'Jin bila 8'ê Adarê bi hêvî û dilketineke mezin pêşwazî bikin'

Avesta got, "Pêwîste jin 8'ê Adara 2017’an bikin starta têkoşîna mezin. Divê jin li dijî dîktator li ber xwe bidin û ji bo referandûmê têkoşînê geş bikin. Li dijî qirkirina civakê divê li ber xwe bidin û bibêjin NA."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Sabriye Dûman.

Avesta bal kişande ser erîşên dewleta Tirk ên bi ser gundên Nisêbînê de û got: ‘’Ne tenê ev çend roj in, ev bi salan e ku dewleta Tirk siyaseta qirkirin û tinekirinê li ser Kurdan pêk tîne. Kiryarên dewleta Tirk a 2016’an a li Nisêbînê, Cizîrê, Sûr, Hezex, Şirnex, Geverê hê di bîra me de zindî ye. Gelê Botanê ev ji nêz ve dît û jiya, heta niha jî di bin xirbe û kavilan de cenaze hene. Ev ne konsepteke nû ye; dewleta Tirk bi talan û wêrankariyê dixwaze êrîşên xwe ber bi encamekê ve bibe. Konsepta Erdogan-Bahçelî êdî naxwazin gelên demokrat ên Kurdistanê û Tirkiyê bijîn û dixwazin wan bixin nav destê xwe. Êrîşî wan cih û deverên Kurdistanê kirin ku di têkoşîna Tevgera Azadiyê de bi salan e di nav şoreşê de bûn. Gundê Xirabê Bava ya Nisêbînê cihê berxwedêr in. Ev herêm weke Omeryan tê binavkirin, di şoreşa Tevgera Azadiyê de xwedî ked û berdêlên mezin in.

‘KIRYARÊN QESRÊ JI KIRYARÊN SALÊN 90’Î BIHURÎ YE’

Avesta diyar kir ku kiryarên kujer ne diyar lê kujer dewlet bi xwe bû li van herêman, li ser gel hatine kirin û got: ‘’ Bi sedan mirov kuştin, avêtîn bîrên asîdê, niha jî bi heman rengî mirovan dikujin. Mirov nikare tiştên ku niha dibin bide ber kirinên salên 90’î, ji ber ku Qesra Erdogan di vî milî de hemû sînorên hovîtî û barbariyê li pey xwe hiştine. Niha li Licê û Farqînê jî dewleta Tirk heman tiştî dike; êdî faşîzma xwe ji navçeyan ber bi gundan ve dibin. Dewlet dixwaza van herêman bide valakirin û bike cihê taybet ê leşkerî, bi vî rengî jî dixwaze gerîla û gel ji hev qut bike. Ne tenê gundê Kurdistanê dewlet her roj Herêmên Parastina Medya jî bombe dike. Ev ê ji dewleta Tirk re nemîne. Dewleta Tirk zivistanê ji xwe re weke fersend dibîne û heta biharî dixwaze derbê li tevgera me bixe û dixwaze heta biharê gerîla nekeve dewrê. Êdî em baş pê dizaninn ku şerê gerîla ne tenê di çiyayan de ye, zarok û ciwanên vî gelî fedayî ne û dilsoz in, Xirabê Bava rûmete Kurdistanê ye û hewce ye ku em lê xwedî derbikevin.  Li ser vê mijarê tevgera me bang kir. Ji bo ku gel li van herêman xwedî dernekevin, qanûnên taybet ên Qesrê serwer kirine û rêyên ku diçine ser van herêman qut kirine. Dewleta Tirk bi qutkirina rêyan dixwaze vê bibêje, binerin va Tevgera Azadî bang dike lê kesek li van herêman xwedî dernakeve. Na, ne wisa ye; gelê me bi nirxên xwe, bi tevger û Serokê xwe ve girêdayiye, gel dixwaze bi ser van herêman de biherike lê rê hatine birîn. Em jî dibêjin her dever Xirabê Bava ye û her kes di cihê xwe de divê dengê xwe ji bo Xirabê Bava bilind bike. Bi vî şêwazî em pêşî li faşîzmê bigirin. Îro Xirabê Bava ye û sibe hemû Kurdistan e. Ji bo vê jî divê gelên dmeokrat, azadîxwaz, sosyalîst û kesên ku ji kiryarên dewletê ne razî ne rabin ser piyan, pêşî li van kiryarên dewletê bigirin û bi vî rengî jî erkên xwe yên mirovbûnê pêk bînin.’’

