Ji bo girtiyên Behdînanê banga lezgîn hat kirin

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê ku ji bo zanîna rewşa girtiyên Behdînanê yên di greva birçîbûnê de ne çûbû girtîgeha Hewlêrê daxwaza berdana wan kir.

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Muna Yaqo têkildarî rewşa girtiyên Behdînan daxuyaniyek da. Muna Yaqo ragihand ku îro ji sibehê ve ji bo şopandina rewşa girtiyên di grevê de ne û mijara berdana wan li Navenda Çaksazî ya Mêran a Hewlêrê bû.

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Muna Yaqo got: “Heta niha grev ji aliyê hinek ji wanên daxwaza azadiya bi merc dikin berdewame. Her wiha ji bo şopandina pirsgirêkên berdana bi merc, daxwaza bi lez a ji bo çareseriya li gorî prosedorên yasayî dikin.”

Seroka Desteya Mafê Mirovan a Herêma Kurdistanê Muna Yaqo eşkere kir ku Rêveberê Giştî yê Girtîgehên Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman li gel bû û li ser daxwazên desteya wan israr kiriye.