Milîsên HBDH'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî kirin
Milîsên Gelhat Kobanê yên HBDH'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Kocaeliyê du çalakî lidar xistin.
Milîsên Gelhat Kobanê yên HBDH'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li Kocaeliyê du çalakî lidar xistin.
Milîsên Gelhat Kobanê yên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 çalakî kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Şoreşa me ya Rojava, me seferberiya çalakiyan radigihînin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li navçeyên Gebze û Çayirovayê 2 çalakî hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê êvara 29'ê Mijdarê saet di 22:00 de qemyoneke faşîstan a ji Gebzeyê diçû Stenbolê hate şewitandin. Hate ragihandin ku 3'ê Kanûnê li Çayirovayê qemyon û depoya fîrma kargo ya navxweyî hate şewitandin.