Kalkan: Wê Efrîn ji Faşîzmê re nemîne!

Kalkan: Gelê Kurd hata ku Efrînê rizgar bike û dagirkeran derxîne nasekine. Hêzên Azadiya Kurdistanê wê bi teqez Efrînê ji faşîzma AKP-MHP’ê û qirkirina TC’ê re bernadin. Wê ev yek di demeke kin de pêk were.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Rojnameya Ronahî ya Rojava re axivî û diyar kir ku bi rewşa nû ya Efrînê ve girêdayî, wê li Sûriye, Kurdistan, Tirkiye û Iraq’ê pêşketinên nû yên leşkerî û siyasî pêş bikevin. Kalkan got: “Wê êdî têkoşîn ne tenê leşkerî be û bi Efrînê ve sînordar be. Wê tenê bi Kurdistanê ve jî sînordar nemîne. Serketina Reqa û berxwedana Efrînê, wê rê li ber têkoşîneke azadiyê ya ku li hemû Rojhilata Navîn belav bibe, veke.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku berxwedana tolhildanê ya li Efrînê li her cihekî pêş dikeve û wê pêş bikeve. Kalkan destnîşan kir ku bi rewşa nû ya Efrînê ve girêdayî, wê li Sûriye, Kurdistan, Tirkiye û Iraq’ê pêşketinên nû yên leşkerî û siyasî pêk were.

Kalkan got: “Gelê Kurd hata ku Efrînê rizgar bike û dagirkeran derxîne nasekine. Hêzên Azadiya Kurdistanê wê bi teqez Efrînê ji faşîzma AKP-MHP’ê û qirkirina TC’ê re bernadin. Wê ev yek di demeke kin de pêk were.”

Dûran Kalkan di derbarê êrîşên dagikeriya Tirk ya li ser Efrînê, sedemên êrîşa dagirkeriyê, têkoşîn û berxwedana li hember dagirkeriyê de bersiv da pirsên Rojnameya Ronahî.

Birêz Kalkan, weke tê zanîn berxwedana Efrînê 80 roj li pêy xwe hişt û gelek di gelek qonaxan re derbas bû. Di piştperdeya van êrîşan de çi hebû, ji aliyê berxwedanê ve asta ku gihêştiyê hûn çawa dinirxînin? Ji îro û şûn ve wê berxwedan çawa bidome?

‘HIN KURDÊN XAYÎN JÎ DI ÊRÎŞÊN EFRÎNÊ DE CIH GIRTIN’

Divê êrîşa rejîma qirker û mêtînger a Tirkiyê ku di 28’ê Çileya 2018’an de daye destpêkirin, ji aliyê dîrokî û kûrevî ve, bi awayekî rast û têrker were fêmkirin. Ji bo hemû pêşketinên leşkerî-siyasî yên li herêmê jî destpêkekê îfade dike. Ev yek nîşan dide ku hem di şerê Rojava û Sûriyê de, hem jî di Şerê Cîhanê yê Seyemîn de qonaxeke nû destpê kiriye. Êrîşên rejîma faşîst a Tirkiyê û berxwadana gel, jin û ciwanên Efrînê û şervanên YPG-YPJ-QSD’ê pêş xistine ger di vê çarçoveya dîrokî de were dest girtin wê baştir were fêmkirin. Wê demê em dikarin pêşerojê jî pêş bibînin.

Dibe ku bi awayekî berbiçav faşîzma qirker-mêtînker a AKP-MHP’ê di 20’ê Çilê de êrîşî Efrînê kiribe, lê eger mirov tenê bi vî alî ve bigire dest wê kêm bimîne. Di 15’ê Îlonê de jî bi awayekî berbiçav yên êrîşî Kobanê kirin DAIŞ’î bûn, lê di piştperdeya wê de hêzên kûrevî yên hegemon hebûn. Beriya her tiştî faşîzma TC’ê li pişta DAIŞ’ê bû. Berxwedana Kobanê jî, li hemberî hemû hêzên paşverû pêşketîbû. Berxwedaniya Efrînê jî li hemberî pergala deshilatdar a 5 hezar salî û rejîma qirkirinê ku ew sed sal e li ser Kurdistanê tê ferzkirin, tê pêşxistin. Bêguman li ser Kurdistanê û Efrînê cara yekeme êrîş çênabin, ev sed sal e her li ser Kurdistanê êrîş hene. Ev sed sal e yê ku herî zêde vê qirkirinê dimeşîne jî rejîma qirker a TC’ê ku dijminê Kurd, jin û gelan e. Ji ber vê divê mirov ji aliyê dîrokî, kûrevî, herêmî û rojane ve piştperdeya êrîşa Efrînê baş bibîne. Îro jî dibe ku êrîşên li ser Efrînê faşîzma AKP-MHP’ê bimeşîne, lê Rûsya û Netewên Yekbûyî bi awayekî vekirî, Yekîtiya Ewropa û Amerîka jî bi rêbazên cuda piştgirî dayê. Di asta herêmî de jî Îran, Sûriye û Iraq’ê bi awayekî vekirî piştgirî danê. Hin hêzên hevkar ku xwe weke ENKS bi nav dikin jî, bi awayekî veşartî tevlî van êrîşan bûn. Ango hin Kurdên xayin jî, di nava van êrîşan de cih girt. Eger mirov van hemûyan tîne ber çavan, berfirehî û kûraniya êrîşan baştir tê fêmkirin.

