Ji Sozdar Avesta li dijî êrîşên PDK’ê banga ‘Seferberiyê’

Endama Konseya Rêveber a Giştî ya KCK’ê Soszdar Avesta, beşdarî ÇIRA TV bû, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê nirxandin kir.

Endama Konseya Rêveber a Giştî ya KCK’ê Soszdar Avesta, diyar kir ku divê li dijî êrîşên li ser Şengalê hemû gel bikevin nava seferberiyê.

Endama Konseya Rêveber a Giştî ya KCK’ê Soszdar Avesta, beşdarî ÇIRA TV bû, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê nirxandin kir.

Avesta got: “Koma di bin destê kesê bi navê Serbest de, 3’yê Tebaxa 2014’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, reviyan û hatine perwerdekirin, ji duh ve li Xanesor a Şengalê êrîşî gel dike. Ev konseptekî hevpar e, dixwazin fermana 74. li ser gelê me bidin kirin.”

‘KONSEPTEKÎ BERFIREHE’

Avesta destnîşan kir ku ev konseptekî berfirehe û ev plan di hevdîtina Barzanî ya li Enqerê bi Erdogan re pêk hatiye. Avesta wiha anî ziman: “Ev êrîş êrîşa dagirkirina Êzîdxanê ye û îxaneta herî mezin a li dijî gelê Kurd e. ENKS û PDK li Şengalê ti meşrûtyeta wê nîne. Yekane armanca wan qetilkirina gelê me ye. Ev saleke ku ev komên bi çek ji bo vê tên perwerdekirin.”

‘ÊRÎŞ HATIN ŞIKANDIN’

Avesta diyar kir ku di vê êrîşê de para dewleta Tirk jî heye, dewleta Tirk dixwaze vîna civaka Êzidî tine bihesibîne û wiha got: “Herêma Xanesorê yek ji herêma ku hemû saziyên Êzîdxanê lê hene ye. Bi vê êrîşê dixwazin vîna civaka Êzîdî tine bikin. Lê hêzên YBŞ/YJŞ’ê ji sibehê ve bi berxwedanekî mezin êrîş şikandin.”

 ‘DIVÊ GEL BIHERIKIN QADAN’

Soszdar Avesta diyarkir ku bi xwe keçeke Êzîdiye, bang li civaka Êzîdî û hemû gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan, nerazîbûnên xwe bidin nîşandan.

Endama Konseya Hevserokatiya KCK’ê Sosdar Avesta ev nirxandin kir:

“Ev koma çekdar a êrîşkar 3’yê Tebaxa 2014’an Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê re hêlan. Piştre jî di bin navê mexduriyetê de cebilxane û piştgiriya gel girtin. Niha bi heman çekên ku girtîn êrîşî civaka Êzîdiyan dike. Aramaca wan zelel e li holê ye. Li Minbicê ketin tevgerê, li Girê Spî amdekariyan dike. Niha jî ji bo vîna Êzîdiyan bişkînin û li herêmê xwe bi cih bikin êrîş dikin. Bi vê yekê dixwazin Şoreşa Rojava bifetisînin. Ti cihê wan li vir nîne. Kê ENKS bi çek kirin û li vir bi cih kir…Divê bi lezgîn ev komên bi çek ji vir derbikevin. Aramc dikin ku civaka Êzîdiyan li ser xaka wan bikin der. Ev plan ji sala 2007’an ve di rojevê de ne. Di sala 2014’an de bi gel bi qirkirinê re derbaskirin, lê gel xaka xwe nehêla, li ber xwe da.”