Ji Tokat û Rîzeyê leşker weke hilbijêr li Colemêrgê têne bicihkirin

Parlamenterê Colemêrgê yê Dem Partiyê Onûr Duşunmez diyar kir ku AKP'ê ji Tokat û Rîzeyê gelek leşker li bajarokê Bajêrgeyê weke hilbijêr bi cih kiriye.

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî liv û tevgera bicihkirina 'hilbijêran' li bajarokê Bajêrge yê navçeya Gever a Colemêrgê daxuyaniyek da.

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onûr Duşunmez bi bîr xist ku di hilbijartinên giştî yên sala 2023'an de wan ji Bajêrgeyê hezar û 226 deng wergirtin û bi ferqeke mezin bi ser ketin.

Duşunmez ragihand ku AKP'ê nekarî xwe li vê rewşê rabigire û niha ji bajarên Rîze û Tokatê hilbijêran li taxa navendî ya bajaroka Bajêrgeyê bi cih dike. Duşunmez got, "AKP bi vê rêyê hewl dide ku leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke îradeya gelê bajarokê Bajêrge deng bi kar bîne" û destnîşan kir ku ev yek desteserkirina îradeyê ye.

Duşunmez got, "Çawa ku li tevahiya Kurdistanê em AKP'ê têk dibin, em ê li Bajêrge jî têk bibin."