferz dike.

Êrişkar li holê ye, ji xwe êriş dike. Gerîla li hemberî vê wê çi bike? Wê teslîm bibe? Gelo çêdibe ku partiyeke Kurd bi vî rengî nêzîk bibe? Yê ku gundan dişewitîne û vala dike dewleta Tirk e. Çawa ku berê Saddam kir, niha jî dewleta Tirk dike. Li dijî vê dagirkeriya Tirkiyeyê gotinek tê gotin? Nehatiye gotin. Berevajî vê yekê êrişên dewleta Tirk rewa nîşan didin. Bi gotina 'PKK li wir e, PKK bi vî rengî ye, filan û bêvan' êrişên dewleta Tirk rewa dike.

Nepêkane ku em vê qebûl bikin. Gelê Kurd jî vê qebûl nake. Dîrok jî vê qebûl nake. Di vê mijarê de li nava raya giştî ya Kurd divê her kes rastiyê bibîne. Ev yek ne tenê li cihekî dorpêçkirina gerîla û tasfiyekirina gerîla ye. Belê wê jî dikin, lê belê armanca wan a giştî ew e ku PKK'ê tasfiye bikin, di şexsê PKK'ê de Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin û pêşî li polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk vekin. Lewma ev nêzîkatiya PDK'ê xizmetê ji polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan re dike."

'PDK ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER MEXMÛRÊ REWA DIKE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê jî ku di heman demê de hate kirin û got, "Bêguman ev yek tesadûfî nîne. Çawa ku PDK bi dorpêçkirina qadên gerîla dixwaze destê dewleta Tirk sivik bike, dewleta Tİrk jî di demekê de ku hêzên leşkerî yên PDK'ê qadên gerîla dorpêç dike, bi êrişa li ser Mexmûrê bi awayekî eşkere piştgiriyê dide polîtîkaya PDK'ê."

Karasû dorpêçkirin û ambargoya zêdeyî 2 salan a li ser Mexmûrê bi bîr xist û got, "Bêguman eger PDK rabe Mexmûrê dorpêç bike, ev yek wê were wê wateyê ku xelkê Mexmûrê sûcdar dibîne. Yê ku li Mexmûrê êrişkariya dewleta Tirk rewa dike, PDK bi xwe ye. Çawa ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike, çawa ku êrişên li ser Rojava rewa dike, bi dorpêçiya 2 salan a li ser Mexmûrê êrişên dewleta Tirk rewa dike."

'XELKÊ MEXMÛRÊ RÛMETA GELÊ KURD E'

Mûstafa Karasû bal kişand ser berxwedêriya xelkê Mexmûrê û got, "Bêguman li Mexmûrê jî wê li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedan bê kirin. Dixwazim vê bêjim: Bila gel yekîtiya xwe biparêze. Bila yek be. Bila berxwedana xwe ya demokratîk, berxwedana li dijî van êrişan nîşan bidin. Têkoşîneke ji vê bêhtir mafdar nîne. Êrişa tê kirin neheqî ye. Ti hinceteke dewleta Tirk ji bo êrişê nîne. Çawa ku DAÎŞ'ê êriş kir, Tirkiye jî bi heman rengî êriş dike. Çima êrişî wir kir? Ji ber ku wê kampa penaberiya siyasî li gorî xwe weke dijmin dibîne, lewma êriş kir. Mexmûriyan li ber xwe dan. Dema ku Mexmûrî li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe bide tu yê ji bo wan li çepikan bixe û bêje mafdar e, lê dema ku li dijî dewleta Tirk li ber xwe da tu yê bêje bila Mexmûr teslîm bibe. Divê her Kurd xwedî li Mexmûrê derkeve. Xelkê Mexmûrê rûmeta gelê Kurd e.