Eger mirov ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve bigire dest, gelo ji bo ku ev yekîtiya faşîst were belavkirin, an jî pêşî lê bê girtin hêzên têkîldar dikaribûn çi bikirana?

‘JI XETA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK TIRSIYAN’

Ev pirsên girîng in, mijarên rexne û rexnedayinê ne. Tiştên ku li Efrînê derketin holê, ne yekalî ne. Aliyên wê yên fikrî, felsefî û bîrdozî hene. Pêwîstî bi xebatên polîtîk, dîplomatîk heye. Yek jî aliyên wê yê leşkerî û siyasî hene. Nakokî û şerê ku di navbera hêzên deshilatdar de derketine holê, tam nehatin fêmkirin. Wisa dihat hesabkirin ku ev hêz ti caran nikarin li hev bikin. Lê ev hêz hemû, di nava Modernîteya Kapîtalîst de ne. Dibe ku di navbera wan de nakokî hebin, lê li hemberî gelan dibin yek. Dema têkoşîna gelan û têkoşîna demokrasiyê derdikev pêş, ev hêz dikarin yekîtiya xwe ava bikin. Sekna bîrdozî ev e. Divê mirov bi hin nêzikatiyên polîtîk nexape.

Di vê derê de xeta seyemîn girîng e. Divê di nava şerê van hêzan de mirov nebe alîgirê ti hêzan. Ji aliyê polîtîk ve divê xeta seyemîn were parastin. Lê ji aliyê bîrdozî ve du xet hene, yek Modernîteya Kapîtalîst e, yek jî Moderniteya Demokratîk e. Divê mirov sekna bîrdozî û polîtîk tevlî hev neke. Divê tîrbûyîna bîrdoziyê û nermbûyîna polîtîkayê rast were meşandin. Ji vî alî ve hinek tevlîhevkirin çêbûn. Ji aliyê polîtîk ve nakokî û seknên heyî pir hatin nepixandin. Mînak, dema ku li Reqayê hêzên QSD-YPG-YPJ’ê serketineke mezin bi dest xist, li paytexta wê DAIŞ têk bir; hemû hêzên Modernîteya Kapîtalîst, li hemberî şoreşa Moderniteya Demokratîk ku ji Kurdistanê destpê dike û hemû Rojhilata Navîn belav dibe tirsiyan, ev yek xeter dîtin. Da ku vê pêşketinê bidin sekinandin, êrîşa TC’ê ya li ser Efrîn’ê erê kirin, piştgirî danê. Lê ji ber ku hêzên têkîldar, ev yek baş nedîtin, di meşandina pêvajo de jî hin kêmasî derketin. Li ser vê esasê pêşdîtineke baş jî çênebû û hewildanên dîplomatîk, polîtîk jî têrê nekirin.

Ango hûn dibêjin, parastina Efrînê yekalî dimîne?

‘GEL Û ŞERVAN LI BER XWE DIDE’

Parastin; bîrdozî, siyasî, leşkerî, polîtîk, dîplomatîk e. Ji aliyê hêzên azadiyê ve, di meşandina parastina bîrdozî û siyasî de kêmasî derketin. Mirov dikarî çalaktir û bi tesîrtir bibe. Mirov dikarî TC’ê tenê bihêle, mirov dikarî êrîşkaran tecrîd bike.

