NÛ BÛ

Ji bo Şaredariya DBP'ê ya Dutaxê qeyûm hate wezîfedarkirin

Piştî serdegirtina polîsan a bi ser Şaredariya Dutax a Agiriyê û şûn de, ji bo şaredariyê qeyûm hate wezîfedarkirin.

Piştî serdegirtina polîsan a di saetên danê şevê de ya bi ser Şaredariya Dutax a Agiriyê, xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin û ji bo îfadeyê birin Midûryeta Emniyetê ya Navçeya Dutaxê.

Hat diyarkirin ku piştî serdegirtinê rêveberên emniyetê li Hevşaredarê DBP'ê yê Dutaxê Firat Ozturk bi telefonê lê geriyane û gotine; "Hinek belege hene ku divê me lêbinêrin." Rêveberan bi telefon ji Ozturk re gotin, em te ji peywirê girtiye.

Li şûna Ozturk ê ku di nava 2 saetan de ji peywirê hate girtin, Qeyemqamê Navçeya Dutax Erkan ÎSa Erat weke qeyûm wezîfedar kirin.