Ji radyoyê min guhdar kir; Kamûran şehîd bûye

Kamûran ber bi Şehrîbanê ve çû, ya ku tim ew dixwest, pêşniyar dikir û li bendê bû, ez jî ber bi Cûdî ve. Rojekê dema ku min li radyoyê guhdarî dikir hate gotin, şehîd bûye. Kamûran, romana wê nivîsîbû.

Kamûran Cûdî (Mûsa Ongun) 1995'an li gundê Çardakli ya Şirnexê jidayik bû. Dibistana seretayî li gund xwend. Weke her zarokê Kurd hê bi zaroktî travma jiya. Piştî dibistana seretayî li Şirnex navendê dibistana navîn û lîse xwend. Van çaxan hay ji mêtingeriyê çêbû û lîse di pola sêyan de berda. Hema li Cûdiyê ya li rex xwe tevlî nav gerîla bû.

TIM DIXWEST A HERÎ BAŞ BIKE

Gerîla Amara Cûdî ku di dewreya şervanên nû de ew nas kirî û hevrêtiya wan piştre jî dewam kirî behsa Kamûran dike; em di dewra pêşî de bûn, çavên wî dibiriqîn. Kêfxweşiya wî ji ser rûdêna wî xuya dikir. Li gel ku nû hatibû jî bi her tiştî ve dibeziya. Di dilê her kesî de cih girt. Di dewrê de em herdu jî ji ewlehiyê berpirs bûn. Ew qas hesas bû, carinan heval dema ku diçûn ku wî şiyar bikin ew amade dibû. Hewl dide hemû karê xwe baş bike. Rojekê dema ku bi xwarinê dilebikî, dema ku fasolî û savar çêdikir û bi giyanên biharê û pîvazê zelete çêdikir, ew kêfxweşiya wî dema ku min didît, min xweziya xwe pê dianî.

MÎNA ZAROKÊN KU KINCÊN CEJNÊ LI XWE KIRÎ

Ji bo hevrêyên xwe ji ti tiştî xwe nedida paş. Digot, ''Piştî perwerdehiyê divê li eniyê ez yê herî li pêş bim û divê her tim hilma dijmin were ber guhê min'' û wiha jî bû. Piştî dewreyê dema ku di nav plansaziya ser Şehrîbanê de ew jî hebû pir kêfa wî hat. Weke zarokekî ku kincên cejnê li xwe kirî bi kêfxweşî bi rê ket.

DÎSA LI HEV RAST HATIN

Piştî demekê min û Kamûran me hev dît, vê carê di dewreya suîkastê de bû. Dîsa em di yek dewrê de bûn û pir kêfa me hatibû. Û heval Dewrîm Dîgor hebû ku Kamûran pir nirx didayê û me jê re digot cêwiyê me yê rih e. Hingî dişibiyan hev tim min ji wan re digot rihên cêwî. Me perwerdehiyeke teorîk didît û her spas perwerdehiya leşkerî ya bi sporê. Kamûra pir rikdar bû, bi mîsogerî xwe die ser sekeftinê û şaşîtiyeke biçûk jî efû nedikir. Di sporê de dema ku zor lê dibû zêdetir xurt dibû. Dema ku dor dihate ser avêtina guleyan, dema ku li hedefê nedixist radiwestiya, difikirî, tespît dikir bê ka li kûderê şaşîtî kiriye û dîsa diceriband, tam lê dixist.

PIŞTÎ PERWERDEHIYÊ QADA PÎRO

Piştî ku dewreya me ya perwerdehiyê serkeftî bû ew heqê me çêbû ku em biçin qada Pîro. Bi şev me dest bi haziriyan kir. Saet 03.00'an em bi rê ketin. Dîsa yên ku barê giran hilgirtin heval Kamûran û Dewrîm bûn. Dema ku em gihaştin Pîro li ser hemû kitekitan nîqaş dikir. Behsa Şehrîban kir ku beriya niha lê mabû. Weke ku çalakiyekê koordîne bike vedigot. Piştre li kendalekî em rûniştin, ji hev veqetîn zor bû, em xemgîn bûbûn.Em kêliyekê bêdeng man, heval Kamûran bêdengî qedand û got, ''Her çendî em li herêmên cuda jî bin dilê me yek e û ya girîng ev e''. Me jî got erê, bi serhejandinê û em keniyan. Me govendek kir û dem bû ku em bicin ser cihê xwe.

ÇÛ ŞEHRÎBANA KU DIXWEST

Plansazî hatin xwendin,  Heval Kamûra qada Şehrîbanê pêşniyar kiribû. Wê biçûya qada ku dixwest û li bendê bû. Me xatir ji hev xwest. Ez li qada Cûdî bûm. Rojekê dema ku me li radyoyê guhdarî dikir hate gotin, di çalakiyê de ya li ser Tûgaya Şirnexê, li gel Dewrîm ku jê re cêwîkê rihê xwe digot û pir jê hez dikir û du hevalên dî tevlî nav karwanê şehîdan bûne.

Li nav PKK'ê jiyana her gerîlayî romanek e. PKK ya ku romaneke neqediyayî ye, pevgihîna van hemûyan e. Kamûran romana xwe nivîsîbû..