‘JI TEVGERA AZADIYÊ DITRSE JI BO VÊ JÎ EV QASÎ ÊRÎŞÊ TÎNE’

Avesta bi berdewamî wiha got: ‘’Konsepta dewleta Tirk li her cihî, li Rojhilata Navîn jî diyar e. Dewleta Tirk baş pê dizane ku xurtbûna Tevgera Azadiyê ji bo wan qelsbûn e. Yê ku rûyê rast û kiryarên dewleta Tirk derdixînê holê Tevgera Azadiyê ye. Yê ku li dijî vê faşîzmê yekbûna gelan, rêxistiniya gelan pêk tîne Tevgera Azadiyê ye. Ji bo vê jî ev qasî êrîşê tînin. Gelê Tirkiyê û Kurdistanê kirine nav zindanekê, kesek nikare bibêje dewletê te çima wisa kiriye, heke bibêje heman rojê davêjin zindanên. Ji parlamenteran bigirin ta bi akademîsyenan,  ta bi rewşenbîr, gelên azadîxwaz avêtine zindanê û dixwaze bi vî rengî jî civakê çavtirsandî bike.’’

Dewlet bi zilmê dixwaze li ser civakê serweriya xwe deyne. Çi qasî êrîşan zêde dike berxwedanî û vîna gel xurt dibe. Tansû Çîlerê, Dogan Gureş û duh Ahmet Davûtoglu digot ez ê Tevgera Azadiyê tine bikim. Ev gotinên wisa ji bo me ti qîmetê xwe nîn e. Ya girîng ew e ku niha asta têkoşîn û berxwedanê ya gelê me çiye. Ev gotinên rayedarên Tirk ku dibêjin em ê Tevgera Azadiyê xilas bikin gotinên pûç û vala ne û ne xwedî qîmetekî ne. Çawa gelê me û dost ême 15’ê Sibata 1999’an li dijî komployê bi girseyî helwesta xwe nîşan dan, îsal jî gelê me, dostên me, eniya demokrat û sosyalîst bi rengekî xurtir û bi îradeyeke qeyimtir 15’ê Sibatê şermezar kirin. Ev jî ispata wê ye bê ka gelê me û civak xurt bûye. Êrîşa bi ser Xirabê Bava de jî mînakeke ji vê ye. Dixwazin beriya biharî tevgera me xilas bikin. Ev Soylu ye, Soysuz e (bê esl) faşîstek e û ji hêla qesrê ve hatiye peywirdarkirin. Tevgera me û keç û xortên vî welatî wê kiryarên wî ji wî re nehêlin û em ê li dijî vê têkoşîn û berxwedanê hê mezintir bikin.’’’

‘J BER KU TEVGERA AZADIYÊ HIŞMENDIYA DEWLETÊ RED KIRIYE EV 40 SAL IN TÊDIKOŞE’

Avesta bi berdewamî bîr û boçûnên xwe wîha vegot: ‘’ Gelê me faşîzmê, desthilatdarî û kiryarên dewletê qebûl nake. Beriya niha digotin yek ala, yek ziman, yek netew, niha jî dibêjin yek zilam. Hemû tiştên civakê, hemû biryarên civakê dixwazin bixin jêr desthilatdariya yek zilamî. Niha jî referandûm kirine rojev. Dibêijn du zilam nabin hewce ye yek zilam be. Ango dixwazin 80 milyon mirov bi gotina yek zilamî rabin û rûnin. Gelê Kurdistanê vê qebûl nake. Ji ber ku gelê Kurd ev zilm û desthilatdarî red kiriye. Tevgera Azadiyê derketiye holê û ev 40 sal in têdikoşe. Çima ev 19 sal in Rêber Apo di zindanê de ye? Çima ev 40 sal in gerîla li çiya û zindana ye? Ji ber ku ev zîhnîyet red kirin, ji ber ku vê zihniyetê qebûl nakin. Di şexsê Tevgera Azadiyê de dixwazin civakê teslîm bigirin.

‘ERÊKIRIN TINEKIRINA CIVAKÊ, TINEKIRINA HEMÛ DENG, RENG Û BAWERIYAN E’

Avesta bi domdarî li ser referandûmê wiha bi nav de çû: ‘Gotinên ku dibêjin, ‘’Erê dernekeve wê şerekî mezin ê navxweyî derkeve’’ berovajî dikin. Dewlet ji bo ku şerekî mezin bike Erê dixwazin. Ji bo ku civakê teslîm bigirin, ji bo ku careke dî Rojhilata Navîn dagir bikin Erê dixwazin. Erêkirin tinekirina civakê, tinekirna hemû deng, reng û baweriyan e. Heke gelên Êzîdî, Suyan, Elewî bibêjin Erê êdî ji azadiya xwe bi paş ve gav davêjin. Tenê yek zilam, yek netew, yek çand neheqiyeke mezin e. Ji bo vê jî ti sedemek nîn e ku civak bibêje, Erê. Lê sedemên ku civak bibêje NA zehf in. Ji bo eniya Na bi ser bikeve, divê kar û xebateke meizn were kirin û divê ji xwe bawer bin. 7’ê Hezîrana 2016’an dixwestin AKP bi tena serê xwe bi ser bikeve û bibe desthilatdar û li gorî dilê xwe dixwestin Destûra Bingehîn a Tirkiyê biguherînin. Ji ber ku wê demê bi ser neketin û nekarîn vê pêk bînin, bi vê Erêyê dixwazin tiştên nîvcomayî temam bikin. Yên ku wê demê nehişt ku Erdogan bi ser bikeve eniya demokratîk bû. Gelê Kurd, Tirk, demokrat, jin û ciwanan li dijî vê ya xwe kirine yek û nehiştin ku bi ser bikevin. Projeyên 7’ê Hezîranê ku nikarîbûn pêk bînin û bi derengî nketin dixwazin niha pêk bînin. Bersiva 7’ê Hezîranê di 16’ê Nîsanê de, di referandûmê de divê careke dî hê xurttir xwe nîşan bide.’’