Ji aliyê leşkerî ve berxwedaneke mezin hate pêş xistin. Herdu heyvên destpêkê sîng bi sîng şerek hate meşandin. Erdogan digot; ‘em ê di du rojan de bigirin’. Hemû derfetên hêzên kûrevî li piştê bûn, tu kesî jê re dengê xwe dernedixist. Lê tevî her tiştî jî du heyvan nikarî bikeve Efrînê. Di êrîşên destpêkê de hêzên faşîst ên TC’ê darbeyên giran jî xwarin. Gelek planên wan vala derketin. Hemû derfetên Tirkiye pêşkeş kirin û piştgiriya hêzên hegemonîk girtin û bi vî rengî karî xwe bigihîne Efrînê. Li hemberî vê hêzên QSD-YPG-YPJ’ê da ku civak zêde zirarê nebîne, yek jî rewşa xwe ya leşkerî berçavan girtin û biryar dan ku bi şêwazeke nû şer bidin meşandin. Bi vî rengî piştî 2 heyvan berxwedan kete qonaxeke nû.

Xebatên siyasî, bîrdozî û dîplomatîk jî li gel wê tên meşandin. Gel xwe vekişand hin qadên diyar û di rewşa berxwedanê de ye. Gelê Efrînê, bi awayekî rêxistinî xwe kişand cihekî dîtir û niha jî bi hev re dimînin û di rewşa berxwedanê de ne. Li hûndirê Efrînê gerîla lê dixe, li derva jî li hemberî faşîzma AKP-MHP li ser esasê Kurdistana Azad a Rojhilata Navîn a Demokratîk têkoşîn li hemû parçeyên Kurdistanê belav dibe. Li kû derê faşîzma AKP-MHP’ê hebe, li wê derê têkoşîna azadî û demokrasiyê jî heye. Di asta ev berxwedan li Efrînê kû bibe û li her cihekî belav bibe de wê teqez ser bikeve.

Wê rojê gerîlayên Efrînê nêrînên xwe anîbûn ziman û digotin; “Wê tola Efrînê li her cihekî Kurdîstanê were rakirin.” Ji bo pêvajoya pêş mirov dikare bibêje, pêvajoyê tolhildana Efrînê?

‘TÊKOŞÎNA EFRÎNÊ WÊ RÊ LI BER AZADIYA ROJHILATA NAVÎN VEKE’

Belê, her kes rastiyan dibîne. Jin, ciwan, zarok û extiyarên Efrînê xwe zane kirine, polîtîk bûne. Xwe rêxistin kirine û ber xwe didin. Berxwedan çawa tê meşandin, rê û rêbazên wê çawa pêş bikevin; wate didin vê yekê. Her wiha jin û ciwanên Kurdistanê bawer dikin. Hemû hêzên demokratîk û şoreşger, sosyalîst û pêşverû bawer dikin. Bendewariya berxwedanê ji wan dikin û dîbinin ku wê berxwedan belavî her cihekî bibe. Bêguman berxwedana tolhildanê li her cihekî pêş dikeve û wê pêş bikeve.

Bi rewşa nû ya Efrînê ve girêdayî, li Sûriye, Kurdistan, Tirkiye û Iraqê wê pêşketinên nû yên leşkerî û siyasî pêş bikevin. Wê êdî têkoşîn ne tenê leşkerî be û bi Efrînê ve sînordar be. Wê tenê bi Kurdistanê ve jî sînordar nemîne. Serketina Reqa û berxwedana Efrînê, wê ji bo têkoşîneke azadiyê ku li hemû Rojhilata Navîn belav bibe re, rê veke. Her wiha DAIŞ anîna asta tinebûnê û derb li faşîzma AKP-MHP’ê xistin, wê hin pêşketinên nû derxîne holê.

Hûn ji pêşketinan çi qest dikin? Pêşketinên çawa wê derkevin holê?

‘BERXWEDANA GERÎLA DI HER KÊLIYÊ DE BIBE KU GEL RAKE SERHILDANÊ’

Mînaka herî ber bi çav Bakur û Tirkiye ye. Erdogan bi xwe, di kongereyeke xwe de digot; ‘Em şerê man û nemanê didin, em hewil didin ku li ser piyan bisekinin, em ê ji bo vê hemû hêza xwe seferber bikin.’ Ango berkendal e. Di her kêliyeke de dibe ku ev rejîm birûxe. Dibe ku li Tirkiyê, di her kêliyeke de serhildaneke gel destpê bike. Berxwedana gerîla ya Bakur, di her kêliyeke de dikare civakê bixe nava tevgerê. Divê her kes li bendê be ku di sala 2018’an de li Tirkiyê, guhertinên stratejîk çêbibin. Temenê faşîzma AKP-MHP’ê, heta dawiya salê naçe. Di rewşeke rûxînê ya bi vî rengî de ye. Ji vî alî ve dibe ku çirûskeke ku cîhanê ronî bike, li Tirkiyê derkeve holê.

