Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz serdegirtina Dihê -3

Çalakiya me gihîşt armanca xwe, li hundir û derve bi xurtî deng veda, bawerî da gelê me, ji bo dostên me bû cihê kêfxweşiyê; mêtingerî û reformîzm jî bêzar kir.

Bi rengekî serketî li nobedar hate xistin. RBC hinekî dereng jî ma be li nuqteya hatibû diyarkirin xist. Koma êrîşê ya esasî li pey hev bi lez kete hundir. Û bi carekê ve gihîştin armanca xwe. Koma ku wê biavêta ser gazînoyê ji ber ku rêya xwe şaş kir, bi derengî gihîşt armanca xwe. Ji gazînoyê yekî bi debanceyê li hevalên me reşand ku ketin avahiya yekîneyê. Di encamê de hevalê me Ferhan li ber deriyê yekîneyê ji tiliya xwe ya destê rastê birîndar bû.

Koma me ya avêt ser gazînoyê, gulereşandina otomatîk ku diviyabû nekiribûya, kir. Du zarokên fermandaran ji mil û lingên xwe birîndar bûn. Piştî ku li gazînoyê mêr nehate dîtin, ketin hundirê malên fermandaran. Koma RBC'ê piştî ku roket avêt, şûşeya benzînê jî avêt avahiya hikumetê û di dema diyarkirî de gihîşt nuqteya destnîşankirî. Hevalê li mizgeftê ji ber ku deriyê mizgeftê karîbû bi derengî veke, bi derengî dest bi axaftina xwe kir û bi derengî qedand.

Koma êrîşê ya bingehîn pênc deqe piştî gulereşandina destpêkê hat nuqteya fermandarê me û rewşa li hundir ragihand. Rewş wiha ye: Li hundir li berxwedanê rast nehat, nobedar hate kuştin, leşkerê cîhaza ragihandinê bi kar dianî birîndar bû. Koxûş vala bûn û du êsîr hatin girtin. Êsîr dan axaftin. Hate hînbûn ku serpel li betlaneyê, leşkerên din li derve bûn, beriya serdegirtinê derketibûn derve, serçawişê wezîfedar jî li gazîno bû, lê belê reviya û xwe rizgar kir. Di vê rewşê de avahî û bajar êdî di destê me de bûn. Ewlehiya derdora avahiyê hate xurtkirin û ketin nava depoyê. Çek û alavên leşkerî yên ji depoyê û mala fermandar hate wergirtin li derve hatin komkirin. Ji ber ku gelek bûn, hin heval ji bo wergirtina wesayit û hêstiran hatin şandin. Ji Erdal û Bedran re hate gotin ku biçin girtîgehê. Gotin wê li gulereşandina nobedaran rast bên. Çûn cihê postaxaneyê, lê belê derî nekarîbû bê vekirin.

Li vê derê Botan çû li midurê bankayê bigere û li hewşa yekîneyê hatin dîtin. Gotin ku midûr û weznedar nedîtin, divê çi bikin. Ji wan hate xwestin ku pankartê daliqînin û xwe vekişînin.

...
Wesayit dereng hatin anîn. Çek û malzemeyên leşkerî lê hatin siwarkirin. Televîzyona gazînoyê, taksiya fermandar û cemseyek hatin îmhakirin. Şûşeyeke duyemîn avêtin avahiya hikumetê û bi komî li wesayitê siwar bûn.

