‘Jinên Êzidî tola xwe ji dijminê mirovahiyê hiltînin’

Fermandara giştî ya YJŞ’ê Hebîbî ya tevlî 8. Civata KJK’ê bû got: “Beşdarbûna YJŞ’ê ya ji bo cıvata KJK’ê ji bo jinên Êzidî xwedî derfetekî mezin e û gelê Êzidî bi taybet jinên Êzidî bi fikir û ramana Ocalan ji nû ve xwe nas kir.”

Di 8’emîn Cıvata Giştî ya Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) de Fermandara Giştî ya YBŞ’ê Viyan Hebabî jî amade bû. Artêşa jinên Êzidî YJŞ ku di sala 2014’an de hat damezrandin cara yekeme weke delegasyon tevlî Cıvata KJK’ê dibe. Li ser navê Fermandariya giştî ya YJŞ’ê Viyan Hebabî tevlî cıvata giştî ya KJK’ê bû û got: “Beşdarbûna YJŞ’ê ya ji bo cıvata KJK’ê ji bo jinên Êzidî xwedî derfetekî mezin e û gelê Êzidî bi taybet jinên Êzidî bi fikir û ramana Ocalan ji nû ve xwe nas kir.”

 Her wiha Hebabî li ser girîngiya tevlîbûna YJŞ’ê ya pengava Reqayê jî nirxandin kir.

Fermandara Giştî ya YBŞ’ê Viyan Hebabî di destpêka axaftina xwe de silavên xwe pêşkeş kirin û girîngiya nûnertiya YJŞ’ê ya di civatê de bi van gotinan anî ziman:

“8’emîn civata KJK’ê ev çend roj in berdewam dike. Em 8’emîn civata KJK’ê di serî de Serokatî û li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Di civatê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Biryarên gelekî girîng di derbarê azadiya jinê, siberoja jinê de hatin girtin. Yekem car beş darbûna me ya civata KJK’ê weke YJŞ’ê girîng bû. Em tevlîbûna civateke ewqasî girîng ku nîqaşên berfireh lê têne kirin, weke şensekî digrin dest. Tevlîbûna me YJŞ’ê weke keçen Êzidî gelekî girîng bû.”

‘JINÊN ÊZIDÎ BI FIKR Û RAMANA SEROKATÎ XWE NAS KIR’

Hebabî bal kişand ser fikir û ramanê Rêber Apo ji bo Şengal û jinên Êzîdî û wiha pêde çû: “Beriya fermanê, beriya 2014’an jina Êzîdî bi çi awayî dijî, jiyana wê çawa bû? Her teng mayîn, derneketin, xwe ne naskirin hebû. Lê piştî fermanê, piştî avakirina YJŞ’ê û bi rêxistin bûyîna jina Êzidî, bi kurtasî piştî ku fikre Serokatî kete Şengalê jina Êzîdî jî xwe nas kir. Gelek guhertinên mezin çêbûn. Ev 2 sal in pêşketinên mezin pêk hatin. Ji ber wê tevlîbûna me ya weke YJŞ’ê ji bo jinên Êzîdî gelekî girîng bû. Weke jinên Êzîdî hatina me ya civateke ewqas mezin, têde pirsgirêkên xwe nîqaş kirin, siberoja jinên Êzîdî têde nîqaş kirin, bi giştî siberoja hemû jinan niqaş kirin, weke jinên ji bo me gelekî girîng bû, bi taybet ji bo jinên Êzîdî xwedî girîngî û taybetmendiyeke cuda ye.”

‘ARTÊŞA JINÊ YJŞ HATE AVAKIRIN’

Fermandara Giştî ya YBŞ’ê Viyan Hebîbî behsa girîngiya artêşa jinên Êzidî YJŞ’ê ya ji bo jinên Êzidî dike kir û wiha got: “ Weke me anî ziman, piştî fermanê pêşketinên gelekî girîng li gel jinên Êzîdî çêbûn. Mînak; niha rêxistina YJŞ’ê hatiye damezrandin. Keçên Êzîdî niha di çeperên Reqayê de jî cihê xwe digrin. Mil bi mil bi şervanên QSD’ê re şer dikin. Piştî fermanê, bi xwe nas kirinê re, jinên Êzîdî veca dikarin têkoşîna xwe li her derî bi meşînin. Çi şerê siyasî, şerê leşkerî be dikarin têkoşina xwe bi meşînin.”

Hebabî, beşdarbûna YJŞ’ê ya Pengava ‘Cenaga Mezin’ a Rizgarkirina Reqayê weke tolhildana jinên Êzîdî nirxand, ev nirxandin kir:

‘JINÊN ÊZIDÎ XWE BI XWE TOLÊ JI DIJMINÊ MIROVAHIYÊ RADIKE’

“Tevlîbûna me ya pengava Reqayê gelekî girîng e. Ji ber ku gelek jinên Êzîdîyên dîlgirtî hê jî li Reqayê di deste DAİŞ’ê de ne. Weke YJŞ ku keçên Êzîdî tola xwe bi xwe ji dijminê mirovahiyê radikin, bûyereke gelekî girîng e. Li ser esasê YJŞ’ê, bi têkoşîna jinên Êzîdî em dikarin bejin ku pêşiya fermanên li hember Êzîdiyan têgirtin. Kîjan ferman di ser civaka Êzîdî de were, emê rê nedin û me soz daye ku heta em sax in, ruhê me heye em ê ne hêlin civaka me di qetliyaman re derbas bibe. Heke hikumetên herêmê bi xwazin siyaseta xwe li ser bi meşînin, em ê rê nedin vê yekê. Weke hêzeke parastina jinên Êzîdî jî em ê vê qebûl nekin û em ê heta dawiyê li ser soza xwe bin. Weke jinên Êzîdî meşa li pey fikir û felsefeya Serokatî ji me re esas e, meşa li pey şopa şehîdan heval Berîvan û Gulçînan ji bo me esas e. Li ser vê esasê em ê carek din ne hêlin ku miletê me di qetliyamê re derbas bibe.”