Ji bo şehîd Mîrza Elî konê sersaxiyê hate danîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şehîd Hacî Mîrza Elî ku di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, konê sersaxiyê hat danîn.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şehîd Hacî Mîrza Elî ku di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, konê sersaxiyê hat danîn.
Li Wargeha Penabran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şehîd Hacî Mîrza Elî ku duh di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, li ber Saziya Malbatên Şahîdan konê sersaxiyê hat danîn.
Meclîs, sazî û şêniyên wargehê kom bi kom ji bo sersaxiyê berê xwe dan Saziya Malbatên Şehîdan.
Di konê sersaxiyê de peyama bilindkirina têkoşîn û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.