Cigirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Berhem Salih îro li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan lîsteya wî ya bi navê ‘Hevpeymaniya ji bo demokrasî û dadperweriyê’ qebûl kiriye.
Her wiha Berhem Salih ragihand ku ew hêvî dike wê ev lîst xizmetgûzariyeke baş ji bo xelkê herêmê bike û logoya ‘Hevpeymaniya ji bo demokrasî û dadperweriyê’ nîşan da.
Berhem Salih ku li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê û niha 57 salî ye. Her çend demekê ji komên siyasî dûr ketibe jî, belê heta niha destê xwe ji Cîgirtiya Duyem a Sekreterê Giştî yê YNK’ê nekişandiye.
Berhem Salih di salên 2009 û 2012’ê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bû. Her wiha demekê cîgirtiya Serokwezîrê Iraqê û Wezîrtiya Plandanan a Iraqê kiriye. Her wiha damezîrênerê Zanîngeha Amerîkî ya li bajarê Silêmaniyê ye.