Kalkan: Pêngava 1’ê Hezîranê guherîneke stratejîk bû

Endamê Komîyeta Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji ber salevegera Pêngava 1’ê Hezîranê li Qadên Parastinê yên Medyayê ji gerîlayan re axivî. Kalkan got, ‘Pêngava 1’ê Hezîranê guherîneke stratejîk bû.’’

Endamê Komîyeta Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji ber salevegera Pêngava 1’ê Hezîranê li Qadên Parastinê yên Medyayê ji gerîlayan re axivî. Kalkan got, ‘‘Pêngava 1’ê Hezîranê guherîneke stratejîk bû. ’Pêngava 1’ê Hezîrana 2010’an ji hêla leşkerî û siyasî ve li pêş bû. Guherîneke stratejîk vedigot. Şertên wiha bûn ku bi Stratejiya Têkoşîna Siyaseta Demokratîk me nedikarî çareseriya pirsa Kurd pêk bînin. Bi mebesta ku bi Stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel ev were pêkanîn strateji hate guherandin.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li Qadên Parastinê yên Medyayê xîtabî gerîla kir. Kalkan destpêkê got, ‘’Îro roja me ya Pêngava 1’ê Hezîranê ye. Weke ku tê zanîn di têkoşîna dijî Komploya Navdewletî de yek 1’ê Hezîrana 2004’an û ya dî 2010’an me du caran pêvajoya têkoşînê ya bi rengê pêngavê da destpêkirin. Hê jî li ser vê zemînê e têkoşin’’, ev pêngav li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerîla, gel û dostên tevgerê pîroz kir, diyar kir ku di i van pêngavan de têkoşînên mezin bûne, gelek şehîd çêbûne û di van pêngavan de gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr anî.

Kalkan bi bîr xist ku pêngava 1’ê Hezîranê piştî bidawîbûna agirbestê ya ku 1’ê Îlona 1998’an hatî ragihandin û 2’yê Tebaxa 1999’an hatibû domdarkirin dest pê kiriye, li ser wesfê pêngavê got, ‘’Weke ku tê zanîn, hêla leşkerî ya vê pêngavê ne li pêş bû û ne ya sereke bû, hêla wê ya îdeolojîk û rêxistinî li pêştir bû.’’

Kalkan got bi pêngavê re tasfiyetiya provakatîf a bi pêşengiya DYA’yê ya bi PDK û YNK’ê ku 2002-2004’an li ser tevgera wan hatî ferzkirin hatiye tasfiyekirin, tevger dîsa gihaye ‘Xeta Rêbertî’’ û pêngav dibû ragihandina vê.

 Kalkan wiha pê de çû: ‘’Ji bo vê jî hêla wê ya îdeolojîk û rêxistinî li pêş bû. Têkoşîna xeta îdeolojîk û rêxistinî geştir bû. Pêşbîniya wê dikir ku têkoşîna îdeolojîk, siyasî û leşkerî bi hev re geş bike. Li ser zemîna pêngavê, bi şerê çalak ê parastinê yê bi asta kêm, hewl hate dayin ku têkoşîna îdeolojîk, siyasî were dayin.’’

Kalkan got bi Pêngava 1’ê Hezîranê re encamên girîng derketine holê, li ser bingeha agirbestê di rewşeke wiha de ku bi têkoşîna siyasî ya demokratîk ji bo çareseriya pirsa Kurd encam nayê standin, bi çalakiyên şoreşger ên çekdarî dihate armanckirin rê li ber siyaseta demokratîk were vekirin û pirsa Kurd ji hêla siyaseta demokratîk ve were çareserkirin lê ji li bara nûjenkirina pergala mêtinger-qirker a bi rêveberiya faşîst a Tayyîp Erdogan 1’ê Hezîrana 2010’an pêngava guherîna stratejîk danîne ber xwe.

Kalkan li ser Pêngava 1’ê Hezîrana 2010’an got: ‘’Pêngava 1’ê Hezîrana 2010’an ji hêla leşkerî û siyasî ve li pêş bû. Guherîneke stratejîk vedigot. Şertên wiha bûn ku bi Stratejiya Têkoşîna Siyaseta Demokratîk me nedikarî çareseriya pirsa Kurd pêk bînin. Bi mebesta ku bi Stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel ev were pêkanîn strateji hate guherandin. Me dawî li Stratejiya Têkoşîna Siyaseta Demokratîk anî ku serdema stratejîk a sêyan a dîroka me ya têkoşînê bû. Me danî ber xwe ku çareseriya xweseriya demokratîk bi şerê şoreşger ê gel pêk bînin û ev stratejiya têkoşînê pejirand. Me bi vê serdema çaran a stratejîk a dîroka me ya têkoşînê da destpêkirin.’’

Kalkan li ser serdemên strajîk jî got, serdema pêşî ya stratejîk ‘serdema partîbûnê’; serdema duyem ‘’stratejiya şerê şoreşgerî yê gel ê domdirêj’ ê dijî darbeya leşkerî ya faşîst a Îlona 1980’yî û serdema sêyan jî bi esasî Adara 1993’yan, bi agirbesta pêşî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihandî dest pê dike.

