Jina şoreşger Leyla Qasim li Kerkûkê hat bibîranîn

Jina şoreşger a Kurd Leyla Qasim di salvegera 48‘emîn a şehadeta xwe de li bajarê Kerkûkê bi merasîmekê hate bîranîn.

Jina têkoşer a Kurd Leyla Qasim sala 1952‘yan li gundê Bamilî yê girêdayî bajarê Xaneqîn ê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke xizan û welatparêz de ji dayik bûye û sala 1971‘î mala xwe ji Xaneqînê bar kirine Bexdayê.

Leyla Qasim cara yekem sala 1958’an li bajarê Xaneqînê dest bi xwendinê kiriye û heta dibistana amadehiyê li wî bajarî domandiye. Sala 1971‘î beşa civaknasî ya beşê wêjeyê yê zanîngeha Bexdayê xwendiye. Leyla ya ku ji temenê xwe yê biçûk ve xizanî dîtibû, ji aliyekî ve jî zilm û zordariya rejîma Iraqê ya li ser gelê Kurd bûn sedem ku hizra azadîxwazî û xebat û têkoşînê di Leyla Qasim de pêş bikeve.

Rejîma Baasê bi armanca çavtirsandina ciwan, xwendevan û rewşenbîrên Kurd , piştî destgîrkirina Leyla Qasimê li dijî wê û hevrêyên wê dadgeheke neadilane danîn û saet 7’ê sibehê roja 12’ê Gulana 1974’an Leyla Qasim û hevrêyên wê bi sêdaran ve kirin.

Agahiya li bidarvekirina Leyla Qasim li seranserê Kurdistanê belav bû, her wiha hin ragihandinên wê demê yên cîhanê bidarvekirina Leyla Qasim weke li bidarvekirina jina yekemîn di dîroka siyasî ya Iraqê de servîs kirin. Bê guman li bidarvekirina jineke Kurd bi destê rejîma Iraqê bandoreke mezin li ser ciwanên Kurd ên wê demê kir ku ew jî bû sedem bi hezaran ciwanên Kurd tev li doza gelê xwe bibin û berê xwe bidin çiyayan.

Piştî bidarvekirina Leyla Qasim li seranserê Kurdistanê navên bi hezaran zarokên Kurd kirin Leyla. Leyla Qasim bû çîrok, destan û helbesta helbestvanên mezin ên Kurd ên wek Cegerxwîn, Hêmin û hwd.

Ji bo bîranîna jina têkoşer Leyla Qasim îro di 48‘emîn a salvegera şehîdbûna wê de li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê meresimek hat lidarxistin.

Meresim ji aliyê çalakvana jin Parêzer Aheng Enwer û bi alîkariya çalakvanên sivîl Amîne Ehmed û Sara Şêxanî li Pirtûkxaneya Karêz hat lidarxistin.

Meresim bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê jiyannameya Leyla Qasim ji aliyê Aheng Enwer ve hat xwendin. Her wiha têkildarê jiyana şehîd Leyla Qasim sînevîzyonek hat nîşan dan.

Li wir her du çalakvanên sivîl Amîne Ehmed û Sara Şêxanî her yek gotarek peşkêş kir. Ehmed di axaftina xwe de bi giranî bal kişande ser giringiya fedakariya ciwan û jinan û ji ciwanan xwest ku pêşengiyê ji civakê re bikin û yên amade bi rengekî xwebexş ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê bixebitin.

Ehmed diyar kir ku tirsa malbatî li ber tevlêbûna jinan a di nava civakê de asteng e û got: “Ji ber nearambûna civakê malbat rê nadin ku keçên wan tev li çalakî û karên xwebexş bibin. Her wiha hişmendiya civakê jî li pêşiya zêdebûna rêjeya jinan di qadên cuda yên jiyanê de asteng e. Ji ber ku li gorî hişmendiya civakê zilam zêdetir dikarin kar bikin ne jin, ew hişmendî jî bandoreke nerênî li ser jinan çêkiriye.”

Sara Şêxanî jî di gotara xwe de behsa astengiyên ku jin di civakê de pê re rû bi rû dimînin kir û xîtabî jin û ciwanan kir û got: “Divê ciwan û jin baweriya xwe bi xwe bînin û ji bo pêkanîna armancên xwe zêdetir têbikoşin û roleke zêdetir di nava civakê de bilîzin.”

Têkildarê çawaniya meresima bîranînê, Aheng Newroz ji ANF’ê re axivî û got: “Me îro di salvegera 48’an a şehîdbûna Leyla Qasim û hevrêyên wê de çalakiyek ji bo bîranîna wan şehîdan li dar xist. Di vê çalakiyê de hejmarek jinên ciwan jî tev lê bûn ku me karî di vê çalakiyê de hêzeke menewî bidin jinên ciwan û ji wan re ragihînin ku jinên Kurd bihêz û bikêrhatî ne.”

Ahengê destnîşan kir ku ew wek jin wê her tim şopdarê Leyla Qasim bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Leyla Qasim pirtûkxaneyek bû ku her kes fêrî eşqa niştimanî kir. Her jina ku di aliyê xwe de xizmeta xak û niştîmanê xwe bike, wê çaxê şopdarê rêbaz û xeta wê jina şehîd e.”

Di dawiya meresimê de Pirtûka Heval Kuwêstanî ya bi navê ‘Ew rojên niştiman ayîdê hemûyan bû’ pêşkêşî yên di çalakiyê de amadebûn hat kirin. Her wiha wêneyekî şehîd Leyla Qasim pêşkêşê Pirtûkxaneya Karêz jî hat kirin.