Ji ber şewata li Dara Hênê daristan bû xwelî

Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê şewata li qadê daristan kir xwelî.

Li navçeya Dara Hênê ya Çewligê di 25’ê Hezîranê de şewatê dest pê kiribû û xebatên tefandinê didome.

Şewatê li herêma Suvêranê dest pê kiribû û ji ber ba heta gundên Gaz, Şêxismal û Xodanê belav bûbû. Beşeke vê şewatê hate tefandin lê hê jî li hinek cihan dûman bilind dibe. Ji ber şewatê qadeke berfireh bû xwelî.

Şêniyan diyar kirin her sal heman herêm dişewite û bal kişandin ser vî tiştî ku li herêmê qereqol heye û xebatên madenê tê kirin.

Hate diyarkirin şewat 5 roj in didome û xebatên şîrketa madenê jî xebatên xwe qet nesekinandine.

Rêxistina HDP’a Çewligê heyetek şand ji herêmê re. Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî di nav de heyet çû herêmê.

Aydemîr daxuyanî da û diyar kir ku beşeke zêde ya herêmê bûye xwelî û bal kişand ser vî tiştî ku ji ber îxmala rayedaran ev rewş pêk hatiye.