Lewma gelê me, welatparêzên Kurd divê xwedî li xelkê Mexmûrê derkevin. Di vê mijarê de divê polîtîkayên PDK'ê bêne teşhîrkirin. Iraq, Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî divê li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Mexmûriyan ji xwe daxuyanî dan. Em piştgiriyê didin vê helwesta xelkê Mexmûrê. Heta roja îro li ber xwe dan, rûmeta xwe parastin. Tişta herî bedew parastina rûmeta xwe ye. Xelkê Mexmûrê xelkekî bi rûmet e, cihê serbilindiyê ye. Jiyaneke ji rêzê qebûl nekir. Berdêl da. Derbasî nava dîroka Kurdistanê bû. Divê vê sekna xwe ya bi rûmet li hemberî van êrişên dewleta Tirk biparêze."

'BILA PDK DEST JI VÊ HELWESTÊ BERDE, HÊZA XWE YA LEŞKERÎ VEKIŞÎNE'

Ji bo hinceta ku PDK dibêje, 'Ji ber ku gerîla heye, dewleta Tirk êriş dike' Mûstafa Karasû tenê bersiveke kurt da:

"PDK bila dest ji vê helwesta xwe berde. Bila hêzên xwe yên leşkerî vekişîne. Di demekê de ku em li dijî dewleta Tirk şer dikin, bila nekevin navberê. Em dixwazin vê rastiyê li bîra hêzên siyasî hemûyan bixînin."

'LI DIJÎ TALANKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ DIVÊ GELÊ KURD RABE SER PIYAN'

Di mijara bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, Mûstafa Karasû ev nirxandin kir: "Ji bo Başûrê Kurdistanê yek ji rojevên bingehîn an jî hişmendiya dîrokî bikaranîna çeka kîmyewî li Helebçeyê bû. Di vê mijarê de li Başûrê Kurdistanê bi rastî jî hesasiyeteke gelê Kurd heye.

Niha li dijî gerîla tê bikaranîn. Gerîla bi çeka kîmyewî tê qetilkirin. Bi çekên kîmyewî jehrê berdidin nava xwezaya me. Birîna daran tê çi wateyê? Piştî her bombardûmanê şewat rû dide, daristan bi hefteyan dişewite. Li Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên dewleta Tirk ên dehan salan, daristan tune dibin. Welatparêzî di heman demê de hezkirina ji xwezayê, daristanan, daran, avê, hewayê ye. Ji ber ku jiyan di nava vê xwezayê de diafire. Bêyî xwezayê mirov dikare bijî? Niha di vê mijarê de li Başûrê Kurdistanê xemsariyek heye. Ewqasî bombardûman tê kirin, dar tên şewitandin, av tê bi jehrkirin, çeka kîmyewî tê bikaranîn, lê kes li ber ranabe. li Başûrê Kurdistanê jinekê digot, 'birîna darekê kuştina Kurdekî ye'. Rast e, divê mirov bi vê têgihiştinê tevbigerin. Bi taybetî di sedsala 21'ê de hişmendiya ekolojîk gelekî girîng e. Hişmendiya xwezayê gelekî girîng e. Ev yek ji xwe li cîhanê jî bi pêş dikeve. Di atmosfereke wiha de gelo wê xwedî li xwezaya Kurdistanê neyê derketin? Li her devera cîhanê mirov xwedî li xwezaya xwe derdikeve, gelo Kurd wê xwezaya xwe ji nedîtî ve bê? Dewleta Tirk her roj bi reklamên televîzyonan dibêje; em xwedî li daristanên xwe derkevin, daristanek tê wateya welat, daristan tê wateya welatê mezin. Her roj vê propagandayê dike. Di vê mijarê de dixwaze hestiyariyekê biafirîne, lê belê li Bakurê Kurdistanê, li Başûr ewqasî êrişî xwezayê dike. Di vê mijarê de divê mirov bêdeng nemîne. Hezkirina ji welêt li gel me bi vî rengî ye. Bang li siyasetmedar, rewşenbîran dikim. Di demekê de ku bombe li Kurdistanê tên barandin, bêdengî nayê qebûlkirin. Ev yek jî cûreyekî dagirkeriyê ye. Dagirkerî bandoreke neyînî li paşeroja gelê Kurd dike. Di vê mijarê de jî divê helwest bê nîşandan. Divê gelê Kurd rabe ser piyan. Nehêle ku xwezaya wan bê talankirin."