Ji lehengên şerê Kobanê: Adle Bekîr

"Her roj me xwarin çêdikir, kinc dişuşt, şehîd vedişart, birîndar derman dikir, kinc ziwa dikir û digihand eniya şer. Lê belê nayê bîra min me rojekê got 'em westiyan'."

Adle Bekîr ji gundê Kaniya Kurdan ê Kobanê ye. 3 jê jin, 7 jê mêr bi giştî 10 xwişk û bira ne. Dayik û bavên wê wefat kirine. Dayika Adle Bekîr qala wesayita dayika xwe kir û anî ziman ku jê re gotiye, "Piştî ku ez mirim tu biçe gel şoreşgerên Kurdistanê, ji bo şoreşê bixebite." Adle got, "Piştî ku me konê sersaxiyê yê dayika min rakir, yekser çûm gel şoreşgeran. Min ji wan re got ku dixwazim tevlî karê rêxistinî bibim, naxwazim bizewicim û li malê hepsî bibim. Wan jî gotin 'temam'."

Adle diyar kir ku ew bi şens e, Xwedê 2 şens dane wê. Yek jê ew e ku beriya 9 salan tevlî şoreşgeran bû, ya din jî nezewicîm.

Adle Bekîr piştî ku bi kurtasî qala xwe kir, em derbasî mijara xwe ya bingehîn dibin. Adle Bekîr yek ji wan lehengan e ku li eniya paş a şerê Kobanê bû. Ji bo wê zehmet jî be qala wê demê dike.

ÊRIŞA LI SER KOBANÊ

Adle anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê destpêkê deverên girîng ên ji bo jiyanê (firin, aş, depoya avê û hwd.) ên Kobanê bi det xistin û piştre ji sê baskan ve êriş kirin. Adle qala roja destpêkirina şerê bajêr dike.

"Ji sê baskan ve êriş kirin; ji Til Şehr, Kaniya Kurdan û Qubleyê. Em wê demê li Mizgefta Hecî Reşît bûn. Ji bo şervanên YPG û YPJ'ê me xwarin çêdikir. Ji nişka ve hevalekî got 'tupan bigirin, DAÎŞ gelekî nêzî me bûne'. Me jî got 'heta ku xwarin neqede em nagirin'. Bi çekên giran êriş dikirin. Topeke hawanê li minareya mizgeftê ket. Tevî vê yekê jî me xwarina xwe qedand. Piştre jî alavên xwe kom kir û çûn herêma nêzî sînor. Êvarê saet navbera 4-5'an bû, DAÎŞ kete nava Kobanê."

KOÇBERÎ...

Adle roja ku xelkê Kobanê ji neçarî derbasî Bakur bû weke 'şeveke tarî bû' pênase kir û diyar kir ku DAÎŞ'iyên hov digotin, 'Eger em jinên Kobanê bigirin em ê ji serê pêsîrên wan tizbîhê çêbikin'. Bi vê gotina ku li nava gel belav bû, tirs kete dilê mirovan. Tevî vê yekê jî xelkê bajêr 6-7 rojan li ser sînor ma, lê piştî ku şer giran bû derbasî Bakur bû. Hin ji Kobaniyan jî biryar dan ku li ser sînor bisekinin. Adle û hevalênwê ji bo xelkê ku li ser sînor mayî dest bi çêkirina xwarinê kir.

Adle anî ziman ku dewleta Tirk ji aliyekî ve deriyê sînor vekir û hewl da ku gel derbas bibe, li aliyê din jî ji aliyê Til Şehr û Kaniya kurdan DAÎŞ'î dişand Kobanê. Ji xwe wê demê dîmen û wêneyên leşkerên Tirk û DAÎŞ'iyan ên di nava hev de di çapemeniyê de hatibûn weşandin.

