Ji pênûsa Mahsûm Korkmaz -2

Armanca çalakiya me ew bû ku avabûn û ragihandina rêxistina hêzên me yên çekdar HRK'ê ji navenda bajêr bi dengekî xurt ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihîne.

Armanca çalakiya me ew bû ku avabûn û ragihandina rêxistina hêzên me yên çekdar HRK'ê ji navenda bajêr bi dengekî xurt ji gelê me û raya giştî ya cîhanê re ragihîne. Bi vê armancê diviyabû navenda bajêr bi demkî bihata dagirkirin û derb li saziyên rêveberî û leşkerî yên dijmin bihata xistin. Çarçoveya hedefan bi vî rengî hatin diyarkirin û plana şênber û berfireh a çalakiyê hate amadekirin.

PLANA SERDEGIRTINA DIHÊ

Di encama keşfê de eşkere bû ku sazî û nuqteyên em ê bi ser de biçin, komkirî ne û li navenda wan jî di asta yekîneyê de hêza leşkerî ya dijmin heye. Diyar bû ku dagirkirin û propaganda nivîskî û devkî ya ji bo girseyê, ku hatibû plankirin, tenê bi bêbandorkirin an jî teslîmgirtina vê yekîneyê dikare bê kirin. Lewma êrişa bi ser yekîneyê ve di nava hedefan de li rêza bingehîn û sereke hate bicihkirin. Di rêza duyemîn de lojmanên fermandaran û gazînoya leşkerî, di rêza sêyemîn de li qehwexaneyan belavkirina belavokan, daliqandina pankartan (bombeyî) û şêlandina bankayê hebûn. Di rêza çaremîn de; ji hoparlora mizgeftê axaftina ji bo xelkê bajêr, di rêza pêncemîn de jî birîna rêya bejahî ya bajêr ji du aliyan ve û qutkirina xeta telefonê hebû.

Hate plankirin ku serdegirtin êvarê saet di 21:00 de bê kirin. Ji bo çalakiyê jî saetek hate destnîşankirin. Cihê me yê destpêkirina liv û tevgerê çiyayê Çiravê, xeta me ya vekişînê jî çiyayê Herekolê bû. Hejmara me jî 30 kes hate tespîtkirin.

Biryar hate girtin ku yekîne bê teslîmgirtin û li gorî vê yekê kom hatin plankirin.

JI BO SERDEGIRTINÊ 5 KOM HATIN AVAKIRIN

1- Koma Êrîşê: Erdal, Selim, Şiyar, Fikret, Musa, Haydar, Azad, Ferhan.

2- Koma Avêtina RBC: Haşim, Baran, Keleş (milîs)

3- Koma Parastinê: Kazim, Îbrahîm (milîs)

4- Fermandar: Egîd û bikarhênerê dîktîryof ê li gel wî Serdar.

5- Koma ku ji hewşa yekîneyên biavêje ser gazîno û lojmanên fermandaran: Bedran, Bijî, Kerîm

Ji bo propaganda, belavkirina weşanê, daliqandina pankartê û şêlandina bankayê jî 2 kom hatin avakirin.

Koma ji mizgeftê biaxive: Tevfîk, Omer Şoreş

Koma belavok, pankart û şêlandinê: Botan, Cengo, Bozan.

Ji bo birîna rê 2 kom hatin diyarkirin.

Koma rêya Dihê-Sêrtê bibire: Haci, Xelîl, Salih

Koma rêya Dihê-Şirnexê bibire: Alî, Cûma, Halîl (Her sê jî milîs in)

KOORDÎNE, ÊRÎŞ, TEVGER Û ÇEPER

Yên ku bikevin çeperan wê komên ku rêyê dibirin bin. Ev ê li rêyên teng çeperên guncaw ava bikin, têlên telefonê bibirin û piştî ku dengê çekan ji nava bajêr hat wê keviran daynin ser rê (li cihên bi vîraj û zinaran), bi vî rengî wê trafîkê asê bikin û konvoya dijmin a bê, wê bi vî rengî mijûl bikin.

