Ji Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyama pîrozkirinê

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) hemû fermandar û şervanên beşdarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûne, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, "Destpêkê em hemû hevrêyên xwe yên bi wêrekiyeke bilind û ruhê fedaî yê Apoyî tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûn ji dil û bi hestên şoreşgerî silav dikin. Fedaiyê Apoyî yê hêja hevrê Şervan Varto yê bi lehengî di operasyona şoreşgerî de şer kir û şehîd bû, di şexsê wî de jî hemû şehîdan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin."

BAREGEHA DIJMIN BI TEMAMÎ HATE XISTIN Û BIDESTXISTIN

NPG'ê got, "17'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Zapê di encama operasyona şoreşgerî ya li ser bargeha artêşa Tirk a dagirker de baregeha dijmin bi temamî hate xistin û bidestxistin" û wiha dewam kir, "Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku we bi ruhê êrîşê yê bilind, bêtirs, bi çalak, hostatiya taktîkê, afirîneriyê û pratîkeke profesyonel pêk anîn, derba eciqandinê li artêşa Tirk a dagirker xist. Li baregeha dijmin tevî fermandarê bi payeya serpel û fermandarên asta jêrîn 37 leşkerên dagirker hatin cezakirin, bi dehan çek û alavên leşkerî ji ser wan hatin rakirin. Tevî vê yekê her tiştên li baregeha dijmin hatin şewitandin û îmhakirin. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan jî weke xelekeke girîng a pêngava gerîla ya serketî ya dema dawî derbasî nava dîroka me ya têkoşînê bû."

Di dewama daxuyaniya Fermandariya Biryargehê de hate gotin, "Di salvegera komploya navneteweyî de pêkanîna operasyoneke bi vî rengî ya şoreşgerî ya serketî gelekî girîng û bersiveke di cih de bû. Operasyona we ya şoreşgerî ku asta wê ya serketinê û tempoya wê gelekî bilind bû, careke din nîşan da ku gerîlayên azadiyê yên Apoyî berê xwe bide ku derê dikare fetih bike, tiştek li pêşiya wan nikare bibe asteng.

Em hemû fermandar û şervanên ku bi dilsoziya mezin a bi Rêber Apo û xeta Apoyî xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi aqlekî mezin, bi jîrbûna taktîkî, plansazî, sebir û hostatî xemilandin û Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan lidar xistin, pîroz dikin. Em ji dil bawer dikin ku di taktîkê de hûnê xwe kûrtir bikin, di afirîneriyê de xwe hîn bêhtir şareza bikin û serketinên hîn mezin bi dest bixin.

MEDYA ŞERÊ TAYBET HEWL DA TÊKÇÛNA DÎROKÎ VEŞÊRE

Tevî ku we operasyoneke şoreşgerî ya ewqasî bi bandor, encamgir û fetihkirina baregeha dijmin pêk anîn jî artêşa Tirk a faşîst û medya şerê taybet a rejîma faşîst hewl dan vê têkçûna dîrokî ji her kesî veşêrin. Tevî ku 37 kuştî dan, tenê kuştiyekî xwe eşkere kir, mîna ku tiştek nebûye xwe li kor, lal û kerrbûnê danîn. Ev nêzîkatiya artêşa dagirker û rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst nîşan dide ku çiqasî lawaz e û tengav bûye. Ji ber ku ketiye rewşeke welê ku siayseta xwe ya şer û konsepta qirkirinê xitimî ye, lê ne bi xwe dikare li vê mikur bê ne jî dikare ji raya giştî re eşkere bike.

Dewleta Tirk a dagirker, rejîma faşîst û medya wê ya şerê taybet her çend bi vî rengî nêzîk dibin û hewl didin veşêrin jî operasyona şoreşgerî ya ku we hevrêyên hêja bi kedeke mezin bi belge kirin, hemû rastiyan wê raxe ber çavan. Wê demê her kes wê baştir fêhm bike ku hezar derew li pêşberî rastiyekê têk diçe."