‘DIVÊ BAŞÛR HIŞYAR TEVBIGERE’

Wê li hemû herêmê nakokî, şer û têkiliyên nû derkevin holê. Ji vî alî ve em her hêzên Başûrî şiyar dikin. Eger bi baldarî tevnegerin, wê bikevin rewşa ev çend qebreyên ENSK’î yên li Efrînê. Lê ger şiyar bin, mirov dikare vê pêjoyê ji bo gelê Kurd, vegerîne pêvajoya azadî û demokrasiyê. Yekîtiya Kurd dikare were avakirin û Kongreya Netewî were pêşxistin. Ji bo vê yekê bangawaziyên me jî çêbûn. Niha rewşa wan çi ye, em pir nizanin. Lê ger rast nêzîk nebin, TC bi Efrînê ve sînordar namîne. Eger hêza wan têrê bike, wê bixwazin hemû Rojava û Başûr jî bigirin, ji xwe gefan li Şengalê dixwin. Li Başîkayê hêzên wan hene, dixwazin heta Kerkuk û Mûsilê biçin. Dixwazin Til Eferê bigirin. Plan kirine ku ji Şengalê heta Kerkûk’ê dagir bikin û li vê derê dewletekê ava bikin. Çawa ku niha li xeta Cerablûs, Bab, Efrîn û Îdlîbê dixwaze bike yek û dewleteke weke Qibrisê li vê xatê ava bike, li herêma ji Şengalê heta Kerkûkê diçe jî dixwaze vê yekê bike. Ji bo vê, MÎT û hêzên taybet ên Tirk şev û roj kar dikin. Ango li hemberî Başûr jî, gefên Tirkiyê hene û divê Başûr, li hemberî dagirkerya Tirkiyê were parastin.

Gel û berxwedêrên Efrînê, ji îro û şûn ve wê di nava helwesteke çawa de bin?

‘WÊ LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KURD JI BO TOLHILDANA EFRÎNÊ ŞER BIKIN’

Berxwedaniya Efrînê rola xwe lîst. Hem darbeyeke giran li hêzên qirker û mêtînger xist, hem jî rastî derxistin holê. Bingehê têkilî û îtîfaqên nû çêkir. Divê ev yek were dîtin û her kes li benda vê yekê be. Ji ber vê yekê van tiştan dibêjim; li Bakur, Tirkiye, Başûr wê hemû Kurd ji bo tolhildana Efrînê şer bikin. Her kesekî ku di bin dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê de ketiye Efrînê, divê bizanibin ku hemû parçeyekî vê dagirkeriyê ne. Gelê Kurd heta ku Efrînê rizgar bike û wan ji wir derxîne nasekine. Hêzên Azadiya Kurdistanê wê bi teqez Efrînê ji faşîzma AKP-MHP’ê û qirkirina TC’ê re bernadin. Divê her kes vê bizane, wê ev yek di demeke kin de pêk were.

Divê gelê Efrînê di cihê xwe de bimîne. Li hemberî dagirkeriyê, gelê Efrînê şerekî mezin da, rola xwe lîst. Ez gel, jin, zarok û ciwanên Efrînê pîroz dikim. Dîrok nivîsandin. Bi şeref û rûmeta xwe li ser piyan e. Yên ku xwe firotine dagirkeran, wê her roj bêşerefiya xwe bimirin, lê gelê Efrînê wê bi rûmeta xwe bijî. Bawerî ev e; wê dagirker, faşîst têk biçin, Efrîn û giştî Kurdistan rizgar bibe. Divê hedefa jin, ciwan û gelên Efrînê ev be. Divê nêrîn û sekin ev be. Divê hêviya xwe ti caran winda nekin. Rêber Apo dibêje; ‘hêvî ji serketin bi nirxtir e.’ Eger gelê Efrînê û şervanên azadiyê hêviya serkeftinê û vîna azadiyê zindî bigirin, wê her li hemberî dagirkeran ber xwe bidin û ser bikevin. Bes bila hêvî û vîna xwe winda nekin, zanebûna xwe ya azadiyê winda nekin. Bila Rêber Apo rast fêm bikin û pêk bînin.