Li Berlînê ciwanan çalakî li dar xistin
Ciwanên enternasyonalîst li paytexta Elmanya Berlînê li dijî şer çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan li Peykerê Molekulê pankart daliqandin.
Ciwanên enternasyonalîst li paytexta Elmanya Berlînê li dijî şer çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanan li Peykerê Molekulê pankart daliqandin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, Komuna Ciwanên Enternasyonalîst a Berlînê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Em Şerê Cîhanê yê 3'emîn red bikin - Em fuzeyên menzîla navîn ji Elmanyayê re naxwazin - Em li Kurdistanê Eurofightersê naxwazin" li ser peykerê Molecule Man a li bajêr daliqandin û amadekariyên şer ên Elmanyayê û rola wê ya di qada navneteweyî de şermezar kirin.
'ELMANYA DIBE HEVKARÊ ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN'
Ciwanan bertek nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Elman Olaf Scholz a di Civîna Bilind a NATO'yê de gotibû wê fuzeyên menzîla navîn ên DYE’yê ji nû ve li Elmanyayê bên bicihkirin, dan. Ciwanan destnîşan kirin ku bi vê biryar re wê Elmanyayê bike hedefa Rûsyayê û gotin: “Dewlemend şer dixwazin, ciwan pêşeroj dixwazin!" Ciwanan bertek nîşanî erêkirina firotina balafirên şer ên Eurofighter a ji bo dewleta Tirk dan. Endamên Komuna Ciwanan ragihandin ku bomberbaran û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê bi hevkariya Elmanyayê didome.
‘BILA HEMÛ ŞER BÊN RAWESTANDIN’
Ciwanan bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî şer û milîtarîzmê bên ba hev û gotin, "Şerê li Kurdistan, Îsraîl, Ukrayna, Sûdan û li her derê rawestînin! Em daxwaza avakirina eniyeke berfireh a li dijî milîtarîzmê dikin."
LI BERLÎNÊ ÇALAKIYA ‘JI RÊBER APO RE AZADÎ’ HAT LIDARXISTIN
Endamên Komîteya Jinên Ciwan a ji bo Aştiyê li Deriyê Brandenbûrgê li Berlînê pankart daliqandin. Jinên ciwan pankarta bi posterê mezin ê Rêber Apo û nivîsa "Ji Abdullah Ocalan re azadî" vekirin, meşale pêxistin û bal kişandin ser tecrîda mutleq ya li Îmraliyê tê meşandin.
Jinên ciwan daxuyaniyeke nivîskî da û nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêber APO dan. Jinên ciwan bal kişandin ser bombebarana dewleta Tirk a faşîst a bi piştgiriya çekan a dewletên Ewropayê li Kurdistanê tê kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hikûmeta Elman beriya mehekê ji bo piştgiriya polîtîkaya îllegal a bi Tirkiyeya faşîst re firotina çekan zêde kir. Em daxwaza çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dikin, divê Abdullah Ocalan di vê mijarê de bi awayekî çalak rola xwe bilîze. Ev ê ji bo muzakereyên aştiyê yên herêmên din ên Rojhilata Navîn û cîhanî bibe mînak. Em vê çalakiyê ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li dar dixin.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Konfederalîzma Demokratîk nîşan da ku ew alternatîf e. Em ji FRG’ê daxwaz dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê tavilê rawestîne û ji ber binpêkirina mafên mirovan, endamê NATO'yê bê cezakirin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo aştî, demokrasiyê û rûmeta mirovahiyê bi hev re rabin ser piyan û alternatîfeke civakî ava bikin."