Ji Tevgera Azadî peyama sersaxiyê

Tevgera Azadî ji bo malbatên kesên di şewata li avahiyeke li navçeya Soranê derketî de jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand.

Di şewata li avahiyeke li navçeya Soranê derketiye de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî li ser karesata şewatê ku di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa hat xwestin û wiha hat gotin: “Em ji ber bûyerê gelek xemgîn in. Sedem çi dibe bila bibe, bûyer qewimî. Lê ji ber nebûna alavên taybet ên rizgarkirinê me gelek kes winda kirin.”

Di peyamê de bal hat kişandin ser xemsarî û nebûna tedbîrên ewlehiyê ji bo rizgarkirinê û di dawiyê de wiha hat gotin: “Divê Rêveberiya Soran bi erkên xwe rabe û her kesê ku bûye sedema karesatê were cezakirin.“