Jiyana xwe da têkoşîna Kurdistanê

Zafer Tolhildana yek ji gerîlayê yekîneya mobîl a qada Avaşînê bû. Zafer çawa bi ser jiyanê ve, şervanekLî ew çend zîrek bû ku pê dizanî li Kurdistanê jiyan bê têkoşîn nabe.

Li Mamreşo dastanek hate nivîsîn. Şopa berxwedana 10 rojan a ku Nîsan digihande ser Gulanê hê jî zindî ye. Hezkirina gerîlayên ku ev berxwedan geş kirin çawa hê jî zindî be, çi tişta ku ji Mamreşo ji dîrokê re mayî hê jî zindî ye. Berevajî bomberanên ku mirinê dibarînin, gazên kimyewî ku mirin ji wan dibare û çeteyên mekîneya kuştinê Mamreşo bi Serhed, Kamûran, Rûken, Sarya, Xebat, Canfeda û Zafer tim bi rikdariya dijmin bi zindîbûna berxwedêr a jiyanê ne...Li dijî leşker û çeteyên Tirk ku ji kuştinê wêdetir ti marîfeta wan nîne, yek ji wan gerîlayan bû Zafer ku bi çeka xwe û bi kenê xwe yê hîqehîq disekinî.

Zafer li Qamişlo jidayik bûbû. Digot, carekê jî min gava xwe bavêta bakur ez ê bi dilekî rehet bimirama. Xeyala wî bû ku li bakur gerîlatî bikira. Ji bo ku başur ji dijmin biparêze li van xakan canê xwe dayî navê Mamreşo li xwe dide û li Başûr şehîd dibe. Ango Zafer Kurdistanî bû. Her qada ku lê dima hînî çand, zimanê wê dibû, her wiha li her devera Kurdistanê dikarîbû gerîlatî bikira ew çend ji hemû pêgiribûnê dûr bû. Ji ber vê eynî gavê di eynî beden û zêhnî de dikarîbû li gelek dem û mekanan bûye. Ango gerîlayê zemên bû...

2013'an tevî nav refên gerîla bû û dema gerîlatiyê salên pêlî li Rojhilata derbas kir. Li wir hînî meşa li çiyan dibe, cara pêşî li wir rahiştiye çekê û têkilî Apogeriyê hîmê hemû zanîna xwe li wir datîne. J iber vê xasetên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê tim diparast lê cihê xaka Rojhilat herî pir jî ya Şaho li cem Zafer cuda bû. Dema ku bi Soranî diaxivî her kesî ji bîr dikir ku ew ji Rojava ye, dema ku helbest dixwest her kes li şopeke Rojhilatî digeriya li ser xaka  ku Zafer jê hatî. Dema ku hevrêyên wî jê dipirsîn,''Tu ji Rojava, Bakur an Rojhilatî ?'' gotibû, ''ji hemûyan pariyek heye, lê herî pir gerîla me''. Meşa ji Şaho heta bi Zagrosan jî meşa vî rihê gerîla, vî hişê gerîla bû.

Niha Zafeer ji Avaşînê bû. Ev nasnameya wî bû ku bi dest xistibû û careke dî ti caran dev ji vê nasnameyê nediqeriya. Zagros wê jê re bibûya xaka ku her roj lê xwêdanê birijîne, her roj hinekî dî lê bibe gerîla, zalimî û zilma dijimn zêdetir lê nas kirî û singesing lê şer kirî. Li van xakan xwe xerîb nedîtiye, wek ku bi salan li bilindcihan jiyabe û Zagrosî be tevlî nav şer û jiyanê bûye. Belê, niha di demên xwe yên herî leheng de, li tam cihê xwe li Zagrosan bû. Li her cih û gava şer, tim li ser karekî bû, tim hewl dide valahiyekê dagire.

Tim weke fermana ku Zagrosan dayî dijiyan, ango tim bi kedê. Li gelek deveran li ser karê gelekî ji hev dûr mirov ew didît lê tim li ser kar bû. Carinan me didît li ser van xaçerêkên bêdawî erzq ji hevrêyên xwe re dibir, carinan bi çeka ku pir jê hez dikir diçû çalakiyê, carinan li medbexê şîranî ji hevrêyên xwe re çêdikir, carinan şiîr dixwend an jî dinivîsî..Herî pir jî li Avaşînê dema ku bi hîqeheqîa Zaferî ku her gerîla nas dikir, me ew didît.

Zafer Tolhildan yek ji wan gerîlayên yekîneya mobîl a qada Avaşînê bû. Ango hêza çalakiyê ya eyaleta Avaşînê bû. Zafer çendî bi ser jiyanê ve bû ew çend şervan bû ku pê dizanî li Kurdistanê jiyan bê şer nabe. Ber bi nîvê nîsanê ve piştî ku pêvajoya perwerdehiya yekîneya mobîl diqedîne û derdikeve pratîkê yek ji wan gerîlayên herî bi îdîa, biryardar û çalakger ê wê yekîneyê bû.

Beriya ku derbasî qada Mamreşo bibe di axaftina xwe de dibêje,''Dijmin behs dike ku êrîşê bîne ser Avaşînê, em ê Avaşînê bikin jehr'' û bi pratîka xwe derketibû holê. Artêşa Tirk a dagirker 23'yê Nîsana 2021'an dema ku operasyon anîbû ser qada Avaşînê yek ji wan heft gerîlyan bû ku di mewziya şer a Mamreşo de cihê xwe girtibû.  Li dijî van hemû êrîşên dijmin heke ne ji vîna Apoyî bûya belkî jî mirov nikarîbû rojekê xwe li ber wan teqîn, gaza jehrî û kimyewî bigirta lê ew li ser cîhaz hê jî bi hîqehîq dikeniya û moral dida hemû gerîlayan.

Ew her ku dikeniya hevalên din ên li aliyê cîhaz digotin, ''heval wek ku Zafer ne li şer e li pîrozbahiyê ye''. 1o rojan bi vî moralî, bi vê bawerî û rihî 24 saetan li gel hevrêyên xwe yên din şer kir Zafer. Bi şehîdbûna xwe bûye weke navê xwe, dîsa mane dabû navê xwe. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker bi deh hezaran leşerên xwe 10 rojan nedikarî bi 7 gerîlayan, di wan tûnelên şer de çeka kimyewî bi kar anîbû. Piştî berxwedana deh rojan ji ber gaza kimyewî şehîdbûna heft gerîlayan têkçûna artêşa Tirk bû. Şehîdbûna berxwedêrên Mamreşo jî derbeke wiha bû li artêşa Tirk.