Ji sala 1994’an heta niha ti agahiyek jê nehatiye girtin!

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Fettah Erden ê sala 1994’an hate destgîrkirin û ji wê rojê heta îro ti agahiyek jê nehatiye girtin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi dirûşma ‘ Winda bila bên dîtin, berpirs bên darezandin’ di hefteya 607’an de bi dîmen çalakiya xwe domandin. Rêveber ÎHD’ê Hediye Saltan serpêhatiya Fettah Erden ê 20’ê Nîsana 1994’an li Boyûncûk a navçeya Basan a Şirnexê hatibû ‘windakirin’ parve kir.

Sûltan diyar kir ku Erden ê zewicî û bavê 10 zarokan ji aliyê leşkerên Tirk ên girêdayî Fermandariya Jendermeyan a Basan di avêtin ser malan de hate destgîrkirin û got: “Malbata Erden çûn Fermandariya Jendermeyan, Fettah li gel Teymenên bi navê Mehemt Karabela û Ertaç Onadli dibînin. Ji wê rojê û şûnde êdî agahî ji Fettah nagirin. Malbata Erden heta sala 2009’an ji ber gefên têkildarî mijarê ti şopandineke hiqûqî nekiriye. Piştî ku serpelên li qereqolê Mehmet û Ertaç malbat bi kuştinê gef kir û şûnde malbat Erden neçar ma ku koçberî Hezexê bibin. Malbat piştî 15 salan û şûnde ji bo lêkolînkirin û lêpirsîna aqûbeta Erdan serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Lê tevî hemû hewldanan jî ti encamek nehate girtin.”