Jin, ked û ken...

Me şahidî ji rojeke gerîla re kir. Rojeke bi ken û kedê dagirtî. Gerîla di her kêliya ku kedê dide de rû li ken e. Dema ku gerîla dikene nava çavên wan dibiriqîne.

Li qadên gerîla rojeke din. Roj hêdî hêdî hiltê. Lê belê 'Roj baş' a gerîla beriya rojê her kes hişyar kiribû.

Em careke din bi hezkirin û mêvanperweriyê ji aliyê gerîla ve hatin pêşwazîkirin. Kenê gerîla wê rewşa westiyayî ji ser mirovan radike. Me şahidî ji rojeke gerîla re kir. Rojeke bi ken û kedî dagirtî. Her kêliya gerîla bi kedê dagirtî, bi ken dest pê dike. Her ku dikene jî bêhtir kedê dide. Gelo sira vê yekê çi ye? Mirov ewqasî biweste çawa dibe ku ewqasî bi kêf be?

Kedê gerîla ewqasî bi bandor e ku barê li ser milê mirovan hemû radibin. Dema ku gerîla dike nava çavê wan dibiriqîne. Me şahidî ji vî kenî û vê kedê re kir. Jin dema ku kedê didin hîn mezin dibin, hîn bedew dibin.

Di çavên gerîla yên jin de ked çawa mezin dibe? Hezkirin û dilsozî çawa digihêjin hev? Me xwest sernavê vê nivîsê jin, ked û ken be. Ji bo bê fêhmkirin ku jin, ked û ken yek in. Ev jin li dijî dagirkeriyê kedê didin, ji bo jinên tên înkarkirin şer dikin. Bi têkoşîna xwe her roj mezintir dibin. Jiyana li qada xweser a gerîla ji her tiştî bedewtir e. Hevrêtî, parvekirin, hezkirin û dilsozî li nava gerîla di ser her tiştî re ye. Fermandar Nûda xwest 2 gerîlayan bişîne wezîfeyeke dirêj. Dema ku wan wezîfedar dike çend hişyariyan jî li wan dike. Gerîla dema ji wezîfeyê tên westiyayî xuya nakin. Rojeke gerîla bi vî rengî tijî derbas dibe. Roj bi ken, bi hezkirin, bi ken û oxirkirinê bi dawî bû.