‘TI BERJEWENDIYA GELÊ KURDISTANÊ DI ÇÛNA BARZANÎ YA TIRKIYÊ DE NÎN E’

Avesta li ser çûna serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya Tirkiyê jî got: ‘’ Dewleta Tirk ji bo ku hevgirtina Kurdan pêk neyê ev salan e ku nakokiyan di nav Kurdan de çêdike. Ji bo ku ev hevgirtin çênebe her tim hin Kurd nêzî  xwe kirine û hin Kurd li pêşberî xwe danîne. Ev siyaseta dagirkerî û serweriyê ye. Dewleta Tirk bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re, bi serokê PDK’ê re hevdîtin pêk anî, ev îradeya wan e. Em nabêjin çima hev dibînin. Lê divê ev hevdîtin ne li gorî berjewendiyên dijmin çêbibin. Çûna rêzdar Barzanî ya Tirkiyê pir bê wext e û tê de ti berjewendiya gelê Kurdistanê nîn e. Çima nîn e? Ji ber ku niha dewleta Tirk tesîrekê dijî, tevgav bûye, dixwaze vê referandûmê rengekî dî bide xwe. Kurdan dikuje lê ji hêla dî ve jî dixwaze xwe bi Kurdan şîrin bide nîşan. Li milekî Xirabê Bava komkujiyê dikin, li milekî siyasetmedarên Kurd têne girtin, Serok Apo di tecrîdeke giran de ye, cografyaya Kurdistanê bombe dikin û li hêla dî jî rayedarên beşekî dî yê Kurdistanê dibine gel xwe û wan pêşwazî dikin. Dibêje ez di nav Kurdan de me. Yanî dibêje Kurdê baş heye û Kurdê nebaş heye. Van rojên dawî dibêjin bila di referandûmê de HDP jî alîkariyê bide me. Bi çûna Mesûd Barzanî ya Enqerê dixwazin vê bikin.’’

‘BOMBEKIRINA QADÊN GERÎLA Û MEZINKIRINA ÊRÎŞAN A BI SER GELÊ KURD DE, PÊVAJOYEKE NÛ YE’

Avesta diyar kir ku xuyaye dewleta Tirk pir tengav bûye û alîkariyê ji PDK’ê û rayedarên wê dixwaze. Avesta got çûna Barzanî ya Tirkiyê dilê Kurdan şikandiye, nayê qebûlkirin û wiha domand: ‘’Xuyaye ku dewleta Tirk tengav bûye û alîkarî ji PDK’ê xwestiye. Pişgiriya ku rojevê serûbin bikin, berevajî bikin, di rewşeke wiha de ku li Kurdistanê komkujî têne kirin. Di vê demê de çûna Barzanî dilê Kurdan pir şikandiye û ev nayê qebûlkirin. Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, helwesta wan pîroz e û ez ê bi rêzdarî gelê Başûr slav dikm û divê rayedar jî helwesta wan bibîne. Ji me re agahî tên bê ka li pişt deiryan çi tê axaftin. Tiştên ku têne axaftin xuyaya di berjewendiya Kurdan jê nîn e. Tiştên ku têne kirin, divê her kes baş pê zanibe ku nayê qebûlkirin. Ji baregehên xwe bombekirina Herêmên Parastina Medya û êrîş pêvajoyeke nû ye. Heke ji bejahiyê jî bikevin qadên me, gel û Tevgera Azadiyê wê beravaniya xwe bike, parastina xwe bike.’’

