EFRÎNIYÊN KU JI ŞEHBAYÊ KOÇÎ REQAYÊ KIRIN
Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê sala 2018'an Efrîn dagir kirin, zêdeyî 200 hezar Efrînî neçar mabûn koçî Şehbayê bikin. Koçberên li Şehbayê ku sê aliyên wan ji aliyê çeteyan, aliyekî wan jî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû dorpêçkirin, hem ji bo jiyanê têkoşiyan hem jî li hemberî êrîşên çeteyên dagirker li ber xwe dan. Piştî ku 27'ê Mijdarê Heleb û Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, Şehba vê carê ji çar aliyan ve dorpêç bû. Di encama vê yekê de 2'ê Kanûnê êrîşên li ser Til Rifet û Şehbayê giran bûn û herêm hate dagirkirin. Ji ber vê dagirkeriyê jî xelkê Efrînê cara duyemîn neçar ma ku koç bike.
Şêniyên ku ji Şehbayê gihîştin Reqayê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew ji têkoşîna azadî û nasnameyê bi hêvî ne û wê ti carî teslîm nebin.
'ÇEKEK NEMA KU LI DIJÎ GEL BI KAR NEANÎN'
Ji Efrîniyên ku neçar man ji Şehbayê koç bikin Mistefa Mihemed got, "Dewleta Tirk sala 2018'an piştî ku Efrîn dagir kir em neçar man koçî Şehbayê bikin. Li Şehbayê heta ku jiyana xwe bidin rûniştandin demeke dirêj me li ber xwe dan û dawiya dawî şert û mercên jiyanê afirand. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê her tim dewam kir, lê belê me li gel vê yekê jî şert û mercên xwe yên jiyanê afirand. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dawî cara duyemîn em neçar man koç bikin. Êrîşên li ser Şehbayê gelekî giran bûn û çekek nema ku li dijî gel bi kar neanîn. Li pêşiya çavên me sivîl hatin qetilkirin. Du rojan em di rê de bûn. Heta ku em gihîştin Reqayê me gelek zor û zehmetî dît."
'TI ELEQEYA DEWLETA TIRK BI ÎSLAMIYETÊ RE NÎNE'
Mistefa Mihemed anî ziman ku li Reqayê ew bi rengekî baş ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin û bi dewamî got, "Ya ku xwedî li gelê Efrînê derket Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe seferber kiriye. Bersiv ji hemû pêwîstiyên gel re tê dayin û ji bo şert û mercên jiyanê yên gel baş bikin seferber bûne. Dewleta Tirk û çeteyên wê qet eleqeya xwe bi Îslamê re nîne. Li dijî Îslamê ne û ji bo zilmê li gelan bikin hene. Me xaka kesî dagir nekir, zilm li kesî nekir, mafê kesî nexwar. Em gelekî welê ne ku bi rûmeta xwe dijîn. Bi sedan sal in zilm li gelê Kurd tê kirin. Tenê daxwazeke gelê Kurd heye, ew jî xwedîderketina li nasname û zimanê xwe ye. Yanî daxwaza mafê xwe dike. Hêzên navneteweyî li şûna ku di çarçoveya berjewendiyên xwe de biaxivin bila bên rewşa gel bibînin. Bila li kêleka dewleta Tirk nesekinin û vê zilmê bibînin."
'ÊRÎŞEKE GIRAN BIRIN SER GEL'
Îbrahîm Kose jî got, "Cara duyemîn e em koçber bûne. Me êşên giran kişand, zor û zehmetî dît. Ji sala 2018'an û vir ve em li Şehbayê bûn. Di nava vê demê de êrîşên dewleta Tirk nesekinîn. Zêdeyî 6 salan di bin bombardûmanê de me jiyana xwe dewam kir. Li Şehbayê me careke din xwe li jiyanê girtibûn, lê belê careke din êrîş kirin. Êrîşeke giran li gel hate kirin. Ji ber êrîşan gelek zarok birîndar bûn. Mirovên me yên extiyar hin ji wan krîza dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan. Doh bi şev di nava karwan de mirovekî me yê extiyar jiyana xwe ji dest da."
'EFRÎN WÊ JI DEWLETA TIRK RE NEMÎNE'
Mihemed Henan jî ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd zilmeke mezin e û got, "Dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer bi hezaran mirovên me qetil kir. Xaka me dagir kir, mala me talan kir, darên me yên zeytûnê ji kokê rakirin, şewitandin. Ji bajarekî mîna bihuştê tiştek nehiştin. 6 sal in li Şehbayê em bi hêviya vegera li Efrînê diman; me hêviya xwe ji dest nedane. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne. Bêguman em ê rojekê vegerin Efrînê. Em venegerin jî wê rojekê zarokên me vegerin Efrînê. Dagirkirina Efrînê têrê nekir, Şehba jî dagir kirin. Hêzên me yên xweparastinê ji bo ewlehiya me em gihandin qadên ewle."
Mihemed Henan diyar kir ku dema mijar dibe gelê Kurd dewletên dijmin jî dibin yek û got, "Zilma li Efrînê têrê nekir, em ji Şehbayê jî koçber kirin. di rê de çeteyan heqaret li me kirin. Efrîn û Şehba xaka gelê Kurd e û wê weke xaka gelê Kurd bimîne. Cihê dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li Efrînê li Sûriyeyê jî nîne. Heta ku ji Şehbayê hat Reqayê pitika 3 mehî ji sermayê jiyana xwe ji dest da. Erdogan kujer e, destê wî di xwîna mirovên bê guneh de heye. Me hêviya xwe ji dest nedane. Kê maye ku em bigihêjin Efrînê."