Ji dadgeha pêşî û dawî ya Ocalan heta bi 24’ê Hezîranê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an cara pêşî 31’ê Gulanê derkete dadgehê.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Stêrik bi bîr xist ku piştî Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibata 2009’an cara pêşî û dawî 31’ê Gulanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî derketiye dadgehê, parastina xwe kiriye. Stêrik got doza li Imraliyê ya di şexsê Ocalan de ‘Doza Sedsalê’, ‘Doza gelê Kurd e’ û got ji ber kontrola AKP’ê ya li ser pêvajoya hiqûqê ya van 16 salan di Doza Sedsalê de ti pêşketin nebûye û civak wê hesabê vê ji AKP’ê bipirse.

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Stêrik li ser hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî got, ‘Ev dengdana faşîzmê û demokrasiyê ye’’ û got heke faşîzma AKP-MHP’ê HDP’ê di bin bendê de bihêlie faşîzm wê were mîsogerkirin û ji bo vê jî her kes divê ji bo ku HDP di bin bendê nemîne bixebite.

‘EM NIZANIN LI IMRALIYÊ ÇI DIBE’

Endama Konseya Serokatiyê a KCK’ê Zilar Stêrik diyar kir ji 5’ê Nîsana 2015’an ve ku herî dawî şandeya Imraliyê ya HDP’ê çûbû Imraliyê Tevgera wan ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahiyek rasterast nestandiye û got, niha li ber destê wan ti agahiyeke tine bê ka li Imraliyê çi dibe û çi nabe.

Stêrik gotegotên li ser medyaya civakî ku çend caran derbarê rewşa Ocalan de hatine parvekirin bi bîr xist, diyar kir ku li ser vê Wezareta Dadê ya Tirk hin daxuyanî dane lê ne gelê Kurd û ne jî tevgera wan ji van daxuyanan bawer nake û ti qîmetê nade van daxuyaniyan. Stêrik got heta ku parêzer, malbat an jî şandeyeke serbixwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnene ew ê nikaribin bibêjin wan derbarê Ocalan agahiyeke rast standine. Stêrik her wiha çalakiyên gelê Kurd ên li Kurdistanê bi bîr xist û got ev çalakiyên ji bo ku ji Ocalan agahiyê bistînin bi pêşengiya ciwan û jinan hê jî berdewam dikin.

‘DÎROKA HIŞMENDI Û GAVÊN FAŞÎST 5’Ê NÎSANA 2015’AN DEST PÊ DIKE’

Zilar Stêrik gotegotên li ser rewşa Ocalan ku dema berxwedahiya Efrînê geş bû, li ser medyaya civakî hatî parvekirin bi bîr xist û got, ‘’Li ser rewşa Rêbertiya me hin hevalên me yên ji rêveberiya Tevgera me hin daxuyanî dabûn û fikarên Tevgera me hatibûn gotin. Jixwe hema piştî wê pêvajoya hilbijartina pêşwext dest pê kir. Ev rûdan ji hev ne qut in. Ev îflasa tifaqa qirêjî ya Erdogan-Bahçelî ya li bara vîna demokratîk a Kurd e, ku li gel hemû êrîşên faşîst jî nekarîn teslîm bigirin. Divê em bibînin ku gavên pêşî yên faşîzma AKP-MHP’ê, ku dixwaze hemû Tirkiyê mehkûmî qanûnên Rewşa Awarte bikin li Imraliyê dest pê dikin. Dîroka vê hişmendiya faşîst û gavên faşîst ku îro Tirkiye dorpêç kriye 5’ê Nîsana 2015’an dest pê kiriye, ku hevdîtinên bi Imraliyê re qut bûbûn.’’

‘’DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE EV DOZA GELÊ KURD E’

Stêrik bi bîr xist ku piştî Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê dadgeha ku lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî darizandin 31’ê Gulana 1999’an çêbûye û ev bûye danişîna pêşî û dawî ku Ocalan bi fizîkî lê hazir bû, Wî bi xwe parastina xwe kiribû û bi hemû zindîbûna xwe ya xwe vegotibû.

Stêrik bi bîr xist ku pêvajoya darazê 19 salên xwe diqedîne û domand: ‘’Me ji vê re got Doza Sedsalê. Ji ber ku di şexsê Rêbertî de ev doz Doza Gelê Kurd e. Doza hemû Kurdan e. Dozê wê ye ew gelê ku tine tê hesibandin, hebûna wê bidin qebûlkirin. Ji bo vê jî ji hêla hiqûqî ve ev pêvajoya dawî her çendî weke doza 19 salan were dîtin jî, ev doz tevahiya dîroka Komarê dom kiriye. 1924’an,li dijî politikaya îmha û înkarê dest pê kiriye û hê jî didome.’’