Kalkan bi bîr xist ku hêzên qirker ên faşîst bi şerê giştî yê taybet bersiv dane agirbesta ku ji hêla Ocalan ve Adara 1993’yan hatibû ragihandin û got, ji rewşa agirbestê hesab kirin ku tevgerê bi temamî zevt bikin, bi rêbaza êrîşa giştî tevgerê tine bikin û li bara vê êrîşkariya faşîst û qirker, tevgeran wan, gel û ketine pozisyona berxwedana giştî, bi guherîna stratejîk a berfirehtir, ji hêla teorik, îdeolojîk û rêxistinî ve, bi yekbûna van pêkanînan çaerserkirina pirs Kurd hate astengkirin û li ser vê zemînê li zemên belav bû, pêvajo hate dirêjkirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi domdarî bal kişande ser êrîşa pêla duyan û got, ‘’Pêngava êrîşa duyan, 9’ê Cotmeha 1998’an bi Komploya Navdewletî hate ferzkirin. Hêzên faşîst-qirker êrîşên giştî yên îmhakirinê li gorî serdeman li pey hev domandin. Ji bo vê jî her çendî em em bi rengê pêvajoya têkoşîna bi stratejiya siyaseta demokratîk pênase bikin jî, pêvajoya ji 1993’yan heta bi 2010’an pir pêldar bû û parçeyî bû. Di van deman de ji siyaset demokratîk wêdetir şer derket pêş.’’

Kalkan di van pêvajoyan de bal kişande ser hevdîtinên li Imraliyê, Osloyê pêk hatin, diyar kir ku ji van armanc ew bû ku bi rêyên diyalogê rê li ber çareseriya siyasî ya pirsa Kurd vebe lê dema ku ev pêk nehat, berovajî ev ji eniya dewleta Tirk ve bi rengê ‘qelsbûn’ê hate dîtin, dewleta Tirk hewl da ku ji vê sûd werbigire.

Kalkan got êrîşên mêtingeriya faşîst a bi rêveberiya Tayyîp Erdogan bi taybetî ji 14’ê Nîsna 2009’an û wir ve bi temamî qirkirina siyaseta demokratîk daye ber xwe û ji ber vê jî, êdî derfet nemane ku wan bikaribûya bi rêyên siyaseta demokratîk çareseriyê ji arîşeyan re bibinin û wiha got: ‘’Rêber Apo ev rewş nirxand, dawiya Gulana 2010’an got derfetên têkoşîna siyaseta demokratîk û çareseriya wê nemane, ji bo vê jî tiştekî ku ew bike nemaye û ragihand ku ew xwe ji hewldana çareseriya siyaseta demokratîk vedikişîne.’’

Kalkan diyar kir ku wan jî 1’ê Hezîranê ragihandin ku wan dawî li têkoşîna siyasî ya demokratîk, dawî li serdema stratejîka a sêyan anîne ku ji Adara 1993’yan ve dom dikir û li ser zemîna Stratejiya Şerê Şoreşgerî yê Gel dane ber xwe de bi xweseriya demokratîk pirsa Kurd çareser bikin û bi vî rengî têkoşîneke stratejîk a nû dane destpêkirin û ev ev 8 sal in li ser vê stratejiye têdikoşin. Kalkan got,’’Niha em dikevine sala 9’an a vê serdema stratejîk. Bêguman di nav van 8 salan de pêvajoyên girîng ên taktîkî çêbû. Carinan di eynî rojê de em mecbur man ku gelek taktîkan biguherin, serdemên têkoşîneke giran hate jiyîn. Di serî de li Bakur, li Rojava, Başûr, Rojhilat û Qadên Parastinê Medyayê, li derveyî welat li ser vê stratejiye me tevger û gel têkoşîneke giran da. Ji her hêlê ve têkoşîna me ya azadiyê geş bû, berbelav bû û bi maneya rastî bû berxwedana giştî. Di sala 9’an a pêngava stratejîk de, ku her wiha em sala 14’an a pêngava xwe ya 1’ê Hezîrana 2004’an diqedînin û dikevin sala 15’an, diyar e ku em di nav pêvajoyeke giştî ya berxwedanê de ne. Em sala 9’an a Stratejiya Şerê Şoreşgerî ya Gel li ser vê esasê pêşwazî dikin.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser Pêngava 1’ê Hezîrana 2014’an got :’’Bi têkoşîna dijî tasfiyekirinê û bi guherîna paradîgmayê em ketin nav pêngava îdeolojîk-rêxistinî ya 1’ê Hezîrana 2004’an. Ji hêla îdeolojîk û rêxistinî ve, hêla sereke ya vê pêngavê ku derketî pêş, guherîna paradîgmayê bû. Hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên global; ango pergala îmha û înkarê ya pirsa Kurd, li ser sûdwergirtina ji rewşa îdeolojîk, rêxistinî, rêveberî yên ku Komploya Navdewletî bi xwe re anîn, her wiha dîsa ji sûdwergirtina arîşeyên îdeolojîk ku bû sedema reşweke mîna Komploya Navdewletî derketî holê, li bingeha ku xeta rêveberiya AKP’ê ya dîndariya siyasî û umetê, li ser bingeha bi rengekî çalak sazkarkirina hevkariya PDK û YNK’ê, ji hundir ve jî bi ferzkirina meylên provakatîf armanc kiribûn ku tevgera me ya azadiyê parçe bikin, îmha û tasfiye bikin. Bi rastî jî ji bo ku bikaribûya li dijî êrîşa Komploya Navdewletî li ber xwe bidaya, diviya bû ji her hêlê ve bala xwe bida xwe, xwe nûjen bikira. Beriya her tiştî, diviya sedemên ku rê li ber komployê vekirin bihatana hişkerekirin, ji ber ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê ve, êrîşa herî giran êrîşa Komploya Navdewletî bû.’