Jinên ku li Wanê hatibûn destgîrkirin, birin dadgehê

Li Wanê 14 siyasetmedarên jin di 1’ê Mijdarê de hatibûn destgîrkirin. Jinên ku hatibûn destgîrkirin îro ew birin dadgehê.

Li Wanê di 1’ê Mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Hevşaredara Navçeya Seraya Wanê Caziye Dûman jî di nav de 14 jinên siyasetmedarên hatibûn destgîrkirin. Piştî 4 rojan ew ji emniyetê derxistin û ji bo dayîna îfadeyê ew birin dadgehê. Siyasetmedar bi îddîaya “Li qada jinan a PKK/KCK’ê xebitîne” tên sûcdarkirin.

Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî di 2'ê Mijdarê de qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Serayê Caziye Dûman hatibû kirin.