Ji bo şehîdên Çemçemalê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo 2 şehîdên li Çemçemalê, konê sersaxiyê hate vedan. Girseya gel serdana kon dike.

Li gundê Tuteqelê yê bajarokê Axceler ê navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku bi balafirên bêmirov ên biçek kir, 2 sivîl şehîd bûbûn.

Ji bo şehîd Aram Hacî Kakexan û Îsmaîl Îbrahîm, li gundê Tuteqelê konê sersaxiyê hate vedan.

Li gel şêniyên herêmê gelek aliyên siyasî û kesayetên naskirî serdana konê sersaxiyê kirin û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Her wiha şandeyek bi pêşengtiya Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Evîn Siwêd û şandeyek bi pêşengtiya Hevserokên Tevgera Azadî Tara Husên û Mihemed Abdulah serdana malbatên şehîdan kir û sersaxî dan malbatên şehîdan.

Serdanên ji bo sersaxiyê dewam dikin.