Ji nava artêşa Tirk berê xwe da çiyayên azad

Zagros Botan ku ji neçarî çû leşkeriya artêşa Tirk, lê jê reviya û xwe gihand gerîla, bang li ciwanên Kurdistanê kir ku leşkeriyê ji artêşa Tirk re nekin.

Zagros Botan bi bandora axaftina fermandar Reşîd Serdar biryara xwe da û ji nava leşkeriya Tirk reviya û li çiyayên Kurdistanê bû gerîla.

Gerîlayê HPG'ê Zagros Botan qala çîroka xwe ya reva ji nava leşkeriyê kir. Ji fermandarên gerîla Reşîd Serdar ê şehîd bû, beriya çend salan di hevpeyvîneke xwe de wiha bang li ciwanên Kurd kiribû: "Divê ciwanên Kurd li xwe vegerin. Wê hîn heta kengî xizmetê ji dewleteke ku wan dikuje, wan tine dike xizmetê bike, wê heta kengî leşkeriyê ji wan re bike. Bila bên bi me re bimeşin, mekapê tên piyê xwe. Bila wan potînan ji lingê xwe derxînin. Em Kurd in û leşkeriya xwe dikin." Fermandar Reşîd Serdar bi vî rengî diaxivî û axaftina wî li televîzyonê dihate weşandin. Zagros ê ku li bajarê Sakarya yê Tirkiyeyê ji neçarî leşkerî dikir, bi vê axaftinê re dawî li dudiliya xwe anî û biryar da ku li xwe vegere.

Zagros li nava malbateke welatparêz a Botanê mezin bû. Zagros diyar kir ku mirovek welatparêz nebe jî, ji ber nêzîkatî û heqaretên li leşkeriyê, li rastiya xwe vedigerin û got, "Bala mirovan hîn bêhtir diçe ser xwe, dîroka xwe, gel, xaka xwe. Ez jî tevî hevalekî xwe Rûbar çûn Şirnexê û bi rêya hin hevalan me xwe gihand gerîla. Rûbar ji Mêrdînê bû. Em bi hev re li herêma Besta bûn. Sala 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Kobanê ji bo li pêşberî vê zilmê bêdeng nemîne ji çiyê çû Kobanê û li wir şehîd bû. Jiyana Rûbar timî fîrarî bû. Li ku zilm, êşkence û neheqî li gelê me dihate kirin ew diçû wê derê. Kobanê rawestgeha dawî bû.

DERB LI DEWLETA KU JÊ REVIYA XIST

Dema ku me xwe gihand nava refên gerîla, em bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Matmayî man. Hem matmayî bûn hem jî kêfxweş. Hevalan wê demê amadekarî dikirin ku li Girê Bayrakê çalakiyê bikin. Min jî xwest tevlî çalakiyê bibim. Piştî ku du caran me nîqaş kir, hevalan qebûl kirin ku tevlî çalakiyê bibim. Li Girê Bayrakê di çalakiyê de nêzî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin û gerîlayekî bi tenê jî şehîd nebû.

ÇALAKIYEKE TOLHILDANÊ BÛ

Çalakiya destpêkê bû ku tevlî bûm. Ji bo çalakiyeke hilanîna tola ciwanên Kurd hemûyan bû ku li leşkeriya Tirk hatin kuştin. Dema ku li rastiya xwe vegeriya ez pê hesiyam ku berê li aliyê kujerên gelê xwe bûm, lê niha li aliyê xizmetkarê gelê xwe me.

Ne tenê ciwanên Kurd, her ciwanên ne dijminê gel in, divê li rastiya xwe vegerin."