Kak Fûad di dilê Kurdan de dijî

Berxwedêrê ji Rojhilat Fûad Mistefa Sûltanî yê ku berê li hemberî rejîma şah a Îranê û piştre jî li hemberî rejîma Molleyan li ber xwe da, 38 sal ji ser şehîdbûna wî derbas bûye.

Gelê Kurd ê ku li her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe heta îro bi sed hezaran zarokên xwe spart axê. Yek ji van fedakaran jî Fûad Mistefa Sûltanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

Rejîma şah Kak Fûad davêje girtîgehê lê ew bi komunên ku ew bi rêxistin dike, gelê Rojhilat bi berxwedanê tîne ba hev. Kak Fûad yek ji serokên çepgir û sosyalîst ê Rojhilat û Îranê bû. Piştî hilweşandin rejîma şah li dijî “cîhad”a rejîme Molleyan jî li ber xwe dide, 38 sal berê wekî îro di navbera Banê û Merîwanê de dema li dijî rejîma Îranê li ber xwe dida, jiyana xwe ji dest dide.

Kak Fûad di sala 1948’an de ji dayîk dibe, piştî xwendina xwe ya seretayî û navîn a li Sinê ji bo zanîngehê diçe Tehranê. Li vê derê beşdarî xebatên siyasî dibe û di sala 1969’an de tevî komek şoreşger rêxistinekê ava dike. Piştî deşîfrebûna rêxistinê Kak Fûad dixin girtîgehê. Ew li vê derê bi greva birçîbûnê ya 24 rojan li ber xwe dide û bi vê re jî dike ku nerazîbûna li hemberî rejîma şah çêbibe.

Di sala 1979’an de diçe Merîwanê û li vê derê komunên çandiniyê bi rêxistin dike. Di dema şerê di navbera Komala û rejîma Îranê Merîwanê vala dike û rê li ber qetlîaman digire.

Li Banê, Seqiz, Bokan û Mehabadê ciwanan birêxistin dike. Di sala 1979’an de dema ku rejîma şah hildiweşe bi rêveberiya Îranê re diyalogê çêdike. Merîwan di serî de li gelek cihan di avakirina meclîsên bajêr û şaredariyan de rolekî girîng bi cih tîne.

Piştî ku Humeynî di 19’ê Tebaxa 1979’an de li dijî Kurdan fetwa “cîhad”ê dide, li Rojhilat şerên mezin pêk tê. Yek ji pêşengê vî şerî jî Kak Fûad e. Kak Fûad li bajarên Sinê, Merîwan, Banê û Hewremanê pêşengiya Komalayê dike.

Fûad Mistefa Sûltanî di 31’ê Tebaxa 1979’an de dema ku ji civîna komuna çandiniyê ya li gundekî Seqizê vedigeriya, ji ber şerê bi rejîma Îranê re şehîd dibe. Gora wî û 4 birayên wî yên ku di berxwedanê de şehîd bûne, li gundê Almanayê ye.