'SOZA NEKETINA KOBANÊ HATE DAYIN'

Adle dewam kir: "Li dijî daxuyaniya Erdogan ku digot 'Kobanê wê bikeve', şervana YPJ'ê Destîna çeka xwe rakir, quntaxa wê li erdê xist û got, 'Heta ku şervanên mîna me hebin Kobanê wê ti carî nekeve, em ê pişta xwe nedin şehîdên xwe!'. Bi rastî jî welê bû. Li dijî barbarên ku kes li ber wan nedisekinînin, bi tena serê xwe sekinî û li ber xwe da. Xelkê Pirsûsê jî bi extiyar û ciwanên xwe got 'Em Kobanêyî ne' û piştevaniyeke mezin nîşan dida. Bi vî rengî soza neketina Kobanê hate dayin.

'RÊBERTÎ EM BIHÎST, KOBANÊ WÊ NEKEVE'

Wextekê ez bi xew ve çûbûm. Di xewna xwe de min Rêbertî dît. Hatibû Kobanê. Em 4-5 hevalên jin bûn. Di destê me de gilokek ta hebû. Me dikir nekir nekarî wê gilokê ji hev veke. Gilokek ji tayê spî bû. Rêbertî got 'Bîne ez ê ji we re vekim' û vekir. Dema ku hişyar bûm min ji hevalan re got. Hatin ez maçî kirin û gotin 'Rêbertî jî em bihîst, Kobanê wê nekeve'. Sibeha wê rojê ne derî ma ne jî têlên sînor. Xelkê Bakurê Kurdsitanê bi banga seferberiyê ya Rêbertî mîna lehiyê herikî Kobanê.

DEMÊN ZOR Û ZEHMET...

Piştre ji xwe em man. Me kincê hevalên birîndar û yên şehîd dişuştin, xwarin çêdikirin. Carna rojê 4-5 kîs ji kincên birîndaran û şehîdan dihatin. Ji bo şervanên me di çeperan de tî û birçî nemînin me dixebitîn. Tiştên gelekî zehmet bûn ku qala wan bê kirin. Hin hevalên ku ji me xatir xwestin, piştî demeke kurt agahiya şehadeta wan digihîşt me. Heval Evar ji destê xwe birîndar bû. Got 'Ez li vir nasekinim, hevalên min hemû li çeperan şer dikin' û çû. Guh neda gotina me ku jê re gotibû 'tu birîndar e, neçe'. Êvarê me bihîst ku ketiye destê çeteyan.

Tevî van hemûyan jî me hewl dida moralê xwe bilind bikin. Êvarê piştî ku karê me diqediya em bi defên xwe diçûn gel hevalên birîndar. Bi tilîlî û çepikan me stran ji wan re digot. Wan jî me moral digirt, me jî ji wan.

ME 4 ŞEHÎDGEH ÇÊKIR!

Di dema şer de me 4 şehîdgeh çêkir. 3 jê li ber derî, 1 jî li Pirsûsê bû. Zêdeyî hezar şehîd spartin axê. Ciwan, extiyar, bav... Bêguman hemû ne tenê ji Kobanê bûn. Ji Bakur, Rojhilat, Başûr, Efrîn, Helebê hwd. hemûyan li vir xwîn rijandin. Em jî şopdarên wê xwînê, wê dozê ne.

KADER JI ALIYÊ LEŞKERÊN TIRK VE ŞEHÎD HATE XISTIN

Mesela hevala Kader hebû. Ji Stenbolê bi rê ketibû. Leşkerên Tirk ji nava têlan sûîqest kirin û ew şehîd xistin. Me bi çavên xwe dît. Me çû cenazeyê şehîda xwe anîn, şuştin, xistin darbestê û piştî rojekê ji malbata wê re şandin.

ME AVA BI XWÎN LI KOKA DARAN RIJANDIN...

