Karakoyun: Em têkoşînê geş bikin

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun têkilî doza girtinê ya ku li HDP'ê hatî vekirin got HDP rêz û rêçika têkoşînê li gel hemû zext û komkujiyan geştir kiriye.

Hevseroka HDP'ê ya Bajêr a HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun li ser doza girtina HDP'ê diyar kir AKP-MHP ji mêj ve ye ku dixwazin HDP li derî siyasetê bihêlin lê ji ber ku nekarîn vê bikin serî li rê û rêbazên cuda didin, kevneşopiya têkoşînê ya HDP'ê bi bîr xist û got, li gel destgîrkirin, zext û zordriyê tim têkoşiyaye û heta bi van rojan hatiye. Karakoyun got, ''Em siyasetmedarên HDP'yî em ê vê kevneşopiya ku ji duh heta bi îro tê, têkoşînê bidomînin.''

Karakoyun kuştina Deniz Poyraz bi bîr xist, got hedef civînek bû ku 40 kes wê li civînê hazir bûne, daxuyaniyên niha yên Wezîrê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu bi bîr xist û amaje pê kir ku komkujiya li HDP Izmîrê bi plansaziya dewletê ye, ku Soylu beriya niha gotibû, ''Em ê tiştekî wiha bikin ku kesek nikaribe navê HDPê hilde'', Soylu beriya niha her wiha gotibû, ''Pêşengên HDP'ê jin in''.

Karakoyun got, ''Ji jinên rêxistinî ditirsin, nûneriya jinan xeta sor a HDP'ê ye. Ji ber ku HDP partiyeke wiha ye êrîşê bi ser de tînin. Nûneriya jinan a li nav HDP'ê, hesasiyeta jinan li her deverê nîne. Îro serkeftineke wiha heye ku bi hevalên jin e û bi jinan derketiye holê. Rol û misyona jinê dibînin û ji ber ve jê aciz in. Her fersendê li her derdorê êrîşa li ser hevalên me yên jin zêdetir bû.''

Têkilî girtina HDP'ê jî got, ''Dikarin HDP'ê bigirin, beriya niha gelek partiyên me hatine girtin. Ew jî xweş pê dizanin ku bi girtina HDP'ê nikarin bigihin hedefên xwe'' û vîna 6 milyon mirov ku li HDP'ê civiyaye bi bîr xist.

Karakoyun diyar kir di hilbijartina xwecih a dawî de hatiye dîtin bêyî  Kurdan pergaleke demokratîk nabe û got, ''HDP ne bêyî alternatîf e. Ji ber çavnebariya li HDP'ê em di pêvajoyeke wiha re diçin ku zex zêde bûye û ev ji hêla rayedarên dewletê ve aşkere tê gotin. Gotin, êdî wê kesek nema karibe navê HDP'ê jî hilde. Lê bi ser neketin. Kurd heke HDP nebe jî bi partiyeke dî wê li vîna xwe xwedî derkevin.''