Ji Mêrdînê jî sindoq tên vegûhestin

Li Mêrdînê 143 sindoqên ku 73 jî sedî dengên wan ên HDP’ê ne tên vegûhestin.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), bi hinceta "ewlehiyê" biryar dabû ku dê 143 sindoqên li Mêrdînê û navçeyên wê vegûhêzîne deverên cuda. Hejmara hilbijêrên van sindoqên hatin veguhastin 6 hezar û 706 e. HDP, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 73'yê dengê van sindoqan girtibû.

Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'a Mêrdînê Felek Fîdan ji Ajansa Mezopotayayê re axivî, nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û destnîşan kir ku li deverên ku sindoqên wan hatin vegûhastin partiya wan rêjeyeke zêde deng girtibûn. Fîdan, diyar kir ku di hilbijartinên din de sindoqên van deveran nehatibûn vegûhastin û got: "Ji bo çi niha hinceta 'ewlehiyê' didin pêş û sindoqan vediguhêzin." Fîdan, anîz iman ku bi vî awayî tê xwestin ku hilbijêran asteng bikin û got: "Ev rewş nîşan dide ku YSK li gorî AKP'ê tev digere."

‘JI BO SINDOQAN HINEK XEBAT DIDIN KIRIN’

Fîdan, destnîşan kir ku partî dixwazin HDP di bin bendavê de bimîne û ji bo vê serî li rêbazên wiha didin. Fîdan, bibîr xist ku wê ev biryara roja hilbijartinê bi xwe re hin nelirêtiyan bide der. Fîdan, anî ziman ku lê belê li gel her tiştî jî ji bo hilbijêr bi vîneke azad dengê xwe bi kar bînin, wan hin komîsyon ava kirine û got: "Di derbarê sindoqan de hin xebatên me hene. Ji bo hilbijêr dengê xwe bi kar bînin, em ê hemû derfetên xwe bi kar bînin."

Fîdan, got tevî hemû zext û astengiyan jî Wê gel biçe ser sindoqan û Wê xwedî li dengê xwe derkeve.