Ji HPG’ê daxuyaniya sererastkirinê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerilayê bi navê Îsrafîl Dursun ku jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyek serarastkirinê weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Roja 15'ê Hezîranê di daxuyaniya ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê weşandî de, di şerê ku 6'ê Hezîranê li nêzî Gundê Arigor yê girêdayî navçeya Amedê Hênê agahiya nasnameya şehadeta Rênas Serhat (îsrafîl Dursun) hatibû ragihandin. Hevrêyê me yê ku nasnameya wî hatîbû eşkere kirin şehîd ne ketiye û bi şêweyekî parasî gihiştiye yekineyên xwe. Di bûyera ku navê wi derbas dibe de ti gerilayekî me şehîd ne ketiye.

Ji ber vê bûyerê ku hatibû jiyîn, di destpêkê de ji malbata Dursun û hemû gelê me yê welatparêz em lêborinê dixwazin."