Karadag nayê dermankirin

Remziye Karadag a li Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa T a Xarpêtê tê hiştin, ji ber ku tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bû nayê dermankirin.

Remziye Karadag ku 76 rojan di greva birçîbûnê de bû, yek ji wan girtiyan e ku piştî çalakiyê nayê dermankirin.

Karadag sala 2014'an hatibû girtin û piştî du salan li Girtîgeha Mêrdînê hate hiştin, hatibû berdan. Piştî mehekê careke din hate girtin û li navçeya Hîlwan a Rihayê li girtîgehê hate bicihkirin. Salekê li wir hate hiştin û sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Xarpêtê hate kirin. Dema ku hate sirgûnkirin, li deriyê pêşî yê girtîgehê lêgerîna bi rengekî tazî lê hate ferzkirin. Ji ber ku qebûl nekir êşkenceyeke giran lê hate kirin û 'cezayê hucreyê yê bi mehan' lê hate birîn. Normal divê 6'ê Cotmeha bê were berdan, lê belê ji dosyayeke din du sal hikum lê hate birîn.

Karadag 1'ê Çileyê tevlî greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bû ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Piştî ku peyama Ocalan 26'ê Gulanê ji aliyê parêzerên wî ve hate parvekirin çalakiya greva birçîbûnê jî bi dawî bû. Karadag û sê hevalên wê yên li heman odeyê ne heta niha tenê carekê rakirine nexweşxaneyê.

HEQARET LI GIRTIYAN HATE KIRIN

Xwişka wê Zekiye Karadag diyar kir, Karadag û hevalên wê dema ku ji aliyê jendermeyan ve rakirin nexweşxaneyê heqaret li wan hate kirin û got, "Di rê de heqaret û zexta psîkolojîk li wan hate kirin. Hem ew bi wesayita rîngê birin nexweşxaneyê, hem jî di rê de ji wan re gotin, 'Hem hûn dikevin greva birçîbûnê, hem jî li benda dermankirinê ne? Hûnê neyên dermankirin'. Piştre ji xwe ew li girtîgehê vegerandin. Herî dawî dema em çûn dîtina wan ji me re gotibûn. Me jî li derve serî li ÎHD'ê û hin saziyan dan, lê belê hînê encamek wernegirtin."

QEDEEYA HEVDÎTINÊ Û AXAFTINA BI TELEFONÊ

Xwişka wê Zekiye Karadag anî ziman, di dema hevdîtinê de dîtiye ku rewşa wê nebaş e û got, "Xwişka min 16 kîlo li xwe kêm kiriye û nayê dermankirin. Vê yekê jî bi hinceta ku tevlî greva birçîbûnê bûye dikin. Ji wan re gotine, 'ji ber ku dest bi çalakiyeke wiha kirine divê encamên wê jî bidin ber çavên xwe'. Xwişka min ji ber ku tevlî greva birçîbûnê bû hevdîtin û axaftina bi rêya telefonê ji bo çar mehan lê hatiye qedexekirin."