BI DÎMEN

Karadag: Desthilatdarî dixwaze bi şer pirsgirêkê bitepisîne

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Îzzet Karadag anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP dixwaze bi rêya şer pirsgirêka Kurd bitepisîne û got, ev yek neçareserî ye.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Îzzet Karadag anî ziman ku desthilatdarî bi afirandina manîpulasyonê dixwaze di pirsgirêka Kurd de civakê bêdeng bike û hewl dide nîşan bide ku yekane rê, şer e. Karadag ragihand ku êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî encama vê yekê ye.

Endamê Melcîsa Partiyê ya DBP'ê Îzzet Karag têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî û got, "Tirkiye ji ber ku pirsgirêka Kurd bi muxatabên wê re li ser zemîna demokratîk çareser nabe, polîtîkayên ewlekariyê dimeşîne û ev polîtîka jî şer bêhtir sor dike."

Karadag diyar kir ku ji ber vê pêvajoyê jî zemîna siyasetê xitimî ye û got, "Eger guh bidan bangên siyasetmedarên demokratîk hingî wê şer neqewimiya, operasyonên li derveyî sînor pêk nehatibûna, mirov nehatibûna kuştin. Yekane rêya çareseriya pirsgirêkê pêvajoya danûstandinan a bi muxataban re ye. Di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de tenê encamek heye, ew jî şer, bombardûman, operasyonên li derveyî sînor, kuştin û mirin e. Di rewşeke bi vî rengî de rêyeke din nîne."

DESTHILATDARÎ CIVAKÊ JÎ MANÎPULE DIKE

Karadag destnîşan kir ku desthilatedariya AKP-MHP'ê bi ferzkirina şer re dixwaze pirsgirêka Kurd li ser zemîna xwe bitepisîne, bêdeng bike û got, "Ev yek çareserî nîne. Ev rê gelek caran hate ceribandin. Her carê jî ji bilî mirinê, ji bilî lêçûna çavkaniyên cemaweriyê li şer encamek bi xwe re neanî. Êrîşên li ser Kurdên li parçeyên din encameke vê yekê ye. Desthilatdarî di pirsgirêka Kurd de bi afirandina manîpulasyonê, bi bêdengkirina civakê hewl didenîşan bide ku polîtîkayên ewlekariyê yekane rê ye û şer belav dike. Ji ber ku ji çareseriya pirsgirêkê ya li ser zemîna demokratîk û hesabdayin ditirse pêvajoya şer weke yekane rê li ser hemû beşên civakê ferz dike û 'operasyonên li derveyî sînor' pêk tîne. Li şûna vê yekê em pêvajoya danûstandinên demokratîk pêşkêş dikin.

JI KUŞTINAN RANTA SIYASÎ WERDIGIRIN

Desthilatdariya AKP-MHP ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîna demokratîk neyê çareserkirin serî li şer dide. Di pêvajoya şer de jî kuştin û mirin heye. Piştî şerê ku 12 leşker hatin kuştin, careke din dest bi 'operasyonên li derveyî sînor' kir û bi gotina 'Binihêrin, vaye min qedand, bi ser de çûm' beriya hilbijartinên xwecihî rojeva gel bi neteweperestiyê dadigire. Helw dide ku li ser mirinê û şer ranta siyasî werbigire û di pêvajoya hilbijartinê de bi ser bikeve. Em vê rêyê xetere dibînin. Em dixwazin ku pêşî li pêvajoya danûstandinan bê vekirin, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û hevdîtin bê destpêkirin. Em vê yekê weke rêya yekane ya ji bo bidawîkirina kuştin, mirin û şer dibînin."