Ji qeyûman re serbest e, lê ji şaredariyên Kurdan re sûc e

Wezareta Karên Hundir a Tirk biryara meclîsê ya sala 2014'an weke sûc pênase kir û tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê 7 sal in girtî ye 11 kes xiste ber lêpirsînê.

Qeyûmê li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê destûr da ku avahiyek bi 9 qatî bê bilindkirin. Wezareta Karên Hundir a Tirk ku ji bo qeyûm lêpirsîn neda destpêkirin, ji ber ku Şaredariya DBP'î (Partiya Aştî û Demokrasiyê) ya sala 2014'an destûr dabû avahiyek bi 8 qatî bê bilindkirin, lêpirsîn da destpêkirin. Meclîsa Şaredariya Rêya Armûşê sala 2014'an bi biryarekê di plana avahîdanînê de hin guhertin kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî ev biryar pejirand.

30 ENCUMENÊN BDP'Î KETIN BER LÊPIRSÎNÊ

Wezareta Karên Hundir a Tirk jî bi vê hincetê têkildarî 30 endamên meclîsê yên BDP'î lêkolîn da destpêkirin ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û Hevşaredarê Navçeya Rêya Armûşê Veysel Keser jî di nav de ne.

Piştî lêkolînê, biryar hate dayin ku têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, endamên berê yên Komîsyona Avahîdanînê Cahît Bozbay, Cevdet Altindag, Hamdiye Çîftçî, Suleyman Can, Firat Gençer, Pinar Demîr, Naîb Saglam û wekîlên Serokê Daîreya Bajarvanî û Avahîdanînê yên berê Zulfukar Damar, Cîhan Vahap Elmas lêpirsîn bê destpêkirin.

Di dozên beriya niha de ku li ser guhertina plana avahîdanînê ya navborî hatibûn destpêkirin, Dadgeha Şêwirmendiyê û Dadgeha Muhesebatê ti sûc nedîtin. Lê belê tevî vê yekê jî Wezareta Karên Hundir a Tirk bi israr ji nû ve lêpirsîn da destpêkirin.

'YA KU JI BO ME WEKE SÛC PÊNASE DIKIN, JI BO QEYÛMAN SERBEST E'

Endamê Meclîsê yê BDP'î Cevdet Altindag lêpirsîn nirxand û got, mehên destpêkê yên wezîfeyê ji ber ku wan destûr dan bilindkirina avahiyekê bi 8 qatî, doz li hemberî wan hate destpêkirin.

Altindag ragihand ku hem Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hem jî Şaredariya Rêya Armûşê di heman demê de ketin ber lêpirsînê û got, "Di vê mijarê de 9 doz li me hatin vekirin. Serî li Dadgeha Şêwirmendiyê, Dadgeha Muhesebatê didin û li her derê dikin mijara lêpirsînê. Niha qeyûm destûrê dide ku avahiyek heta bi 9 qatî bê bilindkirin, lê nakeve ber lêpirsînê. Lê belê her tiştên di dema me de hatin kirin dibin mijara lêpirsînê."