Her rojê me xwarin çêdikir, kinc dişuşt, şehîd vedişart, birîndar derman dikir, kinc ziwa dikir û digihand eniya şer. Lê belê nayê bîra min me rojekê got 'em westiyan'. Me kincê birîndarên xwe di teştê de dişuşt. Ava di teştê de jî ku ava bi xwîna birîndaran bû, dirijand binê daran. Me digot, 'Bila xwîna lehengan vala neçe, bila darên me bi wan şîn bibin'.

Şervanekî ji Amedê hebû, digot 'Kobanê em deyndarê te ne'. Tu çima deyndar be heval! Ji xwe te ruhê xwe da. Em hîn ji deriyê nexweşxaneyê derketin ew şervan şehîd bû.

DOKTORÊN ME BIRÎN DIPÊÇAND...

Elektrîk tune bû, nan tune bû, av tune bû. Nan, xwarin, derman hat. Doktorên me ji vir neçûn, birînên lehengên me dipêçandin. Dr. Mehemed Ehmed û Dr. Welat 4,5 mehan bêrawestan xebitîn.

EM NEDIWESTIYAN!

Heta sibehan me xwarin çêdikir, nan çêdikir. Piştre jî kinc dişuşt, li birîndaran dinihêrî. Eger şehîdê me hebûya me ew vedişart. Piştre jî me karên xwe dewam dikir. Lê belê em qet nediwestiyan. Mînak; di şer de ez qet nexweş neketim, tenê carekê diranê min êşiya.

EM ŞOPDARÊN XETA FEDAYÎ NE

Vegotina Kobanê bêguman gelekî giran e. Ji her derê hatin, li vir şehîd bûn. Em jî şopdarên wê xetê ne. Em şopdarên xwîna sor in ku li vir hate rijandin. Kincên bi xwîn ên me şuştin, bot, parçeyên mirovan ên li ser betaniyan man, destên jêbûyî, porên qutbûyî... Em şopdarên vê xetê ne ku ev hemû hatin fedakirin.

Gelek mirov hatin li Kobanê şehîd bûn. Ez sersaxiyê ji malbatên van şehîdan hemûyan re dixwazim. Ew leheng mirovên dozê bûn, wêrek û fedakar bûn. Hûn çiqasî bi wan serbilind bin hêja ye. Di şexsê Kobanê de gelê Kurd li her parçeyî xwedî li hev derket, ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Ez ê wê fedakariya xelkê Bakur qet ji bîr nekim ku serê xwe dabûn ber wan hesinan û bi rojan li wir man.

Kobanê cihekî biçûk e. Lê belê bi xwîna şehîdan li cîhanê hate nasandin. Çi ji destê me hat me kir. Dîsa jî têrê nake. Em hînê deyndar in. Em deyndarê wan mirovan e ku parçeyek ji canê xwe dan, çav, mil, lingê xwe dan.

EM TENÊ BI ÎRADEYA XWE PIŞTRAST IN!

Ya ku em pê piştrast in hêza me bû. Niha tê gotin, 'Bi saya Emerîkiyan' çêbû. Qet ne wisa ye. Ewqas berdêl hatin dayin. Emerîkiyan çima beriya wêrantiyê, beriya talan, koçberî, kuştina mirovan tişta kirin nekirin? Nêzîkatiyên bi vî rengî nerast e. Em bi xwe piştrast in, Bi hêza yekîtiya xwe piştrast in. Baweriya me bi kesekî din nayê.

BIRYARDARÎ Û INADA KURDAN

Dijmin çi kir jî nekarî bi me. Her der bû Kobanê, serketin bû ya me. Roja ku me li Kaniya Kurdan ala DAÎŞ'ê hate rakirin û me ala xwe lê çikand, rojeke gelekî bedew bû. Ya rast, roja ku Erdogan got 'Kobanê li ber ketinê ye, dikeve' em wê rojê xurt bûn, rabûn ser piyan. Gotineke Kurdan ehey, dibêje 'Kurd serhişk in, bi inad e'. Wê rojê diyar bû. Em rabûn ser piyan, ew jî reviyan...