Jinên Kurd ên li Dieburgê ji bo meşa Kolnê seferber bûne

Jinên Kurd ên li Dieburgê ji bo tevlîbûna meşa Kolnê xebatan bêyî navber didomînin.

Jinên Kurd ên li bajarê Dieburg ê Elmanyayê ji bo meşa Kolnê ku wê di çarçoveya “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bê lidarxistin, gelek xebatan dimeşînin.

Jin ji bo beşek mezin ê civakê beşdarî meşa Kolnê bikin ji malbatan heta cihê karan serdan dikin.

Endamên Tevgera Jinên Kurd ev bang kirin; “Ji bo daxwazên xwe ji raya giştî ya navneteweyî re rabigihînin li Kolnê bicivin.”