Ji zindanê ber bi çiyayên azad ve

Gerîla Dilêr Amed ku xewn û xeyala bi deh hezaran kesên li zindanê bi cih anî, qala rêwîtiya xwe ya ji zindanê ber bi çiyayên azad ve kir.

Çîroka her kesî cuda ye. Ya Dilêr Amed pêkhatina xewn û xeyala bi deh hezarna kesên li zindanan e.  Dilêr Amed sala 2016'an tevî şeş hevalên xwe ji Girtîgeha Amedê reviya û niha li eyaleta Zapê cihê xwe di şerê azadiyê de digire. Dilêr Amed ji ANF'ê re qala rêwîtiya xwe ya ber bi azadiyê ve kir.

Amed diyar kir ku sala 2012'an li Amedê di şer de ew birîndarî dîl hate girtin û di destpêkê de ew birin zindana Çewligê. Dilêr Amed got, "Ez demeke kin li girtîgeha Çewligê mam. Hevalên li wir tunel dikolan. Wextekê tevlî wî karî bûm, lê piştre ez sirgûnî zindana Amedê kirin. Bêguman li Zidana Amedê em nikarîbûn bi rehetî tevbigeriyan. Dewletê di çarçoveya polîtîkayên xwe de em sirgûnî cihê ku dixwest dikir. Timî ev yek nîşan dida û dixwest bêje, 'Hûn di bin kontrola min de ne, hûn di destê min de ne'."

'JI BO ME GELEKÎ GIRÎNG BÛ KU EM LI ZINDANA AMEDÊ DERBÊ LI DIJMIN BIXIN'

Dilêr Amed qala fîrara ji girtîgeha Amedê kir:

"Li zindana Amedê me li gorî şert û mercên heyî yên fîzîkî planek amade kir. Me hewl da fêhm bikin, nas bikin. Bêguman zindana Amedê li gorî zindanên din hinekî cuda ye. Ji aliyê manewî ve ji bo me girîng bû. Ji ber ku keleha berxwedanê ya Kemalan, Xeyrî û Mazlûman bû. Ji bo me gelekî girîng bû ku em li vê derê derbê li dijmin bixin.

Ji bo dijmin jî zindana Amedê girîng bû. Ji ber ku polîtîkayên giştî yên zindanê li wir dihatin diyarkirin. Yanî sekn û nêîkatiya dijmin a li zindana Amedê sekn û nêzîkatiya giştî ya li hemû girtiyan bû. Polîtîka û zextên herî giran li wir dikir. Ji ber ku Amed paytexta Kurdistanê ye. Taybetmendiyeke din a zindana Amedê ku ji zindanên din cuda ye, aliyê wê yê ewlekariyê ye. Ji ber ku zindana Amedê zindaneke bi ewlekariya bilind bû. Û dijmin bi vê yekê gelekî pesnê xwe dida.

Dixwest bêje, 'Kes nikare ji vir bireve'. Ev baweriya zêde ya bi xwe ya dijmin ji bo me dibû avantajek. Ji ber ku baweriyeke zêde û pûç bû. Haya me ji vê hebû. Me plana xwe amade kir û me yê di çarçoveya planê de fîrar bikira. Plana me ji bo demeke dirêj bû. Nêzî 6 mehan dewam kir. Di nava 6 mehan de me ji aliyekî ve spor dikir, li aliyê din jî ji aliyê fikir ve xwe amade dikir. Me timî nîqaş dikir, bê astengiyên derkevin pêşiya xwe çawa ji holê rakin.

Plana me ji bo 6 hevalan bû. Her 6 heval jî gerîla bûn û li herêmên cuda hatibûn girtin. Destpêkê em timî bi hev dişêwirîn, me bawerî didan hev ku dikarin vê yekê bi ser bixînin û bi vî rengî em ketin nava liv û tevgerê. Me tedbîrên 'ewlekariyê' yên dijmin, kûle, hejmara kamerayan, têlên alarmê, kamerayên termal hesab kirin. Me nîqaş kir bê astengiyan çawa ji holê rakin û alternatîfa her tiştî afirand. Di encama hewldaneke berfireh a 6 mehan, şeva 6'ê Adarê em ji Zindana Amedê reviyan."

Dilêr Amed diyar kir ku piştî fîrarê wan xwe gihand çiyê, li gel hevalên li Amedê û got, "Em gelekî kêfxweş bûn ku xwe gihandin cem hevalan. Piştî demeke kin me xwe gihand cem Şehîd Azad Sîser û hevalên pê re. Wextekê em bi hev re man."

Amed da xuyakirin ku ji ber ew berê gerîla bûn, hin hevalên wan Eyaleta Amedê, hinekan jî Eyaleta Erzîromê nas dikirin û got, "Me xwest lê bimînin, lê belê hevalan xwestin em derbasî vê qadê bibin. Û bi vî rengî em hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê."