ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê, her wiha çalakiyên şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê wê bêne şopandin.
Xelkê Efrînê yê ji Şehbayê gihîşt Reqayê, ji ber êrîşên dewlet û çeteyên dewleta Tirk neçar ma careke din koç bike. Efrîniyan gotin, ew bi hêvî ne û wê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin.
Koma ku di hefteya 650'î de Nobeda Azadiyê dewr wergirt got, "Ji bo hêjayî Rêber Apo û gerîla bibin çi ji destê me bê em ê bikin.
PKK partiya şehîdan e û ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan bi hezaran leheng li çeperan li ber xwe didin. PKK yekane partî ye ku wê serketineke bê dawî ji bo mirovahiyê bi dest bixe. Ji ber ku afirîner û çavkaniya wê ya hêzê Rêber Apo û gel e.
Piştî ku Heleb bi lez û destpêkê ket, cihên teng ên mîna Til Rifet û Şehba kete bin gefa dagirkeriya dewleta tirk. Taxên Kurdan ên li Helebê jî bi heman rengî. Pirsa, gelo em şer bikin an jî vekişin kete rojevê. (Nivîsa Zekî Bedran)
Wezîra Zanistî û Teknolojiyê ya Îngilistanê Feryal Clark Demîrcî serdana konê greva birçîbûnê ya li avahiya KCC kir û rexne kir ku di operasyonê de polîsên Tirk hatin bikaranîn. Her wiha got, vê operasyonê yekparetiya civakî xera kiriye.