Ji bo vekişînê jî; piştî ku fîşeka işaretê hate teqandin, yan jî eger ev nebû, 30-45 deqe piştî dengê çekan ji navenda bajêr qut bû, wê cihê xwe biterikînin. Koma ku rêya Sêrtê birî, piştî ku vekişiya çiyayê Çiravê wê li nuqteya ku me biryar li ser dan, têkiliyê bi me re dayne. Koma ku rêya Dihê-Şirnexê dibire jî wê li bendê bimîne ku em xwe bigihînin wan. Ji ber ku di dema vekişînê de berê me wê li wî alî be. Eger ew di nava şer de bin wê bi rêya fîşeka nîşaneyê çeperan biterikînin. Eger ev jî nebe piştî ku dengê çekan ji navenda bajêr nehat wê piştî 45 deqeyan li du nuqteyên biryar li ser hatin dayin li benda tîm bisekine û eger heta nîvê şevê tîm nehat, wê ber bi aliyê hatiye diyarkirin ve bi rêberê hatiye tespîtkirin vekişin.

Komên mayî hemû wê di heman demê de li çeperan bikevin nava liv û tevgerê û li dora yekîneyên di çeperan de amade bin. Rêza belavkirin û êrîşê bi vî rengî hate diyarkirin:

Koma ji 8 kesan a êrîşî nava yekîneyê bike, wê di nava xwe de bibe sê beş. Li refên pêş wê Erdal û Selîm bi ser nobedarê li ber deriyê avahiyê ve biçin û piştî ku lê rast hatin wê lê bidin û deriyê avahiyê kontrol bikin. Bikarhênerê RBC ê li pişt avahiyê ketiye çeperê, piştî ku dengê çekan bihîst wê li avahiya koxûşan a li qatê jorê bireşîne. Piştî RBC'ê wê Erdal û Selîm bombeyên destan biavêjin nava salonê, piştre bi reşandineke otomatîk bikevin korîdorê û li korîdorê bireşînin. Şiyar, Fîkret û Mûsa yên ku li pişt wan tevdigerin wê çepera Erdal û Selîm dewr werbigirin û piştre Erdal û Selîm berê xwe bidin korîdora jorê, bi heman rengî êrîş bikin. Ji Haydar, Azad û Ferhan ên piştî Şiyar, Mûsa û Fîkret ketin korîdorê, Haydar û Azad bêyî ku bisekinin wê yekser berê xwe bidin qatê jorê û li gel Erdal û Selîm cih bigirin; Ferhan û Şiyar wê li gel komê bimînin û bi vî rengî wê li qatên jêr û jor komên îmhakirinê yên ji çar kesan amade bin.

ODEYÊN FERMANDARÎ Û CÎHAZA RAGIHANDINÊ, HER WIHA ODEYÊN KOXÛŞAN WÊ BÊNE ÎMHAKIRIN

Odeya fermandar û cîhaza ragihandinê ya li qatê jêrê û odeyên koxûşan ên li qatê jorê bêne îmhakirin. Wê li deriyên diyarkirî bê reşandin û bombeyên tunekirinê lê bêne teqandin. Piştre jî wê banga 'teslîm bibe' bê kirin. Armanca destpêkê ew e ku bi vî rengî ode teslîm bêne girtin, pitre jî odeyên din jî bi heman rengî bêne valakirin. Dîlgirtî wê bînin gel koma me ya fermandariyê ku li hewşa avahiyê ketiye çeperê û li bin siya dîktiriyofê bi rengekî komî bêne hiştin.

Di meşa destpêkê ya çeperê de di nava koma Erdal a ji 8 kesan de koma RBC û li pişt wê jî koma parastinê ya ku qada bajêr kontrol bike divê cih bigirin. Koma serdegirtina gazînoyê û koma fermandariyê ku ji van her sê koman cih bûn, wê li ber dîwarê hewşa yekîneyê ya li aliyê başûr bikevin çeperê. Koma lojmanê gazînoyê ku bi fîşeka destpêkê ya li hemberî nobedar hate teqandin hesiya, wê bikeve hewşê, berê xwe bide gazînoyê û li wir jî pişta xwe ewle bike, hewl bide fermandaran bigire yan jî lê bide. komên şêlandin û propagandayê yên li pişt van herdu koman, wê bikevin kolanên hatine diyarkirin û bigihêjin nuqteyên xwe.

ASTA DESTPÊKÊ Û YA DUYEMÎN

Di asta destpêkê de koma ku cihê çeperê biguherîne koma RBC be. Ev kom piştî ku carekê roket avêt û sê caran fîşek ber bi koxûşan ve teqand, wê bê nuqteya fermandar û li wir bi cih bibe. Doktorê me yê di nava koma RBC de cih digire, bi vî rengî wê li gel fermandar amade be, li ser wezîfeya xwe be. Her wiha RBC a amade, eger leşkerên dijmin ên li avahiyê li ber xwe bidin û koma me ya li hundir bê vekişandin, wê bi fermana fermandar cara duyemîn bê teqandin (Piştî ku koma me ji avahiyê derket).

