Ji beriya 27 salan hatin destgîrkirin, ti agahiyek ji wan nehat girtin

ÎHD û xizmên wendayan aqubeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 27 sal beriya niha hatibûn destgîrkirin û ‘wendakirin’ hate pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 654’emîn bi onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6’ê hezîrana 1994’an de li gundê Şeqlat ê girêdayî navçeya Karaza Amedê di serdegirtina malan a eskeran de hatibûn destgîrkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn. 

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan ê çîroka Çalik û Fîdan vegot, diyar kir ku ji ber ku leşkeran gundê Şeqlat ê girêdayî navçeya Karazê şewitand, malbata Çalik koçî navenda Amedê kiriye lê ji ber Salih Çalik karker bû di çû gund dixebitî û dihat.

Erdogan, bi lêv kir ku eskeran di 6’ê hezîranê de bi ser gund de girt û da zanîn ku dema serdegirtina gund de di encama gulebarandina eskeran a ser gundiyan de 2 gundî jiyana xwe ji dest didin. Erdogan, anî ziman k udi bûyerê de Salih Çalik ji lingê xwe birîndar dibe û diyar kir ku ji ber Çalik birîndar bû, çûye mala Suleyman Mûntaş lê esker mala ku lê dimînin tespît dikin û bi ser de digirin. 

Erdogan, bi lêv kir ku di serdegirtina malê de eskeran xwediyê malê Suleyman Mûntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê ji bo ku Çalik derban bike li malê bû destgîr dikin û anî ziman ku Mûntaş piştî 25 rojan tê berdan lê Çalik û Fîdan di bin çavan de tên girtin. Erdogan pêvajoya destgîrkirina Çalik û Fîdan wiha vegot: “Mûntaş dibêje du rojan bi Salîh û Sînan re di bin çavan de tê girtin û pişt re her duyan ji cem wî dibin. Malbatên ku ji aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan tu agahî negirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê dan. Dayika Salîh Çalik, ji dozger re dibêje her du kes jî ji mala Suleyman Mûntaş ji aliyê eskeran ve tên destgîrkirin û Mûntaş jî bûye şahidê bûyerê. Lê dozger daxwaznameyê îadeyî malbatê dike û bi gotina ‘Ev kes me destgîr nekirine, herin ji PKK’ê bipirsin’ daxwaza malbatan paş ve vedigerîne.”

 Erdogan, aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ê ji wê dîrokê ve tu agahî ji wan nayên girtin pirsîn.