Ji bo Bîlgîn biryara 'domdariya rehînetiyê'
Danişîna aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn pêk hat û dadgeha Tirk biryar da ku Bîlgîn rehîne bimîne
Danişîna aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn pêk hat û dadgeha Tirk biryar da ku Bîlgîn rehîne bimîne
Danişîna aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, ku bi îdîaya 'endama rêxistinê ye' tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê pêk hat. Bîlgîn ji girtîgeha lê girtî bi rêya onlîne tevlî danişînê bû, parêzerên Bîlgîn jî li danişînê hazir bûn.
Parêzeran xwestin ku miwekîla wan were berdan lê dadgeha Tirk biryar red kir û danişîn taloqî 2'yê Îlonê kir.