Avesta li ser mijara Kongra Netewî jî got: ‘’Divê rêveberiyeke hebe ku ev guhdar bikin, dîplomasiyeke hevbeş hewce ye. Heke yekîtiyeke Kurdan çêbibe her kes nikare li ser Kurdistanê hesabên berjewendiyên xwe bike. Beriya her kesî Rêber Apo û Tevgera Azadî ji bo ku ev yekîtî çêbibe kedeke mezin dan. Rêber APO gelek caran ji bo vê jî name şand. Rêber Apo xwest ku yekîtiya Kurdan çêbibe û heta astekê ev anî jî. Kî nahêle çêbibe? Hêzên dagirker ên li ser Kurdistanê nahêlin. Di serî de jî dewleta Tirk nahêle. Kengî yekîtiya netewî dibe rojev dor li Başûrê Kurdistanê digirin û rayedarên Başûr dikişînin cem xwe û ji yekîtiyê dûr dixin.’’

‘AZADIYA JINÊ AZADIYA MIROVAHIYÊ YE’

Avesta têkildarî 8’ê Adarê got: ‘’Roja jinan tenê bi rojekê nikare were sînordarkirin. Têkoşîna jinan bi sedan sal in berdewam e. Em jî weke Tevgera Azadiyê, Komalên Jinên Kurdistanê KJK, xwe berdewamiya vê kedê dibînin. Di şoraş jinê de kedeke mezin heye. Di nav de berhem û rûmeteke mezin heye. Azadiya jinê azadiya mirovahî û azadiya civakê ye. Azadiya jinê ya tevahî zindî û xweşikbûnê ye. Wateya 8’ê Adarê ne ew e ku tenê wê rojê derkevin kolnan û çalakiyan bikin. Em plansaziya sala pêşiya xwe didin ber xwe. Danezana KJK’ê li ser vê bingehê ye. Ango stratejiya têkoşînê diyar dike. Li hemû qadan li ser jinê êrîşên hovane hene. Destdirêjî, rûmetşikandin, firotin heye. Jin li hemû dinyayê di bin zilm û zordariyekê de ne. Bi taybetî jî li cihê ku niha dîktatorî û faşîzm lêheye, li Tirkiyê û Rojhilata Navîn çeteyên DAIŞ û yên weke wan dixwazin xwe li ser jinê bidin ferzkirin. Ji bo vê jî divê jin deklarasyona xwe diyar bikin, rêxistiniya xwe bikin û di azadiya xwe de rikdar bin. Divê sînoran nas nekin û li azadiya xwe xwedî derbikevin. Starta vê jî her sal di 8’ê Adarê de tê dayin. 8’ê Adarê têkoşîna salê diyar dike.’’

Sozdar Avesta li ser parastina jinê axivû û got divê hemû jin parastina xwe qeyîm û mezin bikin û got: ‘’Parastin erka esasî ye. Ew jina ku parastina xwe bi hêviya zilêm ve bihêle ew jin mehkûmî mirinê ye. Kî te biparêze wê te bi rê ve jî bibe. Yê ku dikare xwe biparêze bi vîna xwe dikare biryarên xwe bide. Ji bo vê jî divê parastina xwe xurttir bikin. Ev destdirêjî, komkujî û qirkirina li ser jinê tê kirin li ser civakê tê kirn. Ji niha û şûn de ji van êrîşan re êdî bes e. Ber bi 8’ê Adarê ve birêz Yuksekdag ji parlamenteriyê danîn, bi vê re dixwazin bibêijn, kî jina ku dibêje ez ê azad bibim, ez ê li ber xwe bidim, jiyaneke altarnetîf ava bikim em destûra vê nadin. Gotineke heye tê gotin, ‘heke em ji hesin bitirsiyana em li trênê siwar nedibûn’ Jin ne ji bo ku bibin parlamenter ketin rêya azadiyê. Beriya her tiştî wan xwe bi civaka xwe daye qebûlkirin.’’

‘DIVÊ JIN SALA 2017’AN STARTA TÊKOŞÎNA MEZIN BIDIN’

Avesta li dawiya axaftina xwe bang li jinan kir û wiha got: "Divê jin 8’ê Adara 2017’an starta têkoşîna mezin bidin. Divê jin li dijî dîktator li ber xwe bidin û ji bo referandûmê têkoşînê geş bikin. Li dijî qirkirina civakê divê li ber xwe bidin û bibêjin, Na. Em di vê pêvajoyê de têkoşîna jinên Kurdistanê, bi asta ku gihaştiyê,  bi şoraş Rojavayê Kurdistanê û bi berxwedaniya wan a li Şengalê, Bakur û Başûrê Kurdistanê çawa ku di şermezarkirina 15’ê Sibatê de bi vîneke azad diyar bû û li dora Rêber Apo xeleka berxwedanê pêk hat, divê bi vê vînê, bi ruhê berxwedêr biherikin kolanan û 8’ê Adarê bikin qadên demokrasiyê. Bikin qadên mîtîng û çalakiyan.  Jin bila 8’ê Adarê bi hêvî û dilketineke mezin pêşwazî bikin. Sala 2017’an û referandûma li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan wê bi NA’yê bi dawî bibe."