‘RÊYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK HATE DANÎN’

Stêrik got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoya darazê de Rêya Çareseriya Demokratîk bi parastinên xwe li ser zemîna civakî, dîrokî, zanistî-felsefî daniye holê û got, ên ku ev parastinên Ocalan xwendine hem li ser dozê û hem jî li ser ramana Çareseriya Demokratîk a Ocalan bûne xwedî agahî.

SEDEMA PÊŞVENEÇÛNA PÊVAJOYA HIQÛQÎ KONTROLA AKP’Ê YA LI SER HIQÛQÊ YE

Stêrik got sedema ku di ‘Doza Rêbertî’ de ji hêla hiqûqî û darazê ve gavek jî pêşveçûn nebûye, kontrala desthilatdariya AKP’ê ya li ser darazê û pêvajoyên hiqûqê ye.

Stêrik diyar kir doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hiqûqî hatiye derxistin û got,’’Helbet ev dozeke siyasî ye. Lê di dozên siyasî de jî divê hiqûq were xebitandin’’. Stêrik nêzîkatiya AKP’ê ya li ser pêvajoya dozê bi bîr xist û got, ‘’Ji pêvajoya desthilatdariya AKP’ê ve neheqiyeke mezin heye. Ji neheqiyê jî wêdetir rewşa sûc heye ku darizandinêh ewce dike. Dîrok û civak teqez rojekê wê van darizîne.’’

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Zilar Stêrik li ser helwesta CPT’yê ya bara rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, ‘’Ji Temûza 2011’an ve Rêbertiya me parêzerên xwe qet neditine. Dive CPT rabe û bibêje, ‘’Ev binpêkirina mafê mirovan e. Ev binpêkirina mafên girtiyan e. Ev ji dest standina mafê parastinê yê girtiyan e û ji bo vê jî êşkenceyeke taybet a li ser Ocalan e.’’

CPT DIVÊ DÎSA BIÇE IMRALIYÊ

Stêrik rapora dawî ya CPT’yê, ku piştî hevdîtina bi Ocalan re bi 2 salan ragihandî jî got, ‘’Ji bo ku dewleta Tirk destûrê nade CPT rapora Imraliyê nekarî ku ragihîne. Rapora beriya bi 2 salan hê nû beriya bi 2 mehan ragihand. Ev rapor li gorî şertên beriya niha bi 2 salan a Imraliyê ye. Kesek nizane bê ka di van 2 salan de çi bûye çi nebûye. Ne parêzer, ne malbat, ne vasîs, ne gelê Kurd û ne jî Tevgera Kurd derbarê Rêbertiya xwe de ne xwedî agahiyekê ne.’’

Stêrik got CPT girêdayî Konseya Ewropayê ye, Konseya Ewropa jî ji rûdanên Imraliyê berpirse û got, ‘’CPT demildest divê şandeyekê bişîne Imraliyê. Divê tiştên ku li wir dibin bi raya giştî ya Kurd re par ve bike, bikaribe bihêle ku malbat û parêzer biçin Imraliyê.’’

‘24’ê HEZÎRANÊ WÊ FAŞÎZM Û DEMOKRASÎ WERE DENGDAN’

Stêrik li ser rewşa Tirkiyê ya bi rêveberiya Erdogan-AKP’ê jî got, ‘’Tirkiye îro ne bi demokrasiye lê bi ‘qanûnên faşîzmê’, bi ‘qanûnên Erdogan tê rêvebirin. Projeya hilbijartina pêşwext jî ya Erdogan e. Heta roja dawî jî got hilbijartin ne di rojeva wan de ye û hemû raya giştî ya Tirkiyê xapand.’’

Stêrik bi bîr xist ku bi şertên Rewşa Awarte, bi qanûnên rejîma yek zilamî cot hilbijartinek dibe, li ser vê pênaseta ‘’hilbijartina zordest’’ a raya giştî bi bîr xist, got, ev pênase têrê nake û wiha domand,’’A rast Erdogan û Bahçelî hiş avêtine, formata sedsala pêş me ya komarê diyar dikin. Bernameeya faşîst, otokratîk, rejîma yek zilamî ya ku bi hev re ava kirine li komar sedsalê bar dikin’’ û got, ‘’Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de faşizm û demokrasî wê were dengdan.’’