Yên hatin hiştin, hatin wergirtin û rêwîtiya ber bi gundê hate diyarkirin destpê kir. Beşek ji hevalan barê qemyonê vala kirin û li hêstiran siwar kirin. Ji rêyeke cuda ber bi wî gundî ve bi rê ketin. Lewma di rê de li wan hevalan rast nehatin. Dema ku em gihîştin gund, rêberê ku wê bihata wergirtin li malê nebû. Ber bi sibehê bû. Hevalê Selîm ku gundî nas dikir, çû mala rêber lê ew nedît. Ji malbata rêber ji du kesan xwest ku alîkariyê bidin, lê belê wan jî gotin ku wan berê du rêber şandine gel hevalan. Li ser vê bersivê heval Selîm got, dibe ku rêber li gel me ye û bêyî ku kesekî ji gund werbigire bi rê ket. Hevalê Tevfîk ê ku ew pêşwazî kir jî bêyî ku li ser pirsgirêka rêber biaxive, hat gel me. Êdî ber bi sibehê ve bû. Diviyabû em ji derdora gund biçûna. Şensê me nema bû ku cara sêyemîn ji bo wergirtina rêber bişînin.

Belê ji gund rêber hatibû wergirtin. Lê belê ne me; koma ku rê birî beriya me gihîştibû gund û bêyî li benda me bisekine rêber wergirtibû. Ji Selîm jî hebû ku me wergirtiye.

Li gel xenîmetê, sê hêstiran û hemû hevalan me şevên destpêkê û duyemîn bi selametî derbas kir.

Beriya ku leşker bigihêje nuqteya me, hevalên Şiyar, Bijî, Azad û Omer weke pêşeng ji vî gundî re hatin şandin, ji wan hate xwestin ku zanibin leşker li gund hene yan na. Her wiha wê pêwîstiyên me dabîn bikira. Herdu heval wê li pêşiya gund li benda me bisekiniya û rewş ji me re ragihandibûya. Dema ku em gihîştin gund me tenê Şiyar dît. Li gorî agahiyên me jê wergirt, di encama çavdêriyên keşfê de fêhm kir ku leşker li gund nîne û bi koma ji çar kesan dikeve gund. Piştî ku kom bi du beşan hate dabeşkirin, Azad li gel Şiyar ji bo peydakirina pêwîstiyan hewl dida û di vê kêliyê de gundiyan gotin ku leşker ketine gund. Û Şiyar û Azad li nava gund hev winda dikin û derdikevin derve. Me Şiyar li ser rê dîtin. Lê belê Azad, Bijî û Omer nedîtin. Me Şiyar bi xwe re bir û tevî gundiyekî li pişt çiyayê li gund geriyan û leşker li pey xwe hişt. Geliyê ku em tê de bûn pêşî û paşiya wê hatibû girtin. Ber bi sibehê ve me berê xwe dan qadeke ewle. Bi rojê jî me liv û tevgera dijmin şopand. Ji wan hebû ku bi şev em ê nikaribin ji dorpêçê rizgar bibin. Şeva 18'ê Tebaxê me xwe gihand baregeha xwe.

ÇALAKIYA ME BI SER KET

Windahiya me nîne, tenê hevalê me Ferhan ji tiliya xwe birîndar bû.

Çalakiya me gihîşt armanca xwe, li hundir û derve bi xurtî deng veda, bawerî da gelê me, ji bo dostên me bû cihê kêfxweşiyê; mêtingerî û reformîzm jî bêzar kir. Pûçbûyîna artêşa mêtinger eşkere bû û bi vî rengî girseyê dît ku rastiya dijmin çi ye.

Ji aliyê leşkerî ve me zêde xisareke madî nedabin dijmin jî li nava refên leşkeran me texrîbateke mezin a manewî dan leşkeran û tirs xistin dilê wan. Nobeda qereqolan bi gundiyan didin kirin. Dijmin nêzîkatiya xwe ya li gel nerm kir û bi vî rengî hewl da pêşî li berxwedana gel bigire. Çalakiyê şervanên me xurt kir, kir ku em hîn baştir xwe nas bikin. Çalakiyê her wiha derba kuştinê li feraseta rastgiriyê xist.

(Ji rojnivîska Mahsûm Korkmaz (Egîd) li ser Serdegirtina Dihê ji notên 22'ê Tebaxa 1984'an hatiye amadekirin.)