Kan: Divê Kurdî li her derê were karanîn

Hevseroka MED-DER Şîlan Kan diyar kir pêwîst e zimanê Kurdî di hemû saziyan û di nava civakê de fermî bibe û di nava jiyana rojane de were bikaranîn.

Komeleya Lêkolînê Ya Ziman û Çandên Mezopotamya ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî û karanîna wê ya di nava jiyana civakî de dixebite, armanc dike ku bi dayîna perwerdeyên zimanê Kurdî qadên karanîna wê fireh bike.

Hevseroka MED-DER Şîlan Kan ji ANF’ê re axivî û ragihand, dîrok, çand û civakîbûn bi temamî bi saya ziman ava bûye; Kan bibîr xist ku taybetmendiya bingehîn ya netewan ji hev cuda dike ziman e, lewre divê têkiliya ziman û netew baş were zanîn.

KOCBERKIRINA BI ZORÊ ZIMANÊ KURDÎ PAŞ XIST

Şîlan Kan da zanîn ev nêzî sed salan e ku zimanê Kurdî tine hatî hesibandin, ji ber qedexekirina zimanê Kurdî di rastiyê de gelê Kurd jî bûye gelekî qedexekirî. Kan di dewamê de destnişan kir li gel vê yekê koçberkirina bi zorê û pêkanînê mîna wê jî li pêşiya pêşketina zimanê gelê Kurd yan jî karanîna wê ya di nava civakê de asteng bûye. Şîlan Kan her wiha anî ziman ji ber ku gelê Kurd ji xwezaya wê hatiye dûrxistin bêpparastin maye û wiha pêde çû; “Kurd, ji beriya bi zorê werin koçberkirin li gundên xwe jiyanekî xwezayîtir dijiyan û bi vî rengî zimanê Kurdî jî xwe diparast. Bi bajarîbûnê re îro her ku diçe paş dikeve. Heta axaftina bi Kurdî wek şerm hat dîtin. Ev di demekê de ye ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e û dema ku zimanê perwerdê û desthilatê Tirkî ya ku biyanî ye be vê demê zimanê Kurdî ber bi tinebûnê ve çû.”

PÊWÎSTE ZIMANÊ SIYASETÊ BIBE KURDÎ

Kan bibîr xist ku bi xwedîderketina zimanê Kurdî ya ji aliyê civak, rewşenbîr û zimanzanan ve zimanê Kurdî ji tinebûnê rizgar bû û axaftina xwe wiha domand, “Êdî zimanê Kurdî weke ber bi înkarekî civakî re rû bi rû nîne, lê dîsa jî pêwîstiya wê bi xwedîderketinekî bihêztir heye. Dema ku bi zanebûna netew re tevbiger bê kirin, vê çaxê ziman bi xwe jî tê parastin û pêşdikeve. Eger bi vê zanebûnê tevgerandin çênebe wê şansê ku ziman xwe biparêze nemîne. Wek mînak, bi salan e ku em wek sazî ji bo pêşxistin û karanîna zimanê Kurdî dixebitin. Ya rast em bandora vê ya mezin jî dibînin. Her wiha em dizanin ku bandora wê ya erênî li ser siyaseta Kurd jî heye. Pêwîste zimanê siyseta ku ji bo maf û azadiya Kurdan têdikoşe jî Kurdî be. Jixwe me platforma ku ji partiyên Kurdî yên cuda, rêxistinên civaka sivîl û saziyê din pêk tê damezrandiye. Ji wana girîngtir pêwîste zimanê Kurdî di tevahiya saziyan û di nava civakê de fermî bibe û di nava jiyana rojane de were karanîn.”

JI BO KU EM KURDÎ HÎN BIBIN DIVÊ EM RIKDAR BIN

Kan got zarokên Kurd ên 5-10 salî jî bi xweşî bi zimanê xwe nizanin, ciwanên amadeyî an jî zanîngehê li zimanê xwe xwedî dertên û got, ''Helbet ev dane ne pir xirab in, lê dikare baştir bibe. Nexasim malbat divê zarokên xwe teşwîq bikin da ku li ser zimanê xwe bisekinin. Divê malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî bidin û bistînin. Yek ji me bi Tirkî nizanîbû. Piştî ku em çûne dibistanê hîn bûn. Em ji Tirkan xweştir bi Tirkî dizanin, ji ber ku Tirkî li ser me ferz kirin. Ji bo ku gotin Kurd nezan in, hîn nabin, me jî hewl da ku xwe ispat bikin û ji wan çêtir em hînî zimanê wan bûn. Divê ev hewldan û nêzîkatî berevajî bibe. Divê em wiha li Kurdî jî baldar bin û ji bo axaftin û nivîsîna bi Kurdî divê em hewl bidin.''