Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk daxuyaniyek da û agahî parve kirin.
HPG’ê ev agahî parve kirin:
“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal de;
26’ê Gulanê saet 07:50’î li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metîna çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de hedef bi îsabet hatin lêdan.
27’ê Gulanê saet 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serda ê herêma Avaşîn ji esmanan ve çalakiyek hate kirin. Hedef bi îsabet hatin lêdan.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê;
26’ê Gulanê saet 18:30’î dema ku helîkopteran dixwestin leşkeran dane stra Dola Maran a herêma Avaşîn hêzên me bi çekên giran li helîkopterên dan. Li ser mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar ma ku ji qadê dûr bikeve.
27’ê Gulanê saet 09:30’î hêzên me bi çekên giran li Girê Karaqolê ya girêdayî herêma Zapê çalakiyek kirin. Piştî vê çalakiyê dagirkeran dever bombe kirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;
Di 25’ê Gulanê de saet di 14.30’an de li Girê Koordîne ya qada Bektorya ya Heftanînê li dijî dagirkeran du çalakî hatine kirin. Di çalakiya pêşîn de kozika ku 3 dagirker tê de bûn, bûne hedef. Li vê derê 3 dagirker hatine cezakirin û kozik hatiye îmhakirin. Di çalakiya duyemîn de jî kamelyaya ku 2 dagirker tê de bûn bûye hedef û 2 dagirkerên tê de hatine cezakirin. Kamelya hatiye îmhakirin û derb li radareke li vir hatiye xistin.
Di van çalakiyan de bi giştî 5 dagirker hatine cezakirin. Dagirkeran piştre bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.
ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê dane.
Agahiyên li ser êrîşan wisa ye;
Di 26’ê Gulanê de saet di 15.05 û 21.45’an de Girê Zendûra ya Metînayê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.
Di 26’ê Gulanê de saet di 19.30’an de balefirên şer li qada Dola Maran a Avaşînê dane. Di heman rojê de saet di 21.50 û 22.45’an de helîkopteran leşker anîne qadên Mam Reşo û Dola Konferansê ya Avaşînê.
Di 26’ê Gulanê de saet di navbera 18.30 û 23.00’an de helîkopteran leşker anîne Girên Şehîd Serxwebûn û Petrût ê Zapê.
Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”