Di asta duyemîn de jî ya ku cihê xwe biguherîne wê koma serdegirtina yekîneyê be. Ev kom wê di rewşa serketî yan jî neserketî de bê nuqteya fermandar û rewşê ragihîne, li gorî wê helwestê diyar bike. Eger êrîşa hundir neserketî be wê êrîşa derve dewam bike û heta komên me yên li nava bajêr hemû li nuqteya kombûnê ya li derveyî bajêr hatiye diyarkirin kom bibin, wê êrîş dewam bike. Bi işareta fermandar wê karibe derdora yekîneyê biterikîne.

Vekişîna vê koma bingehîn a êrîşê û koma parastinê, tenê bi vekişîna komên li mizgeft, banka, belavok, RBC û fermandar û kombûna wan li nuqteya kombûnê ya li derveyî bajêr wê pêkan be. Eger êrîşa hundirîn serketî be, wê derdora avahiya yekîneyê bê ewlekirin, depoya çekan bê valakirin, bikevin malên fermandaran û girtîgehê û bêne valakirin. Avahiya hikumetê wê bê şewitandin, postaxane bê xerakirin. Di vê navberê de koma mizgeftê (Tevfîk axaftvan, Şoreş parêzvanê hundirîn, Omer parêzvanê derve) wê belavoka me bixwîne, banga 'teslîm bibe' li dijmin bike û hewl bide gel aram bike.

Ev koma me ya li mizgeftê ku bi deh metreyan dûrî eniya pişt a yekîneyê ye, eger dijmin li ber xwe bide û pi paceyan birevin, bi destûra fermandar wê ji pişt ve weke parêzvan telvî şer bibe. Vekişîn wê bi işareta pîspîskê bibe û wê li gel fermandar be.

Koma hevalê Botan jî wê li sê qehwexaneyan belavokan belav bike, piştre jî bikeve mala midûrê bankayê û veznedar, mifteya qaseyê werbigirin, şêlandinê bike û herî dawî jî yek jê bombeyî 2 pankartan daliqîne, bi rêya cîhaza ragihandinê rewşê û vekişînê ragihîne. Her wiha sîxurê xwecihî yê ku mala wî nayê zanîn lê belê şens jê re hatibû dayin, eger li qehwexaneyan bê dîtin wê were cezakirin.

Dema ku ev wezîfe hemû bi cih hatin anîn, eger xenîmet zêde be wê bi wesayitê ji herêmê bê birin. Eger ev nepêkane be em wê bi sê hêstirên xwe bar bê hilgirtin.

Eger têkçûn û belavbûn çêbibe, li nuqteya li quntarê çiyayê Çiravê herî dereng di nava saet û nîvekê de li hev kom bibin û piştî ku ev dem qediya wê ev nuqte bê terikandin.

Di dema çalakiyê de wê li derveyî plansaziyê tiştek neyê kirin, wê çeper neyên terikandin, wê fîşek di cih de û bi pîvan bêne teqandin, dema ne hewce be wê neyên teqandin; divê heval gelekî baldar bin ku bernedin hev û bernedin sivîlan. Vekişîn wê qonax bi qonax û parastî bê kirin.

Li gel van xusûsan, qonaxên planê bi rengekî komî ji endamên tîmê re hatin vegotin. Wezîfeya her komê bi rengekî taybet çend caran jê re hate bibîrxistin.

Têkildarî planê, çend caran prova hate kirin. Bi qedandina provayê re êvarê ber bi hedefê ve liv û tevgerê bi şev destpê kir.

Roja 15'ê Tebaxa 1984'an li çiyayê nêzî hedefê hate derbaskirin. Bi rêya dûrbînê nuqteyên hedefê, rê û bajar ji koman re hate danasîn. Êvara wê rojê sat di 19:30'î de ber bi bajêr ve liv û tevgerê destpê kir. Saet di 21:00 de gihîştin cihê çalakiyê û bênavber ketin çeperê û lê dan. Her tişt li gorî planê bi rê ve çûn.

* Ji rojnivîska Mahsûm Korkmaz (Egîd) hatiye wergirtin.