Ji KONGRA GEL peyama 4'ê Nîsanê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Di vê astê de astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ti awayî êdî nayê qebûlkirin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGREA GEL bi wesîleya 4'ê Nîsanê daxuyaniyek weşand û rojbûna Abdullah Ocalan li tevahiya mirovahiya pêşverû pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojbûna 75'an a Rêber Apo di serî de li Rêbertî, li hevalên têkoşînê, gelê me û hemû dostan pîroz be. Rojbûna Rêber Apo rojbûna Kurdên azad, jin a azad, civaka azad, û jiyana azad e.

Jiyana Rêber Apo bi têkoşîna afirandina mirov û civaka azad derbas bû. Bi paradîgmaya azadiyê ji bo hemû lêgerînerên jiyana azad a li cîhanê re bû hevî.

Hêzên serwer bi komploya navneteweyî xwestin meşa azadiyê ya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya wî tasfiye bikin. Bi sîstema Îmraliyê xwestin wî îzole bikin. Lê belê şaşitî kirin. Li cihekî û şert û mercên ku her kesî digotin 'êdî nikare tiştekî bike' Rêber Apo ji bo mirovahiyê projeya jiyana azad û civaka azad pêşkêş kir.

Bi 'paradîgmaya azadiyê' ya ku Rêber Apo pêşkêş kir, gelê me li her qadê, zexta qirkirinê ya hêzên navneteweyî û herêmî dişikîne û jiyana azad ava dike.

Gerîlayên Kurdistanê çawa ku konsepta şer a xwe dispêre teknîkê ya dewletê ûç kir, gelê me jî di vê hilbijartinê de bi DEM Partiyê re polîtîkaya hilbijêrên gerok ên leşker û polîsan ên hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê têk bir û serketineke mezin bi dest xist.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku nekarî xwe li serketina mezin a gelê Kurd rabigire, mazbataya Abdullah Zeydan ê ji DEM Partiyê da namzetê AKP'ê û bi vî rengî xwest li hemberî îradeya gelê Wanê darbeyê bike.

Xelkê Wanê, ku xwe bi 'paradîgmaya azadiyê' ya Rêber Apo bi rêxistin kiriye, li hemberî vê darbeya li ser îradeya xwe berxwedaneke bi heybet nîşan da û kir ku faşîzma AKP-MHP'ê paşve gavê biavêje.

Ev berxwedana bi heybet a xelkê Wanê ya beriya rojbûna 75'an a Rêber Apo û serketina wan ji dil pîroz dikin. Xelkê Wanê rojbûna Rêber Apo bi vê berxwedanê pêşwazî kir û bi coş pîroz kir. Em coş û kêfxweşiya xelkê Wanê ji dil parve dikin.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku li qada leşkerî jî li hemberî gerîla têkı çûye, di vê hilbijartinê de bi têkçûnê re li qada siyasî jî derbeke giran xwar û kete nava pêvajoya hilweşînê. Ev yek ragihandina fermî ya pêvajoya têkçûnê ya faşîzma AKP-MHP'ê ye. Di asta heyî de ti hêz nikare pêşî li vê têkçûnê bigire.

Pêşwazîkirina rojbûna 75'an a Rêber Apo di nava şert û mercên Îmraliyê de weke gel û tevger ji bo me rexnedayina herî mezin e. Di vê astê ya têkoşîna me de astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ti awayî êdî nayên qebûlkirin.

Pêşketinên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê afirand, zemînê dide wê yekê ku pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bê biserxistin.

Bi armanca hevdîtina Rêber Apo li nava şert û mercên azad, di her qadê de di sala 2024'an de ji gelê Kurdistanê û dostên me re serketinê dixwazin."