‘TEKANE RÊ TÊKBIRINA TIFAQA FAŞÎST A AKP-MHP’Ê YE’

Stêrik bi berdewamî got,’’Divê ji sendoqê ne faşîzm lê demokrasi derkeve, hemû hêzên ku li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî xwedî helwest in, bi peywirên pir girîng in.’’ Stêrik got divê rast û çep, muhafazkar an jî çepgir, sosyalîst, demokratên sosyal, rastgir, lîberaliya rastgir û çepgir ji hev cihê nebin û ‘’hedefa sereke divê faşîzm û têkoşîna dijî faşîzmê be.’’

Stêrik wiha domand, ‘’Tekane rê têkbirina tifqa gemarî û faşîst a AKP’ya Erdoga nû MHP’ya Bahçelî ye. Heta ku Erdoga nû AKP ji desthilatdariyê nekevin, wê Tirkiye careke dî nikaribe bikeve rêya demorkatîk.’’

‘TECRÎDA LI IMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYÊ HATE BERBELAVKIRIN’

Li ser rewşa Tirkiyê ya berdest û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Endamê Konseya Seroktiyê ya KCK’ê Zilar Stêrik têkiliyeke rasterast danî û got, ‘’Ev rewşa zor û zehmet ku niha Tirkiye di nav de ye, rasterast bi tecrîda teqez re girêdayiye, ku li Imraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê kirin. Piştî 5’ê Nîsana 2015’an hevdîtina dawî ya şandeya HDP’ê ya Imraliyê, polîtîkaya tecrîdê ya li Imraliyê li hemû Tirkiyê hate berbelavkirin.’’

Stêrik got bêyî ku hevdîtin û diyaloga bi Ocalan re were birin, li Tirkiyê serdestkirina qanûnê faşîzmê ne pêkan e û got, ‘Ji ber ku dengê ji Imraliyê bilind dibû, dengê azadiyê bû. Bêyî ku ev deng bihata bêdengkirin nikaribûn faşîzmê pêk b3inin.’’

‘HEKE HDP DI BIN BENDÊ DE BIMÎNE, WÊ FAŞÎZMÊ MÎSOGER BIKIN’

Stêrik li ser dek û dolabên tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê got, ‘’Çav berdana dengên HDP’ê. Dengên HDP’ê dengên demokrasî û azadiyê ne. Dixwazin dengên demokrasiye û azadiyê tevlî dengên tifaqa xwe ya genî bikin. Divê her kes vê rîskê bibîne. Ji ber ku heke HDP’ê di bin bendê de bihêlin, hemû dengên HDP’ê wê ji tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê re biçin û faşîzmê mîsoger bikin. Ji ber ku li Kurdistanê hêzên partiyên din nîn e. Pevçûn û hesabdîtin di navbeyna HDP û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Ji bo vê jî, hemû derdorê dijî faşîzmê ji bo ku HDP di bin bendê de nemîne divê xwe berpirs bibînin û li dijî neheqiyan bêdeng neminin.

‘MIFTEYA ÇARESERIYÊ DI DEST OCALAN DE YE’

Stêrik got, heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidome demokratîkbûna Tirkiyê ne pêkane, mifteya ku Tirkiyê demokratîk bike di dest Ocalan de ye û mifeta çareseriyê ya navborî ew e ku ,’’Meseleya Kurd ne li ser zemîna teslîmkirinê lê bi çarçoweya demokratîk çareserkirina wê ye. Pêkanîna çareseriyeke wiha jî bi hevdîtinên bi Imraliyê re, yên bi rengê muzakereyan pêkan e.’’

‘ÊDÎ JINÊN CÎHANÊ JÎ REWŞA DÎLBÛNÊ YA OCALAN QEBÛL NAKIN’

Li ser xwedîderketina jinan a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Endamê Konseya Serokatiyê ya KCK’ê Zilar Stêrik got, ‘’Agahiyeke xweş e ku Tezên Azadiya Jinê yên Rêbertiya me ji hêla jinên cîhanê ve têne zanîn û destek ji bo wan heye. Tezên ku Rêbertî derbarê azadiya jinê danîne holê wê li tevahiya cîhanê keda xwe bide rêya azadiya jinê.’’

Stêrik herî dawî got, ‘’Jinên cîhanê jî rewşa dîlbûnê ya Rêbertiya me, ku xwe bi renge ‘’Kedkarê Rêya Azadiya Jinê’ pênase dike, ji bo xwe mîna problemê dibînin. Ne tenê jinên Kurd jinên azadîxwaz ên cîhanê jî dîlbûna 10 slan a Rêberê Gel, ku ji bo azadiya jinê ev çend serê xwe diêşîn û projeyên çareseriyê datîne holê, nema qebûl dikin.’’