Jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Yek ji avakarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen, li ser têkoşîn û berxwedana Şehîd Sara axafitinek kir. Bîlen, di şexsê yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz hemû şehîdên Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Ev 11 sal in bi ser Komkujiya Parîsê re derbas bûn. Tu gotin têra vegotina jiyana Şehîd Sara û hevrêyên wê bike nîne. Têkoşîna 30 salan ya ku xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî da pêşxistin, ji bo nasnamek azad ya jinê û pêşxistina jinê ye. Divê tu carî em hişmendiya dijmin ya ku îro pêşengên me dikin hedef jibîr nekin. pêwîste em her tim têkoşîn û berxwedana xwe li beranberî vê zilmê bilind bikin û li keda şehîdên xwe xwedî derbikevin.”

Piştî axaftinan sînevîziyona li ser jiyana jinên şoreşger hatibû amadekirin hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.