Ji HBDH'ê çalakiyên li dijî dagirkirina Rojava
Milîsên Avesta Xabûr ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî dagirkirina Rojava li Bûrsayê 2 çalakî kirine.
Milîsên Avesta Xabûr ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî dagirkirina Rojava li Bûrsayê 2 çalakî kirine.
Milîsên Avesta Xabûr ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan têkildarî 2 çalakiyên li Bûrsayê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "1'ê Kanûnê roja Duşemê saet di 22:00 de li navçeya Osmangazî yıa Bûrsayê qadeke veguherandinê hate şewitandin.
2'ê Kanûnê saet di 23:00 de li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê ofîsa mobîlya ya buroya navenda kar a li sîteya Ozel Davîva Bûrsa hate şewitandin."
Di daxuyaniya HBDH'ê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst gelê me yê li taxên xweser ên Helebê û yên li Rojava bi komkujiyê re rû bi rû dihêle. Em ê li metropolan hesab ji dewleta Tirk a faşîst bi çalakiyên xwe yên tolhildanê bipirsin.
Ji metropolên Tirkiyeyê heta bi Bakurê Kurdistanê, ji Helebê heta Rojavayê Kurdistanê em eniya berxwedanê ya yekbûyî mezin bikin, sîstema Tirk a faşîst û çeteyên wê parç bikin."